Rojnameya Heftane

Pênûsa Kurdistanî dengê Simo

Navenda Nûçeyan

Li ser rûyê erdê gelek qebîle, qewm, civak û gel hene ku ji bo berdewama çand, ziman, wêje, kevneşopî û hwd. û veguhastina ji bo nifşên nû, gelek li ber xwe dane û têkoşiyane. Gelê kurd jî yek ji van civakan e.

Gelê kurd bi taybetî bi rêya wêjeya devkî, çand û zimanê xwe parastine û ew veguhastine nifşên nû. Wekî her tiştî ji bo parastina çand, ziman û kevneşopiya civakê dîsa jinên kurd pêşengî kirine. Di her serdemê de, jinên kurd li gorî şert û mercên dema xwe, hewl dane yan bi wêjeya devkî yan jî bi wêjeya nivîskî çand û zimanê xwe biparêzin û bigihînin pêşerojê.

Di dîroka gelê kurd û jinên kurd de Mesture Erdelan Kurdistanî û Sûsika Simo du jinên girîng ên serdema xwe ne. Ew her du jinên ku di wêjeya devkî û nivîskî de ji bo berdewamiya çand û zimanê kurdî ked dane, hê jî di roja me ya îro de ji aliyê jinên kurd ve wek mînak tên dîtin û xwedî li mîrasa wan tê derketin.

Dîroknasa yekemîn

Navê wê yê rastîn Mahşeref Xanim e lê bi navê Mestûre Erdelan Kurdistanî tê nasîn. Mahşeref Xanim ku wek jina kurd a dîroknas a yekemîn tê zanîn, di helbestên xwe de navê Mestûre ku tê wateya ‘girtî’ bi kar aniye. Mestûre Kurdistanî di sala 1805’an de li bajarê Sineyê tê dinê û xwedî malbateke arîstokrat e. Hîn di biçûkatiya xwe de dest bi xwendinê dike, ji bilî wêjeya farsî û erebî xwe ji aliyê fikiha îslamî ve jî perwerde dike. Di 28 saliya xwe de bi waliyê Sineyê Xusrewxan Erdalanî ku ew jî wekî Mestûre Kurdistanî evîndarê wêjeyê ye, dizewice, lê Mestûre piştî mirina hevjinê xwe ji ber sedema aloziya di nav xanedana mîrtiya Erdalanê de ji neçarî ji bajarê Sineyê koçî bajarê Silemaniyê dike û piştî salekê ji ber nexweşiyekê, sala 1847’an di 43 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide.

Mestûre xwedî kesayeteke edebî bûye û dema hevjînê wê Xusrewxan li jiyanê bûye, kesên şaîr û zana di dîwana wê de kom bûne û li ser wêje, felsefe û zanistê nîqaş kirine. Di van civînan de Mestûre Kurdistanî xwedî cihekî girîng bû. Heta ji ber qabîliyet û kesayeta wê ya zana gelek nivîskar û helbestvanên wê demê, di nivîsên xwe de pesnên wê dane.

Helbest û Mestûre

Gelek helbestên Mestûre Kurdistanî negihîştine roja me ya îro. Di dîwanên wê de helbestên xwe bi du zimanan, bi kurdî û farsî nivîsandine.

Mestûre Kurdistanî piranî di helbestên xwe de bêrîkirina xwe ya hevjînê xwe Xusrewxan û di hin helbestên xwe de jî gazinc û her wiha hesreta xwe ya ji bo Sineyê aniye ziman.

Sûsika Simo

Di nav kurdên Yekitiya Sovyeta Kevn de, jina kurd a dengbêj û hunermend a yekemîn a derketiye ser dikê Sûsika Simo ye.

Sûsika Simo di sala 1925’an de li gundê Mîrekêda yê herêma Elegezê ya girêdayî Ermenistanê wek keçeke malbata êzidî tê dinê. Sûsika Simo jina dengbêj a yekemîn e ku di sala 1946’an de li ser navê gelê kurd derketiye ser dikê û kilam gotine. Wê demê tu dengbêjên kurd ji aliyê dewletê ve nehatibûn qebûlkirin û Sûsika Simo cara yekemîn di sehneya dewletê ya Ermenistanê de kilam gotine.

Kaset dernexistiye

Mînak; Belgia Qadir û Aslîka Qadir tenê di radyoya Erîvanê de kilam gotine lê Sûsika Simo tenê kilam negotine her wiha derketiye ser dikê jî. Sûsika Simo ku ji ber şert û mercên dema xwe tu kaset dernexistiye, tevî vê yekê jî hin berhemên wê gihîştine roja me ya îro. Sûsika Simo di sala 1977’an de li Erîvanê diçe ber dilovaniya Xwedê.

Bêguman ev her du jinên kurd ku di demên cuda de bi kar û xebatên xwe ji bo parastina çand, huner, wêje û hwd. pêşengî kirine, ji bo gelek jinên kurd bûne mînak.