19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnerên Swêd û Albanyayê çûn serdana Rojava

Di nav hefteyê de piştî ku der barê  hevdîtinên yekitiya kurdî yên di navbera PYNK –ENKS’ê  de peyamên neyînî hatin dayîn,  ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dijwar pêk hatin. Bi van êrîşan re hevdîtinên dîplatîk jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbûn. Bi serokatiya Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Swêdê Per Ornîûs ji Swedê heyetek serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Heyetê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5 rojan hevdîtinan kir. Heyet hem bi PYNK’ê hem jî bi ENKS’ê re rûnişt û piştgiriya xwe ji bo hevdîtinan anî ziman. Heyetê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî re jî hevdîtinek kir û piştgiriya xwe ya ji bo parastina HSD’ê ya herêmê anî ziman û li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li herêmê derket.

Ji bilî van hevdîtinên xwe yên partiyên siyasî û HSD’ê re heyetê bi nûnerên Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriyeya Demeokratîk (MSD) re hevdîtinan pêk anîn. Di van hevdîtinan de aliyan li ser pêşeroja herêmê û çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî yên li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne axivîn. Heyetê qebûl kir ku çeteyên DAIŞ’ê yên swêdî li herêmê bên darizandin.

Serokê heyetê Per Ornîûs, der barê  serdana wan de diyar kir ku piştgiriya Rêveberiya Xweser dikin û hêvî dikin ku ji bo tevahiya Sûriyeyê bibe nimûne. Ornîûs, destnîşan kir ku ew ne di nav lihevkirinên şerê li herêmê de ne û berovajiyê vê ew hewl didin rê li ber şerên heyî bigirin û çareseriya li cem aliyan bi pêş bixin.

Heyeta Albanyayê

Piştî heyeta Swêdê ji Komara Albanyayê jî heyetek serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di heyetê de Şêwirmendê Serokwezîrê Albanyayê yê Rojhilata Navîn Mark Xerîb, General Glides Nano û  Efser Andrt Dode cih girtin. Heyetê serdana Hevserokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer kir û li ser pirsên siyasî, ewlehî, xizmetguzarî û rewşa kampên koçberan gotûbêj kirin. Her wiha aliyan rêbazên hevkariyê ji bo têkoşîna li dijî terorê jî bi hev re gotûbêj kirin.

Nirxandinên Misrê

Ji bilî van serdanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyên balkêş ji Misrê hatin. Wezîrê Karên Derve yê Misrê Sameh Şukrî, bertek nîşanî destwerdanên Tirkiyeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got ku xema wî ya herî kûr der barê destwerdana Tirkiyeyê ya Sûriyeyê de ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Misirê Ehmed Hafiz jî bertek nîşanî destwerdanên Tirkiyeyê da û diyar kir ku hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyê ji bo tevahiya herêmê xetere ye. Hafiz got ku wê welatî wî li dijî hewlên guhertina demografiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bixebite.