Rojnameya Heftane

Bi pirtûka xwe civakê rakir ser pêyan

“Dilê min ji ber xemgîniya hovîtî û neheqiyên ku gelê min ji koleyan re reva dibîne, parçe dibe. Hin şevan dema li gel te radizam dayikên kole ku zarokên wan ji destê wan tê girtin difikirim…

Bîlançoya zilma li ser kurdan

Li Tirkiyeyê êrîşên ku ji hêla dewlet û nijadperestan ve li kurdan tên kirin, didomin. Hefteya borî ev êrîş derketin asteke bilind ku dilê kurdan dag kirin û qet nayên qebûlkirin. Di êrîşan…

Sekna li dijî zilmê

Şerîf Yilmaz

Pêvajo heta ku hûn bêjin bes nebaş e. Tu li axaftina deshilatdar û dîktatoran mêze dikî gotinek wan ya din nagirine. Dixwazî bila sîyasî be û dixwaze bila aborî be hemû jî nerast in. Ez bawer im ew bi xwe jî ji gotinên xwe bawer nakin. Me çend sal berî niha nedigot bi vî awayî nabe lê mixabin va bû çend sal li ser navê ol û baweriyê gelek mirov dîn û har kirine. Di malekê de ku yek bibêje ez her tiştekî zanim û yên ji din re ji bêje hûn bi tu tiştî nizanin, wê demê di hundirê wê malê de dê pevçûn derkeve. Dawiya pevçûnê jî xizanî û têkçûna wê malê ye. Ji bo welat û rêvebirina wî welatî jî ev tişt wiha ye.

Dema ku mirov li pergal û dîroka dîktatoran dinêre bi vî awayî him pergala xwe û him jî pergala gelê xwe tarûmar kirine lê dîsa bi vî awayî bi rê ve dibin. Bi rastî jî tiştekî pir balkêş e. Însanan birçî dike û bêçarê dihêle. Piştre ji bo ku ji nêza nemirin çend kurişan dide wan. Yên birçî dibêjin welehî ev zilam mirovekî gelek baş e. Xwedê jê razîbe lê nizane yê ku wan birçî dihêle ew zilam bixwe ye. Di pergala dîktatoriyê de dizî heye, xizanî heye, kuştin heye, girtina mirovên bêsûc heye. Çiqas tiştên nebaş hene hemû di perhala dîktatoriyê de hene. Heke li welatekî ev tiştên ku em qal dikin hebin tê wateya ku ew welat ji hêla dîktator û serdestekî ve tê birêvebirin.

Ez ê ji we re mesela cotkar, gayê wî û lawikê cotkar bêjim. Li gundekî bav û kurikê xwe diçin nav erdê xwe ku bi ga cot bikin. Nîr dikin stûyê ga û haletên xwe jî amade dikin. Mêrik misasa xwe dixe destê xwe û dest bi cotê xwe dike. Pênc kêliyan li zeviyê xwe cot dike lê ga êdî nema bi ya cotkar dike. Mêrik çawa dike ga di cot de naçe. Mêrik çend misasan li ga dixe lê dîsa jî ga nameşe û xwe davêje erdê û xwe dirêj dike. Ga li hemberî zextên cotkar li ber xwe dide û bi ya cotkar nake. Cotkar fêh dike ku êdî ew nikare bi zorê bi ga cot bike. Mêrik êdî dest ga nade û misasa xwe di axê de diçikîne. Dizîvire diçe pêşiya gayê ku bi ya cotkar nake û çavên wî maç dike. Kurik ji bavê xwe dipirse û dibêje bavo welehî min tu tiştek ji te û gayê me fehm nekir. Cotkar dibêje ji bo çi kurê min. Kurik jî dibêje bavo ga di cot de neçû û xwe avêt erdê. Tu zivirî çûyî û te di ser de çavê gayê zexel maç kir. Bav dibêje kurê min ew li gorî me ga be jî canê wî heye û vê yeka me qebûl nekir. Li ber xwe da û ya xwe bi ser xist. Ji ber vê yekê jî yê ku mirov pê nikaribe divê mirov li ber deyne û bêje her bijî ji te re.

Niha mesele hinekî wisa ye. Heke çiqas desthilat bi çavekî koledar li me binêrin jî divê em ji ya xwe danekevin. Divê em bi rê û rêbazên encamgir dikaribin bi serdestan gav şûnde bidin avêtin.  Dîsa ji şert û mercên jiyanê çiqas giran dibin jî bila bibin hewce ye mirov li hember zilma dîktatoran serî hilde û li ber xwe bide. Heke gayek dikaribe bi ya cotkarekî neke divê em mirov jî dikaribin bi ya serdestan nekin. Cotkar diçe çavê ga maçî dike lê divê serdest dest û pêyên civakê maçî bike. Ew jî bi sekna me ve girêdayî ye.