Di 22-10-2020’î de anku di roja salvegera koçkirina Seydayê Cegerxwîn a 36’emîn de, li bajarê Qamişloyê Baxçeyê Xwendinê bîranîna seydayê helbesta kurdî hate lidarxistin. Ev çalakî bi tevlêbûn û hevkariya 4 saziyên çand û hunerê yên rojavayê Kurdistanê hate organîzekirin.
Saziyên beşdarî amadekariyên vê xebatê bûn ev in: Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), Yekitiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, Yekitiya Nivîskarên Kurd Li Sûriya û Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê.
Ji hemû aliyan ve mirov dikare bêje ku ev çalakiyeke gelekî watedar û hêja ye. Ji aliyekî ve, cihê lê hatiye lidarxistin Qamişlo ye û Qamişlo ji bo seydayê Cegerxwîn bajarê ku di ciwaniya wî de ew hembêz kiribû û bûbû hêlîna jiyana wî û piştî ku koça dawî jî kir dîsa bû mala ebedî ya bedena wî.
Cudahiya çalakiya îsal
Aliyê din ê herî girîng jî ew e ku di vê demê de, ji her demê bêtir hewcedariya kurdan bi yekrêzî û yekitiyê heye, di bîranîna îsal de çar saziyên kurdan ên çand û huner û wêjeyê bi hev re ev bîranîn kirin. Ne wekî berê ku her saziyek bi serê xwe li dar dixist lê çar saziyên kurd bi hev re ev bîranîn li dar xistin.
Li aliyê din, lidarxistina vê çalakiyê li Baxçeyê Xwendinê jî bêguman dê rewanê seyda şad bike ji ber ku her digot xwendin û xwendin:
xwendin nebe kes naçe pêş
peyda dibin pir derd û êş
Ez bawer im ku vê demê, wê rewanê Cegerxwîn jî li Baxçeyê Xwendinê bi dengê helbestan re, li ser ezmanê Qamişloka Evînê bi kêfxweşî bifire û vê helbesta xwe ji we re bixwîne.
Kî me ez?
Ez im rojhilat
Tev birc û kelat
Tev bajar û gund
Tev zinar û lat
Ji destê dijmin:
Dijminê xwînxwar
Xurt û koledar
Ji rom, ji fireng
Di rojên pir teng
Bi kuştin û ceng
Parast, parast
Parast min ev rojhilat
Kî me ez?
Kurdê serfiraz
Dijminê dijmin
Dostê haştîxwaz
Ez xweş mirov im
Ne hirç û hov im
Lê çibkim bê şer
Dijmin naçê der
Bav û kalê min
Dijîn tev serbest
Naxwazin bijîm
Ta ebed bindest