spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelek parêzer hatin binçavkirin

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) lêpirsînek nû da destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de gelek parêzer, nûner û endamên rêxistinên civakî yên sivîl  hatin binçavkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin dozgeriyê der barê 101 kesî de biryara binçavkirinê derxistiye. Di vê çarçoveyê de li Amed, Şirnex û Semsûrê polîsan bi ser gelek malan de girt.

Di serdegirtina malan de heta niha 19 jê parêzer bi dehan kes hatine binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Li gor agahiyên heta niha em hînbûne navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Bunyamîn Şeker, parêzerên din Abdulkadîr Guleç, Eshat Aktaç, Serdar Talay, Îmran Gokdere, Diyar Çetedîr, Serdar Ozer, Ferîde Laçîn, Gevriye Atli, Resûl Tamûr, Cemîle Tûrhalli Balsak, Ahmet Kalpak, Devrîm Bariş Baran, Neşet Gîrasûn, Sedat Aydîn, Şîvan Cemîl Ozen, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Samsûrê Prz. Bulent Temel, Mahsum Bati, rêveberê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Diyar Dîlek Ozer û endama federasyonê Leyla Ayaz, endamê Konseya Navendî ya TTB’ê yê berê Şehmus Gokalp, endamê DÎVES’ê Suleyman Okur, endamê Meclisa Şaredariya Rezanê Panayir Çelîk, rêveberê HDP’ê yê Amedê yê berê Îlhamî Yurek, endamê SES’ê yê hatibû îxraçkirin Ûmît Çetîner, endamê HABER-SEN’ê Mehmet Kaçar, Plangerê Bajêr Haknaz Sadak û Edîtora Jinnewsê Roza Metîna, mamosteyê MED-DER’ê Salîh Ongun, rêvebera HDP’a Sûrê ya berê Nîmet Kizgin, nivîskar Mehmet Saît Arzû, Endamê Meclisa HDP’ê Eşref Mamedoglû, rêveberê HDP’a Yenîşehîrê yê berê Şaban Turan, Hevseroka HDP’a Çinarê yê berê Abdulkadîr Dogan, rêveberê HDP’a Çinarê yê berê Feyzî Demîrkiran, rêvebera HDP’a Peyasê Aygul Alagunduz, endama HDP’ê Surbiye Tekgoz û Mele Haci Kaday, Ayşe Ay, Teyfîk Karahan, Serhat Aktan, Edîp Yîgît.”

Baroya Amedê bertek nîşanî binçavkirinên li Amedê ku piraniya wan parêzer in da û wiha got: “Reforma darazê, bi binçavkirina parêzer û nûnerên rêxistina sivîl dest pê kir.”

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bertek nîşanî operasyona binçavkirinê da û wiha got: “Ev operasyona piştî daxuyaniya reformê ya desthilatdariyê pir manîdar e.”AMED