Rojnameya Heftane

Rantxwarî, malxwarî û kedxwarî

Vê gavê karê herî hêsan karê bi riya hizra teorîk dijberiya kapîtalîzmê ye. Yekser em dikarin bibêjin sermayedarî pergaleke talankar e, bi darê zorê keda xebatkaran desteser dike, berhemên bi destê wan hatine çêkirin wekî talanekê ji xwe re dike mal û difiroşe. Qezenca pê dike jî li dewsa bide xwediyê karûxebatê ango karkeran ji xwe re hildide û dişuxulîne.

Bi taybetî dîtina Karl Marks li ser van her du bingehan hatiye rûniştandin.

Ya yekem zordestiya li ser kedê ango hilberînê ye. Li gor vê, sermayedar bedela keda xebatkar a heq kiriye nadê. Ev kedxwarin e.

- Advertisement -

Ya duyem li bazarê firotina berheman girêdayî buhayê ye. Dîtin ew e ku, “ji ber pêdiviyê, kesên daxwaza berhemê dike, hatiye bazarê û ji bo vê ji destê rikeberên xwe derxîne û bike malê xwe, buhayê nirxê berhemê zêde dike. Bi vî awayî kesê firoşker dibe xwedî qezenceke din ku ji nirxê hilberînê, yê berhemê zêdetir e. Ev jî malxwarin e.

Lê rewşa îroyîn ji vê rastiya kedxwarin û malxwarinê derbas kiriye û gihîştiye merhaleyeke bêpîvan. Êdî di ber xebata karkeran de robot jî hene. Her wiha alavên li ber destan gelekî bi pêş ketine û xebatkar jî wek dema Marks zêde naxebitin û nahincirin. Li dewsa xebatkaran niha êşa mezin a şêniyê betal û bêkar e. Yanê kesên ku dixwazin keda xwe erzantir pêşkêş bikin, lê beramberî vê jî nikarin karûxebatekê peyda bikin hene. Ev li bendê ne ku karekî bibînin, pê bibilênê û debara xwe bikin. Mixabin ev derfet jî her diçe kêm dibe.

Bi taybetî welatên ji hêla aborî ve hejarmayî, ji hêla zanistî ve paşdemayî, ji hêla xwerêxistinkirinê ve bêçaremayî nikarin li hember rikeberên xwe bikevin pêşbaziyê û ji hêla çêkirin û bidestxistina berhemekê ve bi ser bikevin. Lewma hêviya xwe birîne ku xweserê xwe serederiya tiştekî bikin. Lê belê giraniya xwe dane lêgerîna serdestekî ku xwe bispêrinê û erzanî be jî derfetên karpêkirinê bi dest bixin. Ev rêûdirba ji hêla aborî ve pêk hatiye, êdî bûye fêrdariya siyasî, çandî û cîvakî jî. Lewma kîjan dewlet bikaribe sermayeya şîrketên mezên ên navneteweyî ango cîhanê binîn welatê xwe, xwe serkeftî dibînîn. Ji bo vê bertîlê didin lobiyan, hewildanên siyasî û dîplomatîk saz dikin. Radigihêjine hebûnên welatê xwe û pêşkêş dikin ku şîrketek navneteweyî biryara sazûmaniya karekî li ser axa wan bike.

Bi vê sayê pîşesazên mezin ên navneteweyî êdî yekser bi çêkirina berheman re eleqedar nabin. Bêhtir giraniyê didin ser vekolînê, afrîneriyê û rêxistina pergala hilberînê. Ji bo çêkirina berhemeke pîşeyî karê çêkirina her parçeyekî bi welatekî re parve dikin. Lewma him erzan didin çêkirin, him jî rêûdirbên hînbûn û destxistina pergala berhema pîşeyî digirin û heya bigire kilît dikin. Ji çêkirina otomobîlan bigirin, heyanî dermanan, kompîter û nivîsandina plankirina xebata wan, çêkirina çekûsîlahan gelek cure bi riya patentan, zanîna hunerî û pîşeyî, plankirin û projekirinê hemû di destê wan de ne.

Ev rewş êdî wek rantxwarî tê qebûlkirin ku radeya talana wê, bi kedxwarin û malxwarinê re nayê rûberkirin. Gel van dewletên petrolfiroş, çekfiroş jî di nav de her yekî serê kaniyekê girtiye û nahêlin kes û hêzek jê feydê bibîne.

Hizra rantxwarinê bi Davîd Rîcardo yê îngilîz tê nasîn ku di destpêka pîşesaziyê de ev rewş dîtiye û lewma rexneyê li vê pergalê dike. Piştî ramansazê sermayedariya serbest (lîberal kapîtalîzm) Adam Smîth kesê duyemîn ê mohra xwe li vê pêvajoyê xistiye Rîcardo ye. Gelek çepgir, anarşîst, keynesyen û daxwazên pergalsaziya rêxistinkirî (ordnung economy) û neo-rîcardiyen ji bo rûniştandina bingeha dîtina xwe Rîcardo wek referans dibînîn.

Serqise, li gor angaşta xwediyê vê dîtinê heke rantxwarî bê sekinandin an jî hevsarê wî bê zeftikirin, pêkan e ku pergala aborî ya hilberîner wê baştir bimeşe û têkiliya karker û sermayedaran jî wê li gor dengeyeke dadwerane bê rûniştandin. Ku sermayedar hewceyî karkeran e û lewma wê destekariyê bide daxwaziyên karkeran ku hevdu bihewînîn û xwe di piyaseya rikeber de ragirin. Karker jî mecbûr in sermayedar biparazên ku rê nedin ew ji nav biçe û xwe ji karûxebatê feremûş neke.

Heke em bi civata xwe re rûbirû bimînîn, em ê gelek mînakên rantxwar ên navmalî bibînin. Wekî gotina berê heke şêx û beg û axa destê xwe ji ser pişta gundiyan vekişînin, heke serwer û serbaz û karmendên payebilind îltîmasê nekin, heke hosta û mamosta û ruspî li dewsa xwedan huner û pîşeyan nas û xasên xwe nedin pêşiyê, bawer bin karker û kedkar jî, xebatkar û şixulkar jî, zana û pîşekar jî, hunermend û karmend jî, sermayedar û maldar jî wê hinekî bi ser xwe ve bên. Belê rasterast pergala kedxwarin û malxwarinê yekser ji holê ranabe, lêbelê çêtir e ku li dewsa riya purçkirinê riya kar û xebatê bê vekirin.