All rights copyright
Me dîsa ji we re çend tiştanok ango mamikên xweş amade kirine. Em bi hêvî ne ku li gorî dilê we bin. Bi malbatî dîsa van mamikan ji hev bipirsin û tasekê ji kaniya da û dapîran, bav û bapîran vexwin.
1- Mamê mino mamanî
Sindoq li ser sindoqê
Mifte li destê bûkê
2- Mamê mino mamanî
Serî text
Binî text
Tê de dijî kalekî bêbext
3- Mamê mino mamanî
Ser mazî
Stû derzî
Li diyara dike gazî
Bersivên me ev in:
1- Destar 2- Kosî 3- Kew
Çavkanî: Riza Uyar