23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya li ser peyman û qewlê xwe nasekine

Tê zanîn ku 9’ê cotmeha 2019’an, Tirkiyeyê êrîşî bajarên Bakur û Rojavayê Sûriyeyê Serêkaniyê û Girê Spî kiribû û ew dagir kiribûn. 17’ê cotmeha 2019’an jî bi DYA’yê re peymana Enqereyê û 22’yê cotmeha 2019’an jî bi Rûsyayê re peymana Soçiyê îmze kiribû. Serê hefteyekê ye jî êrîşê Eyn Îsayê dike û tevî ku Rûsya garantorê agirbesta li Soçiyê ye jî bi tu awayî peywira xwe ya garantoriyê bi cih nayne.

Der barê êrîşên li ser Eyn Îsayê û bêdengiya civaka navneteweyî û dewletên rojavayî de, me bi Endamê Meclisa Giştî ya PYD û Mekteba Ragihandin û Lêkolînan Qahreman Mûamed re axivîn. Qahreman Mûamed di axaftina xwe de da zanîn ku dewletên navneteweyî 8 sal in li hember êrîşên li ser Rêveberiya Xweser tenê bi daxuyanî û gotinên sembolîk bertek nîşan didin û ji bo vê yekê jî Tirkiye êrîş dike.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Qahreman Mûamed der barê Eyn Îsayê de diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê ne ji 9’ê cotmeha 2019’an ve ji destpêka krîza Sûriyeyê ve û heta roja me ya îro jî berdewam dikin û wiha got: “Bi van êrîşan dewleta tirk dixwaze barê Rêveberiya Xweser ji aliyê siyasî, leşkerî û aborî ve giran bike û ji aliyê navnetewî ve jî rewşê xirab û zahmetir bike. Yanî armanca dewleta tirk tim dagirkerî ye. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê, dixwazê tevî dagir bike. Vê yekê jî bi rêya çete û opozisyona bi destê xwe çêkirî, dike. Armanca Tirkiyeyê di destpêka krîza Sûriyeyê de ew bû ku rejîma Baasê bişikîne, lê piştre wek tê zanîn armanca wê guherî û niha jî hewl dide hêza Rêveberiya Xweser ji holê rabike û bandora wê bişikîne, kontrol bike. Ji ber vê jî bênavber êrîş dike û dixwaze kontrolê bi dest bixe. Mînakên vê jî ji dagirkirina Efrînê heta Serêkaniyê û Girê Spî, Cerablus, Ezazê ne. Li gor armanca Mîsakî Mîllî tevdigere. Sedema duyem jî ew e ku beriya Joe Biden dest bi kar bike dixwaze hin deverên din jî bi dest bixe ku hin mafan bixwe re bibîne. Nêzîkaiyên dewletên wekî DYA’yê jî wisa ne. Te çiqas erd bi dest xistibe, te çiqas dagir kiribe ewqasî dikarî bibî xwedî maf. Ji ber van sedeman her diçe Tirkiye êrîşên xwe zêde dike û êrîşa li ser Eyn Îsayê berdewam dike.”

Girîngiya Eyn Îsayê

Qahreman Mûamed destnîşan kir ku bi taybetî li ser Eyn Îsayê êrîş pêk tên û ev tişt anî ziman: “Şer niha li bakur û rojhilatê Eyn Îsayê, gundên Mişêrfê û Cehbel heye. Girîngiya Eyn Îsayê ew e ku gelek rê tê de diçin. Bi erebî jê re dibêjin ‘eqdit mûessallat’ bi kurdî jî ev rê wek rêya girêk tê pênasekirin. Cihekî stratejîk e. Ji rêya Kobanê heta Tebqa, Reqayê tê re derbas dibin. Dewleta tirk dixwaze bi dagirkirina Eyn Îsayê van rêyan ji hevdu qut bike. Dixwaze otobanê bixe bin serweriya xwe. Jixwe di destpêkê de Eyn Îsa paytexta Rêveberiya Xweser bû, wek sembolek bû ji bo rêveberiyê. Tirkiye dixwaze Eyn Îsayê ji bo van sedeman bi dest bixw, lê ez vê jî bêjim ku niha di milên leşkerî de gavek jî pêş de nehatiye û HSD li ber xwe dide.”

‘Rola garantoriyê bi cih nayê’

Mûamed di derheqê garantoriya Rûsyayê de da zanîn ku tifaqa di navbera Rûsya-Tirkiyeyê de, Rûsya beşeke sereke û esasî ye û axaftina xwe wiha domand: “Mixabin Rûsya her tim berjewendiyên xwe yên siyasî li pêşiya hevpeymanan digire. Yanî jê re qewl û ango hevpeyman ne muhîm e. Rûsya dixwaze berjewendiyên xwe bi pêş bixe di hundirê Suriyeyê de. Çawa berê Tirkiyeyê da Efrînê, berê çeteyên opozisyonê ji Hota, Şam û başûrê Sûriyeyê da Idlibê, niha jî berê wê dide Eyn Îsayê. Yanî Rûsya her tim herêmekê li beramberî herêmeke din dide. Ji ber wê jî ev bêdengiya Rûsyayê ne tiştekî nû ye. Ya din jî bi vê êrîşa Tirkiyeyê dixwaze zextan li HSD’ê bike ku Eyn Îsayê radestî rejîmê bike. Rûsya bi vê bêdengiyê dibêje ‘yan ez an jî êrîşên dewleta Tirkiyeyê’. Em vê nêzîkatiya Rûsyayê teqez qebûl nakin û divê vegera ser garantoriya xwe û dev ji rola xwe ya neyînî berde. Rûsya jî dixwaze beriya DYA’yê serweriya xwe sexlemtir dike.”

‘Banga dewletên rojavayî lawaz e’

Qahreman Mûamed da destnîşan kir ku civaka navneteweyî û dewletên rojavayî 8 sal in li hember êrîşên li ser Rêveberiya Xweser bêdeng in û ev tişt anî ziman: “Tê zanîn ku gotinên civaka navneteweyî û dewletên rojavayî lawaz in û bi dengekî kêm dibêjin hewce ye êrîş nebe hwd. Îro em li bang û nêrînên dewletên rojavayî dinêrin, tim di naverokeke siyasî de ye. Bi daxuyaniyan an jî bi gotinên sembolîk diaxivin. Me ev nêzîkatiyên wan ên ji axaftinan wêdetir naçe û axaftinên vala di dagirkirina Efrînê de jî dît. Dema Tirkiye jî dibîne dewletên rojavayî dengê xwe dernaxin ew jî êrîş dike, Rûsya êrîş dike. Ev dagirkerî ji bêdengiyê ye, ji helwesta tenê di axaftinê de dimîne. Gere îro rola van dewletên rojavayî û civaka navneteweyî ji axaftinê zêdetir be. Ji ber ku îro HSD parastina cîhanê tevî dike, parastina nirxên gelan dike. Tenê helwesta bi axaftinê têrî van êrîşên dijmirovî nake. Hewce ye îro ev dewlet li hev bicivin û dawî li van êrîşên Tirkiyeyê bînin. Yanî em dizanin ku ew jî ji bo berjewendiyên xwe bêdeng dimînin lê gere li hember van berjewendiyên ku li ser komkujiyan pêk tên, bisekinin. Bi salan e êrîş li ser rêveberiyeke wisa hene ku li hember hemû komkujiyan desekine û mafên mirovan diparêze. Gelo rola dewletên rojavayî li hember van neheqiyan çi ye?”

Ji bo çareseriya Sûriyeyê

Di dawiya axaftina xwe de Mûamed bang li dewletên navneteweyî kir ku dengê xwe li dijî êrîşên Tirkiyeyê bilind bikin, hewce ye bi roleke erênî tevbigerin û wiha got: “Dê gelê Sûriyeyê heta kengî di nav xwînê de bin. Êdî bila tenê ji bo berjewendiyên xwe tevnegerin û berjewendiyên wan ne li ser xwîna me bin. Bila herî zêde ji bo çareseriyê tevbigerin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê