25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tiştanok (mamik)

Me dîsa ji we re çend tiştanok ango mamikên xweş amade kirine. Em bi hêvî ne ku li gorî dilê we bin. Bi malbatî dîsa van mamikan ji hev bipirsin û tasekê ji kaniya da û dapîran, bav û bapîran vexwin. Bêguman tiştanok bi gotina  ‘kî dizane ev çi ye’ yan jî bi ‘mamê mino mamanî’ dest pê dike.

1- Mêzera siltanî

Ji xwedê pê ve tu kesî nizanî

kî dizane ev çi ye?

2- Mamê mino mamanî

Ji zikê diya xwe derdikeve

Pişta bavê xwe dixurîne

3- Mamê mino mamanî

Yê difiroşe li xwe nake

Yê li xwe dike nabîne

Bersivên me ev in: 

1- Jina ducanî

2- Niftik, kibrît

3- Kefen

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê