Rojnameya Heftane

Zûgotinok

Zûgotinok

Îro dîsa di tûrikê me de, çend zûgotinok hene û em ê dîsa bi we

hêjayan re par vebikin.

- Advertisement -

De werim em dest pê bikin û pirsa xwe ya her tim bipirsin.

 

→ Gelo kî dikare 3 caran li pey hev bêje:

Ez im ez

bavê felemez

xwediyê kerîkî pez

bi şev û ro lez û bez

 

→ Heke nikaribî wê bêjî ka vê biceribîne:

Ezîzê kurê evdilezîz

Bavê ezîzeya Elezîzî me

 

→ Heke ew jî nebû dê ev bibe:

Ez kuncî

Tu kuncî

Li ser kevirê narincî

Çavkanî: Pitrûka Zûgotinokan a ji berhevkariya Mihemedê Kurdo