20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mihemed Arif Cizîrî

Veysî Varli

Bi kesayetî û hunera xwe, M. Arif Cizirî mînakeke herî berbiçav e civaka xwe ye. Sedema ku gel bi muzîka wî bi coş û sekran dibe, tenê ne dengê têlên tembûra wî ya çarde perde û tiliyên wî ye ku hin caran bi têlan re şer dike û hin caran jî têlên tembûrê miz dide .

Tişta M. Arif û hunera wî bi gelê kurd û yên dengê wî bihîstine û guhdarî kirine daye hezkirin û di dilê wan de hêlîn vedaye, ew çanda pê mezin bûye û bûye rêsiyên hûnandî ya muzîka wî ye. Ew tiliyên xwe ji têlên tenbûra xwe dertîne, bi dengê xwe yê zelal û fesîh (dîksiyon/sonorîte) dixemlîne. Ev taybetmendiya çanda wî aniye astek wisa ye ku kesê tenê dengê tembûra wî ya çarde perde dema bibihîze rasterast dibêje ev M. Arif e.

Bavê M. Arif di herba cîhanê ya yekem de diçe leşkeriyê û venagere. Diya M. Arif Edla Xan(im) bi sewta dengê xwe û bi dengbêjiya xwe li Cizîrê jinek navdar e.

M. Arif hê 12-13 salî ye bi serokê Tealî Cemiyetî Seyid Evdulqadir û 12 hevalên wî re li Stenbolê bi sûcdariya ku pişt daye serhildana Şêx Seîd tê girtin. Bi qasî 4 sal û şeş mehan li girtîgeha Amedê tê girtin. Paşê li gor hin çavkaniyan ji sedema hê zaro ye nayê xeniqandin û tê berdan. Hin çavkanî jî dibêjin bi efûya giştî tê berdan.

Piştî ji girtîgehê dertê li Cizîrê namîne diçe başûrê Kurdîstanê, ji wir jî diçe Bexdayê. Bi dengê xwe yê zelal û bi rêşiyê tembûra xwe jiyana xwe didomîne. Dema li radyoya Bexdayê dest bi weşana beşa kurdî dike, ew jî wek hunermendek kurd di radyoyêde cih digire. Bi stranên wekî  Befir Barî, Bilbilo, Metran Îsa, Ximşê, Siwaro, Pismamo, Ez Xezal im, Koçerê dengê xwe bi gel dide hezkirin. Li wê derê hunermendên wekî Meryem Xan, Seîd Axa, Elî Merdan, Elmas Xan, Eyşe Şan, Hesen Cizirî, Tahsîn Teha, Îsa Berwarî, Hesen Zîrek û hwd nas dike û bi gelek hunermendan re têkilî û xebatên xwe domandiye. Demekê ew û Seîd Axa bi têkiliya Celal Guzelses ji Bexdayê tînin Amedê. Li mala ku Celal Guzelses ji wan re amade kiriye, bi qasî şeş mehan bi hev re dimînin. Ew mal li taxa Melîk Ehmedê deriyê malê li hember deriyê saziya Dîcle-Firatê ye. Çend sal berê wekî otel dihat bikaranîn, niha dîwarê wê yê li ser cadeya Melîk Ehmedê vedibe û xanî kirin aşxane.

Celal Guzelses strana Seîd Axa ya bi navê ‘Ez Kevok’ im û bi sedan stranên wekî din ji wan her du kesan digire û paşê bi tirkî şîrove dike. Guzelses ji M. Arif û Seîd Axa dixwaze ku li ser Mistefa Kemal kilamê çekin û bibêjin. Heke vê pêk bînin ew ê Mistefa Kemal wan efû bike û ew ê bi serbestî dikaribin li Cizîrê bimînin. M. Arif qebûl nake û vedigere Bexdayê. Paşê diçe Dihokê û heta sala 1986’an diçe ber dilovaniya xwe, li wê derê dimîne.

Seîd Axa strana bi navê Mustefa Kemal Paşa çêdike, Celal Guzelses li koşka Saman (Gazî Koşkî) bi Mistefa Kemal dide guhdarkîrin û Mistefa Kemal jî Seîd Axa efû dike. Gelo îro çend kes Seîd Axa nas dikin. Yên M. Arif nas dikin û bi hesreta sewta dengê gewrî û têlê tembûra wî ne bi milyonan in.

Ka binêrin gelo ji ew rojê heta roja me ya îro çi guheriye? Ji zêdebûnê pêvetir!

Yên wek Celal û Seîd Axa bi hezaran hêj didomînin vê yeke. Yên wekî M. Arif jî bi hezaran in, lê derdê ser derdan zêdebûna ew kesên ku ji kê re xizmetê dikin nizanin û ruhê muzîka kurdî tune dikin (ziman kurdî, muzîk biyanî).

Qonfîçyûs dibêje; “Muzîka xwe bi min bide guhdarîkirin, ez ji te re bêjim tu çi kes î.”

Dema mirov li M. Arif guhdarî dike kesayetiya wî li ber çavan e. Ew kesayeta nemir e. Ew kesên te naskiriye û li te guhdarî kirine, te ji bîr nakin û tu yê her tim di dilê wan de bijiyî.