Rojnameya Heftane

Li dijî mirovên spî berxwedana jina reşik!

Li ser rûyê erdê tu civak tune ye ku ji pergala serdestan zirarê nedîtibe. Hin civak ji ber zimanê xwe, hin civak ji ber ola xwe, hin civak ji ber rengê çermê xwe rastî zextên…

Hunerê resimî de cinî

Wexto ke merdim tarîxê resimî rê ewnîyeno, vîneno ke tewr zêde morê xo camêrdan dayo piro. Na rewşe Rojhelato Mîyanênî ra bigîrê heta Amerîka, Asya, Afrîka û heta Ewropa her ca bi eynî rengî…

Nexweşiyeke bi navê anakronîzmê

Têgeha anakronîzmê -ku mirov wek çareyeke demborî vê têgehê wek dijdemî bike kurmancî û li benda bertekan bimîne- di jiyana entelektuelî de gelek caran tê bihîstin û dîtin. Belê, gelek caran wek rexneya fikrên hin kesan û ji bo destnîşankirina nakokiyeke demî, ew têgeh ji rexnekaran tê bihîstin; wek xeletî/nexweşiyeke nêrîna di nav metnekê de jî bi hêsanî ji hêla xwînerek baldar ve tê dîtin.

Anakronîzm ji bo ravekirina tiştekî ku ji hêla demê ve ne di cih de, an jî li hev neyê tê bikaranîn. Bêjeya “kron” wateya demê dide û pêşgira “ana” jî wateyên wek “jor”, “paş” û “dîsa” didin. Destpêkê ji bo destnîşankirina xelet a dema tiştekî dihat bikaranîn lê bi demê re ji bo temsîla  bûyeran, kesan an jî tiştan a di nav peywendeke dîrokî ku tê de cih negirtiye an jî jê derneketiye holê hat bikaranîn û bi vî awayî jî wateya “dijî-demê” wergirt.

Mirov di tevgerên xwe de û di tercîhên xwe yên şexsî yên wek îmaj û cilûberg de, dikarin bi zanetî xwedî helwesteke anakronîst bin. Hunermend û nivîskar jî di berhemên xwe de carinan hêmanên anakronîk bi zanetî bi kar tînin da ku bandoreke tevlihev li ser hîs û hişmendiya mirovan pêk bînin. Mirovekî ku şal û şepik li xwe kiribe û qrawatek jî ji stûyê wî daliqiya be, an jî ciwanekî bi blue jeans bi qaydeyên rûspîyan biaxive, vê gavê em anakronîstekî bê zerer û piçek jî pêkenok an jî şîrîn li pêşberî xwe dibînin.

Dema ku hesab tê ser şîroveyên derheqê mijarên giran, vê çaxê çi şîrîniya anakronîst namîne. Li şûna wê şîrînbûnê, gotin û helwestên kirêt û bêqîmet digirin. Anakronîzm li destê kesên niyet-xirab û nezan dikare bibe çekek xedar û wek şûrekî tûj dikare gelek tiştên nazik birîndar bike. Anakronîst di êrîşên xwe de dibe ku pir çavsor tevbigerin û wek şervanên Berserker ên Îskandînav bê rawestan êrîşê bikin.

Di vê mijarê de mirov divê du xasyetan ji hev cuda bike. A yekem anakronîzma ji ber kêmasiya lêkolînê ye ku ji nezanînê çêdibe. Lêkolîner ji ber agahiyên kêm ên der barê rewşa/bûyera kevn de şîroveya xwe bi tiştên/keresteyên berdest û bi têgehên rojane sînordar dike û bi vî awayî jî encameke bi fikrên sivik û serdagirtî derdikeve holê. A duyem bi fikarên polîtîk û bi helwest û refleksên çandî-civakî çêdibe ku qesteke neyartiyê tê de heye. Kesên xwedî wê qestê bi zanetî têkiliyekê di navbera bûyer, rewş, an jî hebûneke dîrokî de, fikr/darazên xwe çêdikin û mohreke qelp li tişteke resen didin. Ev têkiliya sûnî ya navbera tiştên cuda pirî caran bi şêweyê retorîkê û pirolekirinê xuya dibe. Hem retorîk û hem jî mubalaxa ji bo pejirandina fikra anakronîstîk a zorlêker dibin bingeha rewabûnê. Anakronîst bi ser navê rexneyê serî li populîzmê dide û eger pêwîst bike piçek hemasetê jî daxilî nav dike.

Anakronîst dema ku li dîrokê dinêre, ji bo şîroveyên bê serûber xezîneyeke bê serûbin dibîne. Ji bo şîroveyên xwe yên antîke di hebanê wî/wê de helwesteke îdeolojîk, têgehên qerimî û pêşdaraziyên şexsî hene. Bi derbeke pênûsê têkildariya dîrok û demê ya bi çand, ziman û edebiyatê qut dike, parçeyeke agahiya dîrokî jê dibire û dibe bi tişteke li zeman û mekaneke din ve dizeliqîne. Wek mînak, eger anakronîst bi bayê bezê berê xwe bide nav edebiyata klasîk, ê ji dest xwe re ji mesnewiya Xanî bernameyeke polîtîk derxîne, dê helbesta Cizîrî wek destpêka erebîzebûnê bi nav bike, an jî dê medreseyên kurdî bike hemtayê dibistanên herêmî yên bi navê YIBO. Divê mirov mînakan ji qadên din nede da ku kelûmelan nede destê wan, lewre em mînakan di wir de qut bikin çêtir e.

Hebûna kurdan helbet di roja roj de, li serdema me ya dêrîn û zêrîn, wek Uçayîşravasê mîrê hespan xwedî gewdeyeke heft ser bû; bes ji wan seran îro hema bêje sê man. Li ser gewdeyê me wek temsîla hebûna me sê ser hene: çand, ziman û dîrok. Yek ji wan ji yên din nabe. Lewre divê em şûrê destên anakronîstan ji wan bistînin da ku yekê ji wan bi/bê zanebûn jêneke, an jî ew serên me nebin qurbaniyên nexweşiyeke biyanî ya bi navê anakronîzm û gewdeyê me di bin de nemîne. Çanda kurdan û zimanê kurdî bi hemû tiştên ku ketine tê û teşeyek kurdewar girtine; bi hemû tiştên ku jê derketine û hîn jî kurdewar mane biqîmet e, yek e û divê yekgirtî be.