25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Navê tunekirina kurdan: 15’ê Sibatê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li seranserî Kurdistanê gelê kurd û dostên xwe di 22. salvegera komploya navneteweyî ya li dijî rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser pêya ne. Tişta ku çalakiyên îsal ji yên salê borî cuda dike îdia û têkoşîna îradeya azad e.

Li welat û derveyî welat her kes têkoşîna li dijî îşkenceya li Îmraliyê û sîstema tecrîdê weke têkoşîna xwe, weke şertê jiyana demokratîk û azad dibîne û xwedî lê derkeve. Bi her şêweyên çalakiyan hişmendî û siyaseta komployê tê darizandin û tê mehkûmkirin. Gelê kurd nîşan dide ew naxwaze bi komployê re bijî.

Tevahiya êrişên komploger ên li dijî Ocalan bi pêş dikevin di bingeha xwe de êrişên li ser felsefe û jiyana azad in ku Ocalan pênaseya wê dike. Bi van êrişan ve hewil didin ku îradeya jiyana azad ji holê rakin. 22 sal in li ser vê bingehê êrişê dibin ser Rêber Apo.

Komploya navneteweyî beriya her tiştî êrişeke topyekûn a navneteweyî ya ji bo tunekirina gelê kurd bû. Her kes bi vê rastiyê baş dizane, ku yê biryara ji bo komployê da, plan kir û pêk anî rêveberiya DYA’yê bû. Li ser bingeha îmze û fermana serokê DYA’yê yê wê demê Clînton komplo pêk hat. Bêguman DYA’yê dema biryareke wiha da, herî zêde ji Îngilistan û Îsraîlê hêz û piştgirî girt.

Armanca komployê tunekirin bû. Beriya her tiştî bi rê û rêbazên komploger hewl dan îmha bikin û weke rewşeke nediyar nîşan bidin. Ji ber ku bi ser nexistin xwestin ku bi komployê Rêber Apo bi dewleta tirk bidian îdamkirin. Piştî ku ev jî hat pûçkirin hingê sîstema tecrîd û îşkenceyê afirandin û bi polîtîkaya rizandinê xwestin ku Ocalan ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve têk bibin.

Dema ku ev jî hat têkbirin, êdî desthilatdariya AKP‐MHP’ê ya heyî ji bo vî karî hat wezîfedarkirin. Hemû hewildan û daxwaza wan ew bû ku piştgiriya civaka kurd a ji bo Ocalan û PKK’ê lawaz bikin. Lewma dest bi êrişên xwe yên provokatîf‐tasfiyekar kirin.

Dewleta Tirkiyeyê van êrişên xwe bi piştgiriya DYA û NATO’yê dimeşîne. Komploya navneteweyî bi vî rengî li ser bingeha konsepta tasfiye û tunekirinê dewam dike. Bi rengê îdeolojîk, leşkerî, siyasî û aborî, bi her awayî tê meşandin. Bêyî ku guh bidin pîvanên hiqûqî û exlaqî bi her rê û rêbazê êriş dikin.

Em zanin ku stratejiya komploya navneteweyî bi vî rengî hat afirandin. Armanca yekane îmhakirina Ocalan bû. Bi wê ve xwestin PKK’ê tasfiye bikin. Bi tasfiyekirina PKK’ê ve jî qirkirina kurdan a sed salan dewam bikin, bi ser bixin! Yanî ji aliyê cewherî ve êrişeke qirkirinê ye. Qirkirina gelê kurd e.

Komploya navneteweyî êrişa ji bo dewamkirina qirkirina kurdan e. Li ser vê bingehê li dijî çareseriya pirsgirêka kurd e. Li dijî hebûn û azadiya kurdan e, hewldanek ji bo astengkirina çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka kurd e.

Pêwîst e hemû kurd vê baş bizanibin ku komploya 15’ê Sibatê di kesayeta Rêber Apo de îradeya azadî û hebûna kurdan kir hedef. Sekn û helwesta afirîner û bi dîsîplîn, rêxistinbûyî, têgihiştî ya Rêber Apo, polîtîkaya tecrîdê ya Îmraliyê, êrişên tasfiyekar provokatîf û lîstikên AKP‐ MHP’ê têk bir.

Ya rast bi komployê xwestin ku di nav rojekê de Rêber Apo îmha bikin. Lê bûye 22 sal, hîn bi ser neketine. Yên komploya 15’ê Sibatê kirin, plana wê kirin dixwestin di nav şeş mehan de Tevgera Azadiya Kurdistanê tasfiye bikin.

Şoreşa Azadiya Kurdistanê li ser rêya serketinê bi pêş ve dibe. Ev têkoşîn ji sînorên Kurdistanê derbas kir, veguherand tevgera demokrasî û azadiyê ya global. Îro ji Îngilistanê, Îtalyayê, Misir û Afrîkayê sendîqa, sazî û kesayetên navdar bi armanca xwedîderketina fikrên Rêber Apo li ser piyan e û doza azadiya wî ya fizîkî dikin.

Her ku planek hate pûçkirin planên nû amade kirin û bi vî rengî êrişên komploger ên ji bo temamkirina qirkirina kurdan dewam dikin. Êrişên heyî li ser vê bingehê tên kirin. Tevî ku têkoşîneke dîrokî hate meşandin. Êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û rojavayê Kurdistanê bi pêş dikevin jî ji nêz ve bi vê komployê ve girêdayî ne.

Belê armanc û planên komployê hatine qelskirin, hatine pûçkirin, lê belê aşkera ye ku komplo bi temamî nehatiye têkbirin. Hêzên komploger niha bi van hewildanan dixwazin gava duyem a komployê têxin dewrê ew jî bi tamamî tasfîye û qirkirna kurdan e. Pêwîst e hemû kurd û partiyên kurdistanî vê baş bizanibin ku ev plan hemû kurdan digire nav xwe û wê ji bo kurdan ji jenosîdê jî xirabtir be.

Li ser vê bingehê di salvegera komploya 15’ê Sibatê de divê gelê kurd bi hamû derfetên xwe hîn xurtir li ser rastiya komployê raweste. Encax bi vî rengî dikare li dijî komployê têkoşîneke bibandor, serketî û encamgir bimeşîne.