Rojnameya Heftane

Rovî û dîkê Xursê

Adil Başaran

Valakirina gundan, ne tenê zirar da gundiyan, hemû ajal û teyr û teba jî para xwe jê girtin. Ji ajalan yê herî zêde ji valakirina gundan zirar dît rovî bû. Binêre bê çi tê serê roviyê zana.

Rovî her tim û dayîm di nav kêf û xweşiyê de bû. Dema birçî dibû, diçû bi dora şivan û gavanan diket û erzaqê xwe temîn dikir. Di nav bax û baxçeyan de çi fêkiyên ewil derdiket wî berî xwedî dixwar. Dema zayîna pez û bizinan, bi xwarina pizanan qelew dibû û pirçika wî bi çar tiliyan dirêj dibû. Xwe di ser keyayê heft gundên Xursê re didît. Şivan û gavanên gund bi tiştekî nedihesibandin, jixwe axayê hemû gundên xursiyan bû. (yanî xwe wiha didît) Piştî ku gund ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin û valakirin, rovî birçî û tazî dimîne. Digere nagere nema li der û dorê tiştekî dibîne. Ne şivan û pez; ne gavan û naxir; ne dengê elok û mirîşkan û ne dengê dîk çêlikan… rovî nema zane çi qewimiye.

Rojekê rovî debara wî hew ji birçîna tê, ji birçîna zikê wî dike qûreqûr. Difikire û dibêje ez ê herim gundê Xursê. Berê xwe dide nav gund û diçe. Dema digihêje nêzî gund, bala xwe didê ku dîkekî spî mîna melê camiyan bi dengekî bilind diqîre, kêfa rovî gelekî tê. Hema bi hêrs nêzî dîk dibe. Diçe li ber dîk disekine û wî di kîsê xwe de dehesibîne û ji xwe re dibêje, “Şîva min derket”. Rovî ji dîk dipirse debêje, “Gelo ma çi qewimiye li gund, ev bû çend roj qet nema deng û olan jê tê?” Dîk lê vedigerîne û dibêj, “Na, tiştek nebûye tu tişt neqewimiye” rovî lê vedigerîne û dibêje, “Ka ajal û sewal, ka mirovên gund ez qet kesî nabînim?”

- Advertisement -

Dîk dibêje, “Li orta gund odeyeke duqat heye û hemû mirovên gund li cem mele (seyda) li dora axa û keya, li odê rûniştine.” Li ser vê axaftina dîk, rovî kûr difikire û ji xwe re dibêje, “Jixwe dîk malê min e, de ez bi navê yezdan kim dîk viran li min dike tu mirov, keya û axa tune, jixwe mele jî çîrok e, yên ku ew qal dike mirîşk û elokên gund in, ew dibêje qey ez ehmeq im ji min vedişêre. Rovî li dîk dizîvire û dibêje, “De baş e, ez ê herim ziyaretiya mele bikim û ez ê vegerim.” Kelekela germa havînê ye. Hemû seh û kûçikên gundiyan ji birçî û tîbûna ji qudûm ketine, bi tenê xaniyê duqatî li ser xwe maye û hemû kûçikên gund xwe li siya xanî dirêj kirine.

Rovî di nav xirbeyên xirabe de dimeşe û di serê xwe de mirîşk û elokan derbas dike, dema digihêje ber xanî û derbasî  hewşê dibe, çi bibîne, hewş tijî kûçik û seh in. Ji ber germa û ji tînan hemû zimanên wan di devên wan re derketiye û dikin helkehelk. Dema kûçik çav li rovî dikevin, qêrînî ji birçînan ji nav wan tê, hemû bi hev re êrîş dikin. Rovî rê şaş dike û xwe li paceya mexzenîkê diqewimîne û bi zorê xwe ji nav lepê sehan xilas dike.

Dema tê ba dîk, nema çavên wî dîk dibîne lê dîk bang lê dike û dibêje, “Ma te çayek jî venexwar tu yê bi ku de biçî?’’ Rovî bi zorê stûyê xwe dizîvirîne û dibêje “Bi sê telaqê jin berdanê hetanî ku ev mela meleyê vî gundî be û ev cimet cimeta vî gundî be nema rêya min bi van deran dikeve’’ û dibêje, “Te got çi ji min re, te got ejderha?” Dîk ji par re deng lê kir û got: ‘’Heyran ev bû deh car gund û bajar xira kirin, talan û tajan kirin, kuştin, xistin zîndanan, kirin çar parçeyan, kirin mît, cerdevan û bekçî, lê cardin ji holê ranebûn. Car din vegeriyan cih û warên xwe ava kirin bajar û gundên xwe. Ma ereb ,tirk û farisan nikaribûn, di nav gund û bajarên me de cirîtan bavêjin. Ma qey tu yê bikaribî hey ehmaq!”

Dîk, her du baskên xwe li hevdu xist û bi dengekî bilind qêriya. Rovî reviya li paş xwe nenêrî.