20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şirîkiya Bêaram

Hin nîqaşên bingehîn ên di navbera teorîsyenên femînîzmê de, her çiqas sal û dem di ser re derbas bibin jî ji girîngiya xwe û bandora xwe ya li ser nîqaşên li dû xwe pir tişt winda nakin. Yek ji nîqaşên bi vî rengî jî ya di navbera Seyla Benhabîb û Judith Butler de ye. Seyla Benhabîb di nivîsa xwe ya bi navê “Şirîkiya Bêaram” de têkiliya navbera postmodernîzm û femînîzmê dinirxîne û rexne dike.
Li gorî Benhabîb femînîzm di bin bandora postmodernîzmê de bi xeteraya windakarina hin îdealên xwe yên bingehîn ve rû bi rû maye. Li gorî wê postmodernîzm bi tezên xwe yên wek “mirina dîrok, mirov û metafizîkê” hin nirxên mirovatiyê ku wateya xwe ji îradeya çalakbûnê digire û her wiha yên civakî yên polîtîk û exlaqî ji holê radike û kirdeyê jî bi vî awayî bê
wate dike.
Bi teza “mirina mirov” postmodernîst têgînên bingehîn ên esasî yên mirov û xwezayê tune dihesibînin û îdia dikin ku mirov hilberînek (produkt) û avasaziyeke (konstrukt) dîrokî, civakî û devkî ye. Lewma li gorî nêrîna wan “kirde” ji bilî sekna xwe ya nav hevokê û zimên ne xwedî tu wateyekê ye. Ev tez ji hêla Judith Butler ve di çarçoveyên teoriyên femînîzmê de di kategoriya “jin”ê de hîn berfirehtir hatine analîzkirin. Analîzên wê di bin navê ‘queer theory’ de kom bûn û îro ji hêla gelek kesan ve –bi taybetî ciwanan ve- tê şopandin.

Judith Butler dibêje, ne tenê zayenda civakî, di heman demê de zayenda biyolojîk bixwe jî ne xwezayî ye û di hişê me de tê avakirin. Li gorî Butler mêrek an jî jinek ne ji ber ku xwedî bedenên mêr an jî jin in, wisa tên binavkirin. Berevajî vê ji ber ku bedenên mirov wek “jin” û “mêr” tên pênasekirin, em dibêjin ev kes “mêr” e û ev kes jî “jin” e. Ango zayenda biyolojîk jî bi zayenda civakî ve û li gorî wê tê sazîkirin, bi ziman jî teşeya wê tê danîn. Bi vî awayî Butler “zayenda biyolojîk” bixwe kir mijara pirsgirêkê û bi vî awayî bi taybetî di nav cîhana femînîst de bû sedemên nîqaşên gelek dijwar. Butler dibêje nasnameyên zayendî wek çalakiyên performatîf in. Ango wek mînak dema zarokek tê dinê, kesên derdora pitikê yekser ji hev re zayenda zarok bi nav dikin. Gotina “keçikek e”, an jî “kurikek e” ne girêdayî zayenda zarok tê gotin, bi vî awayî zarok tê kategorîzekirin. Ev kategorîzekirina Butler wek çalakiya ziman a performatîf bi nav dike û dibêje “ji derveyî me û bêyî îradeya me em tên kategorîzekirin, nasnameyên tên çêkirin û binavkirin.” Lewma jî kategoriya “jin” tune ye û ya heyî jî divê bê hilweşandin.

Seyla Benhabîb di rexneya xwe de balê dikişîne ser teza “mirina (a rastî kuştina) kirdeyê” û dibêje bêguman kirdebûn ji hêla ziman, vegotin û çandî ve tên sazîkirin. Lewre bi rêya vegotinê em behsa xwe dikin û rast e, ev vegotin bi rêya çandî ku li ser nasname û biyografiyên me bandor dikin, teşeya xwe digire. Lê ligel vê yêkê, ev nayê wê wateyê ku em di nav vê dîrokê de tenê endamên bêbandor in. Divê em helwesta xwe nîşan bidin ku em hem nivîskar û hem jî dilêr û egîdên çîrokên xwe ne. Li gorî Benhabîb her çiqas kirde bên kategorîzekirin jî li dû xweseriyê ne û dipirse: “Bêyî vê prensîbê projeya rizgariya jinan, kirdebûna wan, xweseriya wan û hebûn û xwebûna wan çawa dikare bê fikirîn û parastin?”

Benhabîb dibêje ger kategoriya “jin” ji derve de hatibe avakirin û em li ser vê avakirinê hatibin sazîkirin, wê demê divê wateya guhertin û tekoşînê jî nemîne. Eger em bixwe ne xwedî îrade bin, wê demê têkoşîna zayendî ji bo çi ye? Mirov dikare di nav têkoşîna jinan/femînîstan de hin helwestan rexne bike; lê çawa dibe ku mirov hemî daxwazên ji bo nasname, biryarbûn, xweseriyê –bi hinceta ku ji derve de hatine avakirin- hilweşîne. Benhabîb pir di cih de dibêje: “Niha ji me tê xwestin ku em bawer bikin li pişt rûpoşên me tu hebûnek tune ye.”

Kategoriya “jin”ê wek nasnameyeke zayendî, lê di heman demê de wek nasnameyeke polîtîk û civakî pênasekirin, bêguman bi saya tekoşîna bi sedan salan a jinan ve girêdahî ye. Jin di ferqa bindestbûna girêdayî zayenda xwe vê pergala serdest û girêdayî vê civakê analîz kirin û nasnameya xwe, kirdebûna xwe li ser vê analîzê bi pêş xistin. Hem ji bo guhertina zimanê serdest û hem jî ji bo xuyakirina rastiya xwe têkoşîneke bênavber tê meşandin. Ya ku dawiya dawî dê nasnameya -çi zayendî, çi civakî û polîtîk- azad, ku ji hebûna wê şik nabe, ava bike ev yek e.