23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Maksîm Gorkî ‘Bîra Miriyan’ hat pêşandan

Li welatên cihê, bi piranî ji ber sedemên siyasî, gelek nivîskar, hunermend û ronakbîrên kurd dijîn û berhemên xwe li van deran dinivîsin. Nivîskar Yildiz Çakar jî yek ji wan nivîskaran e ku ev demek e li bajarê Berlîn ê Almanyayê dijî. Wê li vê derê navber nedaye nivîsînê û her nivîsiye. Çakar ji bo rojnameya me Xwebûnê behsa kar û barên xwe yên wêjeyê û bandora dûriya ji welêt a li xwe kir.

Birînên xwe baştir dîtine

Çakar destpêkê der barê dûriya xwe ya ji welêt de axivî û diyar kir ku bi derketina ji welêt re ew bêtir bi êşên xwe hesiyaye û wiha got: “Min dît ku bi salan e di heman çerxê de haya min jê çênebûye, ez çiqas birîndar bûme; bi dûrketina ji welêt re min birînên xwe baştir dîtin; çiqas ji malê dûr ketim min ewqas xwe li malê dît. Li welêt tiştên bi rojan di ber wan re derbas bûme û tu car bala min neketiye ser wan, niha baştir dibînim. Loma jî belkî carinan mirov ji nav agir derkeve û ji dûrî ve li xwe binêre, belkî baştir xwe bibîne. Vê gavê wiha difikirim û hîs dikim.”

Nivîskar Çakar diyar kir ku sê sal berê li Berlînê festîvaleke helbestan a navneteweyî hat lidarxastin û cara yekem helbestvanên kurd û alman di vê festîvalê de hatin ba hev. Di bernameyeke vê festîvalê de xebata atolyeya helbestan tê kirin û ji Kurdistan, Kafkasya û Ewropayê şeş helbestvanên kurd tev li vê atolyeyê dibin û Çakar jî yek ji wan e.

Çakar destnîşan kir ku ew bi du helbestên xwe, ‘Zêmarên Rojê’ û ‘Ger ji destê te bihata min ê welatek bixwesta’ tev li atolyeyên vê festîvalê dibe. Helbestên wê tên ecibandin û paşê ji kurdî bo îngilîzî û almanî tên wergerandin. Bi weşandina van helbestan re, Çakar tev li gelek bernameyên wejêyê dibe û piştre Şanoya Kraliyetê ya Shakespeare, Şanoya Maksîm Gorkî û Şanoya Schauspiel Stuttgartê ji bo werin pêşandan jê dixwazin ku helbestên xwe veguhezîne metnên şanoyê.

Li Gorkiyê ‘Bîra Miriyan’

Piştî gelek xebatên atolyeyê, nivîskar Çakar lîstika şanoyê ya bi navê ‘Bîra Miriyan’ dinivîse û ev lîstik li Şanoya Maksîm Gorkî ya li bajarê Berlîn ê Almanyayê bi awayê dîjîtal hat pêşandan. Şano ji kurdî bo erebî, almanî û îngilîzî hatiye wergerandin. Zimanê şanoyê bi erebî ye û binivîs jî bi almanî û îngilîzî ne. Çakar diyar kir ku wê ev şano ji bo ‘Dayikên Şemiyê’ û dayikên ‘Plaza De Mayo’ yên Arjantînê nivîsiye. Derhênerê vê şanoyê Bashar Murkus e û lîstikvan jî Asmaa Azaîzeh, Salwa Nakkara û Bashîr Nahra ne.

Nivîskar Çakar der barê ‘Bîra Miriyan’ de hin agahî dan û diyar kir ku şano ji çar monologan pêk tê û di her monologê de dayikek li zarokên xwe yên hatine windikirin digere. Her yek ji van çîrokan li mekanekî cuda ye. Piştî monologan her çar dayik li ber bîra ku heta ber dev tijî hestiyên mirovan e, li erdê rûniştî ne û li bendê ne ku parçeyek hestî û kevirek ji zarokên wan bigihîjin wan.

Xelat girt

Di berdewama axaftina xwe de Çakar ragihand ku piştî ‘Bîra Miriyan’ hatiye pêşandan, gelek nivîskar û derhênerên ji deverên cihê yên dinyayê jê re name û peyam şandine û wiha domand: “Min fêm kir ku ger tiştekî mirov ê baş hebe, heft qat di bin erdê de be jî wê were dîtin. Ger xerab be, li ava zêr jî bixî wê dîsa jî bêfêde be. Min bi romana xwe ya bi navê ‘Deriyê Winda-Hangar Funf’ serî li Senat Berlînê da. Senatê, ji nav 178 nivîskarên ji her aliyê dinê, xelat dan me 11 nivîskaran. Ev xelat û karên min li Almanya, Îngilistan, Amerîkaya Latîn heta Afrîkayê axaftinên min ên li ser ziman, wêje û welat qonaxeke girîng in. Li Meksîkoyê li dibistana navteweyî ya şanoyê, axaftina min a li ser Kurdistanê bo spanyolî û îngilîzî hat wergerandin.”

Dewlet destekê dide nivîskaran

Nivîskar Çakar têkildarî cihêtiya rewşa di navbera nivîskarên alman û kurd de jî nêrîna xwe vegot. Çakar diyar kir ku li Almanyayê qîmeta nivîskaran heye û nivîskarên alman tenê ji bo dikaribin karê xwe bikin, ji wan re her sal ji aliyê dewletê ve budçe tê veqetandin û wiha got: “Ji aliyê felsefe û wêjeya dinyayê ve bingeha wan pir xurt e. Loma jî bo pêşandana berhemên xwe zehmetiya wan li ber ya me, bi qasî serê derziyê ye. Li vir nivîskarek bi pirtûkên xwe debara xwe dike, lê li cem me hem nivîskar hem weşanger, bi berhemên xwe nikarin debara xwe bikin. Bi sedan weqfên piştgiriyê didin huner û wêjeyê hene. Ji ber koronayê dewleta alman ewil alikarî da nivîskar û hunermendên xwe. Ew jixwe razîne, lê em…?”

Di dawiya axaftina xwe de Çakar behsa xebatên xwe yên nû kir û wiha got: “Min romaneke nû nivîsand û sala pêşiya me wê were weşandin. Niha şanoyeke din jî dinivîsim. Ger astengiyek dernekeve wê meha mijdarê bi awayê dîjîtal bê weşandin. Her wiha amadekariya pirtûkeke bi navê ‘Zêmarên Rojê’ dikim.”

Tevî ‘Bîra Miriyan’ çar şanoyên din ên nivîskarên cihê li ser malpera Out of Sightê (https://lcb.de/programm/out-of-sight-filmische-lesungen/) dikare bên temaşekirin.