19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ristemê Zal kî ye?

Mem Farqînî

Gava demsal dibû dawiya payîzê, şêniyên gund tevan kar û xebatên xwe diqedandin. Û li benda zivistanê, li benda wan şevên dirêj diman. Ew ê jî piştî ew qas kar xebat û westandinê bêhna xwe bidana. Heta bihareke din wê hêdî hêdî amadekariya xwe bikirina. Dayika xweza heta careke din xwe komî ser hev bike, ew ê jî biketina nav şahiyê; kêfa rojên bêkar bikirina.

Demsala zivistanê ji bo gundiyan dibû destpêkek nû. Di van şevên zivistanê yên dirêj de, dihatin cem hev û heta derengiya şevê bi qerf û henekan, dem derbas dikirin. Ev tişt hema hema tim wisa bû. Jiyana rojane jî bi gelemperî bi vî awayî derbas dikirin. Vaye careke din zivistan bi hemû heybeta xwe li ser pişta hespa xwe rûniştibû. Bi çar gavkî ber bi wan ve dihat; ji bo were û li ser sînga cîhanê rûnê. Dengê lingên hespa wê roj bi roj nêz dibû.

Gundî jî di van şevên dirêj de hema hema her şev li mala gundiyekî kom dibûn. Di van şevbuhêrkan de dihatin ba hev. Carcaran li ser pirsgirêkên gund, parvekirina agahiyek nû, piranî jî ji bo şeveke xweş derbas bikin dihatin ba hev. Bi gelemperî di van şevên dirêj de lîstikên wek diz û gundî, gustîlk dilîstin. Gelek caran jî ev şev bi çîrok, çîrçîrok, henek, qerf, mamik, bi pêşbazî û tiştên din derbas dikirin.

Îşev wê  civat li mala xalê Mehmûd kom bibûna. Xalê Mehmûd yekî xwîngerm û xweşsohbet bû. Ji xeynî van şevên dirêj jî civata wî tim geş bû. Mêvan ji mala wî kêm nedibûn. Bi vê xweşhaliya xwe di nav şêniyan de ji xwe re ciyekî taybet çêkiribû. Loma ji gundiyan kî şîva xwe dixwar, bê sekin radibû û ber bi mala xalê Mehmûd ve bi rê diket. Êdî bi qasî nîv saetî saetek li ser şîvê derbas bibû. Ji niha ve hemû rihspiyên gund û çend jî zarok li wê menzela mezin amade bûn.

Gava li ser pirsgirêkên gund an jî di der heqê jiyana rojane de nîqaş dikirin, li gorî şevên din ev ji bo van zarokên biçûk dibû xedarî û bêrehmiyek mezin. De îcar sihûd çawa li rûyê wan keniya. Hin zarokên biçûk bi destê bavê xwe digirtin û dihatin. Zarokên hinek din mezin bûn ji bo alîkariya malbatê, hinek ji wan jî ji bo xwe wek endamên civatê bidin qebûlkirin dihatin. Bi gotineke din dixwestin şekalên xwe têxin nav solên camêran. Loma di şevbuhêrkan de dixwestin kom bibin. Ev tişt her çiqas ji bo alîkariya mazûvan be jî ji aliyê din jî di aliyê civakbûyînê de dibistanek mezin jî bû. Di van şevan de gelek tiştan hîn dibûn. Ev dibistan di heman demê de li cîhanê dibistana herî kevin bû. Rêbaz û rêgezên vê dibistanê bi hezar salan berê ji aliyê civaka xwezayî ve hatibû avêtin.

Menzela ku lê rûniştibûn bi dûyê titûna qaçax tije bûbû. Ji niha ve wisa bibû ku çav çavan nedidîtin. Ji alîkî ve çaya ku ji binxetê hatî, ji alîkî ve titûna xursê û gurmegurma soba êzingan… Îşev her tişt li gorî dilê mêvan û mazûvanan bû.

Piştî ku çaya xwe vexwarin qederek şûnde Şikriyê kurê Selamo û du hevalên wî di destê wan de sêniyên tije mewij, nokên di nav sîlikê de hatine çêkirin, bastêq, kakilên gûz û behîvan ketin hundir. Sêniyên di destên wan de bûn bi awayekî hurmetkar danîn ber mêvanan. Xwelîdankên bi xwelî û bacikên cixareyan tije bûn vala kirin û çûn ber deriyê menzelê li ser çokan rûniştin. Rûspî û sermiyanên gund jî di navbera xwe de xeber didan, carcaran jî destên xwe dirêjî sêniyên bimewij û behîvan tije bûn dikirin, diavêtên devê xwe.

Bi têra dilê xwe çay vexwarin, mewij û kakilan xwarin. Êdî herkes li benda ew saeta pîroz bûn. Ev kelecana wan tu car nedihat gotin. Lê belê te digot qey di hin tiştan de şêniyên gund di nav xwe de peyamek veşartî xistine meriyetê û li gorî wê tevdigerin. Îşev jî xuya bû ku yek ji wan şevan bû. Ew menzela ku dengê tu kesî nedigihîşt ê din, ji nişka ve ketibû nav bêdengiya mirinê. Ev bêdengbûn ji bo xalê Cemîl bibû nîşaneya destpêka çîroka  nîvcomayî. Wê serpêhatî ji nû ve dest pê bikira.

Gava bêdengbûn ji nişka ve dest pê kir xalê Cemîl jî ev fermana veşartî girt.  Du – sê  caran li ser hev bû kuxtekuxta wî.  Beriya dest bi xeberdanê bike, wekî her carê qirika xwe paqij kiribû. Hêdîka li derdora xwe mêze kir. Hemû çav li ser wî bûn. Li devê wî mêze dikirin. Tu kes  nedixwest gotinên ku wê ji deva derkeve birevîne. Îşev wê dawî li çîroka xwe bianiya. Loma jî ji hemû wan şevên din baldartir bûn.

Xalê  Cemîl jî di bin giraniya vê de çavên xwe li ser civata ku li menzelê amade bû  gerand. Çavên wî hat li ser Şikriyê kurê Selamo sekinî. Şikrî û hevalên wî li dawiya tevan, li ba derî, di nav pêlavan de rûniştibûn. Lê belê ji ber ku ewqas ji dil ji bo guhdarîkirinê xwe amade kiribûn te digot qey li pêşiya tevan rûniştiye. Xwe ji zû ve amade kiribû ji bo guhdarîkirinê.

Xalê Cemîl gava ev rewşa wî dît kêfxweş bû. Di dilê xwe de got; “Waye yên li pey me  werin hene. Ev çanda me ya qedîm heta ku yek ji me hebe wê bidome. Ew ê ji nifşek bigihîje yeke din. Heke di demên pêş de ez jî hinek bi wî re eleqedar bibim, wisa bawer dikim ku di demên pêş de şagirtek baş wê ji wî derkeve.”

Di bin giraniya çavan de cara dawî qirika xwe paqij kir. Cixareya ku du deqe berê pêçabû pêxist û dest bi xeberdana xwe kir. Hevok yek bi yek ji deva derdiketin. Kîjan çîrok dibû bila bibûya, navber li ku dabû ji bo xalê Cemîl ferq nedikir. Destpêk yek bû. Û waye dest pê kiribû. Bi wan hevokên xwe yên nemir wek ku xalîçokek hevrîşim hûr hûr birêse tevdigeriya.

Rojek ji rojan rehma xwedê li ser dayik û bavên hazir û guhdaran. Hebû tunebû, cengawerek bi navê Ristemê kurê Zal hebû. Ev cengawerek wisa bû ku nav û dengê wî li hemû cîhanê belav bibû. Hemû kesan taybetiyek wî di xwe de didît. Wisa ku ji hemû cîhana Rojhilat ên bi nav û dengê wî nebihîstibûn, ên şerê di navbera wî û Tûraniyan de nizanîbû cenga, di navbera wî û kurê wî Sohrab de derbas dibû nizanibûn, wan ji seriyek sîr jî nedihesibandin.

Xalê Cemîl her ku xeber dida liv û tevgerên wî jî li gorî cengê an jî li gorî zehmetiyên ku rûbirû mabû diguherî. Ev tişt bandora xwe li ser gundiyên ku li wî guhdarî dikirin jî dida xuyakirin. Xalê Cemîl carna destê xwe wek şûr dihejand, ew jî wek ku bixwazin serê xwe ji derba şûr biparêzin paşve dikişandin. An jî gava gurzê xwe li nav pişta dijminê xwe dixist, ji wan çend kesan bê hemdê xwe destên xwe diavêtin pişta xwe.

Kêf û coşeke mezin hebû di nav şêniyên menzelê de. Gava şerê di navbera Ristem û şahînşahê Tûraniyan dest pê kir, teva bêhna xwe girtibû. Ditirsiyan bêhna xwe berdin. Heke yekî din ev rewşa wan bidîta wê bigota teqez ew jî di nav şer de ne. Lê di dawiya şer de gava Ristem  şahînşahê Tûraniyan ji ser pişta hespê wî, ew avêt êrde, piyê xwe danî ser sitûyê wî, kêf û coşa wan gihîştibû lûtkeyê. Hemû kesên li wir bûn ev çîroka herî kêm sed car guhdarî kiribû. Lê dîsa jî bi xwe nikaribûn. Wek ku hê nû guhdarî dikirin. Çend kes bê hemdê xwe bi dengek ji kûrahiya dilê wan dihat wisa gotibûn, “Wey sihet xweş, te  dilê me rehet kir.”

Ev her çiqas çîrok be jî jiyanek di vir de jî  heye. Û ev jiyan carna dibe bê rehim, çavsor û hemû êşan bi ser mirov de dibarîne. Kengî bihîstin Ristem û kurê wî Sohrab dest bi cengê kirine hinav li wan nema. Lewre piştî cengeke pir dijwar ku Ristem Sohrab têk biribû. Piştî wê  cengê Ristem bi awayekî hîn bibû ku Sohrab ji xwîna wî nîvê dilê wî, kurê wî bû. Ev agahî  bask li wî şikandibû. Gundî jî wek Ristem baskşikestî  û sitûxwar bibûn. Wek Ristem şîna Sohrab girtibûn.

Dem derbas dibû. Ji dûr ve dengê hewtehewta kûçikên gund dihat. Û xalê Cemîl hêdî hêdî ber bi dawiya çîroka xwe ve dihat. Bîstek din wek her tiştî ev çîrok jî bi dawî bibû. Xalê Cemîl gava bêhneke kûr kişand û got; “Ev çîroka me çû deştê, dê û bavên guhdaran jî cih bihiştî” ev dihat wateya ku ev çîrok jî xelas û bi dawî bûye. Lê belê li rexmî van gotinan civatê hê jî li devê wî mêze dikir, ka ew ê tiştek din bêje an na.  Xalê Cemîl ji dêvla xeber bide dest avêt titûna li ber xwe. Ji xwe re cixareyek pêça. Pêxist. Dûman kişand nav kezeba xwe. Dîsa kuxikek dest pê kir.  Dengê gundiyan ên digotin “Sihetxweş, her hebî “ digihîşt guhê wî. Li ser bêdengmayîna xalê Cemîl wan jî êdî qebûl kiribû ku çîrok bi dawî bûye. Êdî gihîştine dawiya şeveke din.

Wê demê êdî Şikriyê kurê Selamo xwe negirt. Rabû ser xwe, ji dawiya menzelê hat, xwe avêt destê xalê Cemîl. Bi her du destan destê wî girt. Û çend caran li ser hev ma-çî kir. Wisa xuya dibû ku pir zêde di bin bandora çîrokê de maye. Ji kelecanê nizanibû çi bike. Dixwest xeber bide lê belê ji kelecanê nikaribû xeber bide. Dema hinek hat ser hemdê xwe serê xwe xwar kir, bi dengekî hurmetkar lê bi kelecanî got; “Xalê Cemîl ez dikarim di der heqê çîrokê de tiştek ji te bipirsim?”

Xalê Cemîl jî li wî mêze kir. Destê xwe di serê wî da. Û di dawiyê de got; “Belê Şikrîcan. Tu dikarî pirsek ji min bikî. De ka bibêje tu yê ji xalê xwe çi bipirsî?” Gava Şikrî dest bi xeberdanê kir û pirsa xwe pirsî, xalê Cemîl li ciyê xwe sor bû, reş bû, şîn bû. Rengê wî ji rengekî çû ser rengekî din. Lê belê ji ber ku zarok bû nedixwest dilê wî bihêle. Wî ji xwe sar bike. Di dawiyê de dîsa ket navberê û got; “Belê Şikrîcan te yê çi bipirsiya?”

Li ser vê  pirsê Şikrî got; “Xalê Cemîl bi rastî ev hefteyek e tu ji me re çîroka Ristemê Zal dibêjî. Û çîrokek ewqas xweş heta niha min li tu deverî gudarî nekiribû. Lê di vê çîrokê de tişta min fêhm nekir ev bû. Ev Ristemê Zal mê bû an nêr bû. Heke te di destpêka çîrokê de vêya jî bigota wê baştir nebûya gelo?”

Xalê Cemîl dema van gotinên dawî bihîst  êdî xwe negirt. Devê xwe vekir û xwest çi were ber deva bibêje. Lê belê bi zehmetî be jî xwe girt. Dengê xwe nekir. Sola xwe kir piyê xwe. Beriya ku di tariya şevê de, di bin ewrên reş û tarî de wenda bibe careke din destê xwe di serî da û got; “Ew jî wek te mêrek ji mêran e. Û di tariya şevê de wenda bû.”  Şikrî bi wan çavên xwe yên beloq li wî mêze kir. Hewtehewta kûçikên gund tariya şevê kûrtir dikir.