Sêşem, Adar 9, 2021
Zêdetir

    Kosegelî û tofana 84’an

    Ayhan Erkmen
    Ayhan Erkmen
    Ax! Welato

    Hin rojên şahiyan hene ku di roja me ya îroyîn de êdî nayên pîrozkirin. Sedem her çiqas veguherîna civakê be jî, hin caran jî qewimîna hin bûyeran e. Ji wan rojên pîrozkirina wan hatine terikandin yek jî şahiya Kosegeliyê ye. Her çiqas şahiya Kosegeliyê, dikete dema cemreya yekemîn an jî pîrozahiya Xidir Îlyas û Xidir Nebî jî, bi ya min şahiya Kosegeliyê bi xwedîkirina pêz re eleqedar bû. Ji ber ku li ba me, Serhedê roja pîrozkirina vê şahiyê li gorî “sedê pêz” dihate hesapkirin. Dema “sedê pêz” tijî dibû, şahî dihate lidarxistin. Sed rojî ji du beran berdanê roja şahiya Kosegeliyê bû. Di zarokatiya me de beran di 29’ê cotmehê de dihatin berdan. Roja “sedê pêz” dikete deh an jî yazdehê sibatê. Li hin deveran roja şahiya Kosegeliyê, ji pêş de dihat pîrozkirin, li wan deveran beran jî zû dihatin berdan. Pez pênc mehan avis dimîne, li ba me, Serhedê zivistan dirêj dikişîne, wisa hesap dikirin ku bila hukmê zivistanê xelas be û “sedê pêz” li wê gavê dest pê bike. Ew jî beranberî dawiya adarê û serê avrêlê dihat.

    Kosegelî ji komên pênc an jî şeş kesan pêk dihat. Mezin û rêberê komê Kose bû. Wî bi giha, qirş û qalan xwe dixemiland. Şivdareke mezin hildigirt û wek şervanan, tim ji bo şer amade bû.  Yek dikirin dilqê jinan û xêlî diavêtin ser, ew dibû bûka salê û hevjîna Kose. Di bêrîka wê de derziyeke stûr hezbû. Gava tiştek bixwesta û hin kesan nedanayê, derzî ji wan re dikir. Yên din jî dîsa cilên bêteşe li xwe dikirin, hîsa li bin beroşan û ar rûyên xwe didan, bi rastî jî bi wî awayî hinek nedihatin naskirin. Ji wan yek, du kesan tûrik digerandin û zad berhev dikirin; yek, du kesên din jî di destên wan de şivdarên mezin, kom diparastin ku bila tu kes, bûkê nerevîne an jî  tiştekî neyne serê wan. Heger bûk birevandana, heya ku cirm nesitandana, bûk bernedidan, cirm jî zadên berhevkirî bû.

    Zengil bi xwe ve girêdidan, dema gera wan dest pê dikir, ji dûr ve mirovan zanibûn ku Kosegelî tên. Bi bihîstina dengê wan, sawa wan diket ser seyan, se ji tirsan har dibûn. Carinan du, sê kom digeriyan; xwedê nîşan nede, îja rastî hev bihatana, diketin nav hev, bi şîrqîniya şivadaran û bi dengê qîrîniya wan re, cînar topî ser wan dibûn; bi şivdaran didan zoxên hev, qey bêjin ne cînar û ne jî nas bûn, wisa dikirin zîtol ji hev çêdikirin, ji hal diketin û wek xenîmet dest didan ser zadên hev. Lê tiştên baş, ew kirin li wir dima, kes ji kesî nedixeyidî û  rika xwe nedidan hev.

    Mal bi mal digeriyan, hemû malbat nas dikirin, rewşa hundirê malê zanibûn. Xweşbêj bûn, li ber her deriyekî beytek dixwendin. Ew beytana carina lawa, carina qirf bûn. Mînak di malê de yeke ducanî hebûya, digotin

    “serê salê binê salê/xwedê kurekî bide vê malê yan jî xwedê keçekê bide vê malê”

    Dema kebaniyê timakarî bikira, digotin “Serê salê binê salê/ kebanî qurbana malxiyê malê”

    Tu kesî derî li wan nedigirt û ji tu deriyî jî bêpar venedigeriyan. Cînaran li gorî derfetên xwe, bi dil û eşq ar, savar, rûn û genim didan wan.

    Hemû jî şanoger bûn, di navberê de lîstik dianîn serê hev. Kose carinan xwe diavête erdê, xwedê giravî ji xwe ve diçû yan jî dimir; bûkê heya ku Kose rabûya di ser de dilorand, xwe dikuta û maç dikir… bi rabûnê dibû hirehira Kose, lotik diavêt û dilîst.

    Di dawiya rojê de ger ku zadên berhevkirî zêde bûya, jê hinek difirotin û ji ber ve tişt disitandin. Li evarê di malekê de top dibûn û şahî li dar dixistin. Bi zadên berhevkirî û yên ji standî herfane çedikirin. Li pey xwarinê stran digotin, behsa meseleyên nav rojê dikirin, henekên xwe bi hev dikirin û têra dilê xwe dikeniyan.

    Mixabin di sala 1984’an de ji bûyera ku qewimî şûndatir, li herêma me ev şahî hat terikandin. Di 11 sibata 84’an de “sedê pêz” tijî bûbû, cemre jî ketibû hewayê, ji gundê cîran Yemençayîrê çar xort, jê dudu bira bûn, ji gund derketibûn û wek Kosegelî çûbûn gundên der û doran. Bi venegerînê, roja çaran merivên wan li dû şopa wan ketibûn, rind tê bîra min hatibûn gundê me jî…

    Kosegelî bi cemrê xapiyabûn û ji gund derketibûn lê bi derketinê re tofan qetiyabû. Tirsa malbatan ew bû ku tiştek hatibe serê wan. Her çar xort ber bi herêma Quriderê çûbûn. Dema ji gundê Axadeveyê vediqetin, bager dest pê dike. Xwe diavêjin newala bintara gund, lê bagereke wisa zerp e ku nikarin rê tê derxin û vegerin gund jî. Di newalê de berf li hev dizivire, bager hêj zêde dibe, çav çavan nabîne. Dar û ber û taldeyek jî tune ye ku xwe bispêrinê. Sur û seqem ji canê wan dixwe, roja çaran dema ku ji Axadeveyî wan dihisin, du kes mirine, her duyên din jî tilî û pêçiyên wan çûne. Êdî ji wê rojê şûndatir li herêma Dîgorê Kosegelî negeriyan.