spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Lîbyayê hêviyên çareseriyê

Di van çend hefteyên dawî de hin pêşketinên lezgîn û berbiçav der barê rewşa Lîbayayê de pêk hatin. Ji aliyekî ve agirbest hate ragihandin û ji aliyê din ve diyalog di navbera aliyên siyasî de dest pê kir. Piştî daxuyaniya agirbestê ya di navbera 7-9’ê îlonê de hevdîtinên aliyan li Mexrib û Swîsreyê hatin kirin.

Piştî van hevdîtinan daxuyanî hatin dayîn ku aliyan li hev kiriye ku hilbijartinên parlamentoyê werin kirin û di nav 18 mehan de hikûmeteke nû were avakirin, bi tevlêbûna aliyên siyasî yên cuda. Çawa ku li Sûriyeyê, Qeterê û hikûmeta tirk piştgiriya komên çekdar dikir û ji bo berjewendiyên xwe ew bi kar dianîn, li Lîbayayê jî wan alîkariya hikûmeta Wîfaqê ya Îxwanan kir û gelek dever ji destê Artêşa Neteweyî ya Lîbayayê derxistin. Piştî vê, alîgirên artêşa Lîbayayê destwerdana vê rewşê kir, di serî de hikûmeta Misrê gefa destwerdanakeke leşkerî kir. Serokê Misrê Abdulfetah Sîsî di hevdîtina xwe ya bi serokeşîrên Lîbyayê de gotibû ku artêşa wan dikare balansa vî şerî biguherîne lê ew naxwazin bêyî banga alîkariyê ya eşîrên Lîbayayê destwerdanê bikin. Ji aliyekî din ve, parlementoya Lîbyayê ya destek dide Hefter, gotibû ku artêşa Misrê dikare destwerdana rewşa heyî bike.

Bêguman mirov dikare bêje ku piştî van pêşketinan hikûmeta Wîfaqê ya bi serokatiya Fayiz Serac jî hinekî asta gefên xwe kêm kir û guh da bangên ji bo diyalogê. Her wiha vê hişt ku hêzên navneteweyî jî bikevin dewrê û zext li aliyên şer kirin ku êdî ji bo çareseriyê dest bi diyalogê bikin. Bi her halî wiha xuya dibe ku êdî Lîbyayê bi destê hikûmeta Wîfaqê ya Îxwanan û alîgirên wê ve nayê berdan û di vê yekê de Misrê rola sereke girtiye ser xwe. Bêguman Fransa, Îmarata Erebî û Siûdiyê jî piştgiriya xwe ya ji bo Misrê û dijberên hikûmeta Wîfaqê dan xuyakirin. Mirov dikare bêje ku di encama van pêşketinên dawî de, hikûmeta Wîfaqê mecbûr maye ku guh bide bangên diyalogê û dest bi hevdîtinan bike.

Rojnamevanê misirî yê pisporê kar û barên Lîbyayê Mihemed Hesen Amir got: “Fayiz Serac ragihand ku xwesteka wî ya dev ji kar berde heye, lê bi aşkera îstîfaya xwe ranegihand. Nîşanên têkildarî dan û standinên Lîbya-Lîbyayê û diyalogê diyar dikin ku heya cotmehê dê li Lîbyayê meclisa serokatiyê ya nû hebe ku ji serokê meclisê û du cîgirên wê pêk tê. Her wiha hikûmetek cuda  ji serokwezîr û du cîgirên wezîran wê were avakirin.” Amir diyar kir ku hikûmet dê bibe hikûmetek birêvebirina krîzê ji bo pêvajoya demkî û ji hêla hemû aliyan ve lihevkirî be. Her wiha destnîşan kir ku milîsên Trablusê serwer kirine û Fayiz Sarac ne tiştek din bû lê eniyek siyasî bû û li ber milîsên çekdar gotina wî nîne; guhertina wî di çareserkirina krîza Lîbyayê de tu wateyê nade.

Lêkolînerê Misirê yê Kar û Barên Lîbyayê û serokê Navenda Lêkolînên Siyasî ya Misir-Lîbyayê Mihemed Şerîf jî got ku îstîfaya Serac di demekê de ku qîmeta wî li gel hevalbendê wî Tirkiyeyê kêm bû, pêk hat. Nemaze piştî ku hikûmeta tirk wî neçar kir ku wezîrê hundir ê hikûmeta Wîfaqê Fethî Başaga vegerîne ser erka wî. Tê texmînkirin ku armanca Serac a îstifayê gaveke siyasî ye û bi zanîna Tirkiyeyê pêk hatiye, da ku bi aliyê Lîbyayê re li ser lihevkirinên mayîn bidomîne, nemaze ku Tirkiye têgihiştiye ku her desthilateke neteweyî li Lîbyayê dê hemû têkiliyên berê bi Wîfaqê re qut bike.