24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şewata daristanan dilê herkesî naşewitîne!

Operasyonên leşkerî yên di meha hezîranê de hatibûn zêdekirin, bênavber didomin û her carê li bajarekî bakurê Kurdistanê operasyonên nû tên li darxistin. Di nav hefteyê de li bajarê Wanê bi beşdariya cerdevan û leşkeran operasyoneke mezin hat destpêkirin. Di operasyonê de leşker li devereke berfireh a herêmê belav bûn û lêgerîn pêk anîn.

Dîsa li Bedlîsê jî operasyonek hat destpêkirin. Ji bo operasyonê ji aliyê Walîtiya Bedlîsê ve li hejmarek gund qedexeya derketina derve hat ragihandin. Piştî qedexeyê leşker û cerdevan bi maşîneyên leşkerî ketin çoltera Bedlîsê û dest bi operasyonê kirin. Ji ber operasyonê qedexeya derketina derve bi rojan berdewam kir û gundiyên li herêma operasyonê gelek zehmetî kişandin.

Şewata li Cûdî

Her wiha operasyonên ku demek beriya niha li Botanê jî hatibûn despêkirin berdewam kirin. Di operasyonan de li gelek deverên Çiyayê Cûdî agir hatin derxistin û beşeke mezin a daristanên li çiya şewitîn. Şewata daristanên li herêma operasyonan bi rojan berdewamkirin û bi hinceta ewlehiyê destûr nehat dayîn ku mirovên li herêmê şewata li Cûdî vemirînin.

Şewat li bakurê Kurdistanê bû sedema bertekên mezin. Li ser medyaya civakî bi deh hezaran kesan bertek nîşanî şewata li daristanên Cûdî da û daxwaz kirin ku destûr bê dayîn da ku şewat bê vemirandin. Li gel van bertekan jî şewat nehat vemirandin berovajî li hin deverên din ên Cûdî jî hat derxistin. Ji ber vê sedemê HDP’a Şirnexê der barê mijarê de daxuyanî da û ragihand ku şewat ji aliyê leşkeran ve tê derxistin û dîsa bi astengiya leşkeran destûr nayê dayîn ku şewat bê vemirandin.

Daxwaza şewatê kirin!

Piştî vê daxuyaniyê Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, li ber avahiya HDP’ê ya bajêr dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakiya Ozguneş 3 rojan berdewam kir û bû sedem ku şewata daristanên li Cûdî bêtir bê bihîstin. Ev jî rastî nerazîbûna AKP’iyên li herêmê hat. Komeke jinên AKP’î bi piştgiriya polîsan çû ber avahiya HDP’ê û bi awayekî sosret bertek nîşanî çalakiya Ozguneş dan. Bi gotineke din xwestin ku Ozguneş dev ji çalakiya xwe berde û şewata li Cûdî bê bidome. Ozguneş, bertek nîşanî polîsan da û got ku li bajêr bi destê wan provakasyon tê kirin.