20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zrîng bi naverokeke têr û tije derket

Hejmara 10’emîn a kovara Zrîngê ya mehê carekê derdikeve çap bû û bi naverokeke têr û tije gihîşt xwînerên xwe. Berga kovarê ya ji aliyê xêzkara jin Rûşen Sarili ve hatiye xêzkirin, balê dikişanîne ser sala nû û xizaniya li Kurdistanê. Gelê kurd serê sala bi lîstikên kalo û pîrê, bûk û zava, kosegerî û hwd. pîroz dike.

Xêzkar Sarili, rewşa heyî ya xizaniyê bi kaloyê sersalê yê diyariyan belav dike vedibêje. Kaloyê ku sersalê pîroz dike ji ber xizaniya li Kurdistanê xemgîn dibe û heta cil û bergên xwe diyarî dike.

Di vê hejmarê de; nivîskar Azad Kûtî bi meselokên xwe, Rûşen Sarili bi rûpela xwe ya ‘Kundirlop’, Eşref Mumcu bi karakterên ‘Melle’, ‘Dîkê Qoqo’, ‘Sosretîk’, ‘Tabletên Beredayî’, ‘Evînên Sist’, ‘Mehlûqatên Eşref Mumcu’ û ‘Tirşik’, Şêx Zubêr bi nivîsa xwe ya ‘Lome û Dîplome’, Sadiye Denîz Eser bi xêzên xwe yên ‘Jiyana Nedîtî’, Erceren Akbayir û Kubîlay Odabaş bi xêzên xwe yên rojevî û mîzahî, Ikram Balekanî bi nivîsa xwe ya ‘Ma we dizanî!’, nivîskar Mehmet Erbey û xêzkar Mustafa Yaman bi karekterê ‘Xeto’, Ozgur Amed bi nivîsa xwe ya ‘Xidir na lê Xizir bila bi me re be!’, Xêzkar Mustafa Yaman bi xêzên xwe yê rojevî, xêzkar Bunyamîn Karakoç bi karakterê xwe yê ‘Ehmed’, Eliyê Xemxwir bi serpêhatiyên xwe, Ûsiv Mele bi ‘Teşqele’ yên xwe, Mem Aliyê Kamûr bi balkişandina ser zimanê jiyanî yê Amedê, xêzkar Hebûn bi karekterê xwe yê ‘Belengaz Behrî’, Mij û Dûman bi ‘Radyoya Bêsansur’, xêzkar Michael Erdman bi ‘Pisîka Qelew’, ji zindanê Îsa Bal û xêzkar Ercan Altûntaş jî bi portreyên navdarên kurd di vê hejmarê de dertê pêşberî xwînerên xwe.

Di vê hejmarê de Sadiye Denîz Eser, Eliyê Xemxwir, Ûsiv Mele, Îsa Bal û Ercan Altûntaş cara yekemîn e di kovarê de cih digirin.

Kovarê her wiha ji bo eleqeya li çand, ziman û wêjaya kurdî, cih daye pêșbirkekê jî. Di nivîsa amadekirina pêşbirkê de wiha tê gotin: “Xwînerên hêja ji bo eleqeya li çand, ziman û wêjaya kurdî ji niha û pê ve em ê di her hejmarê de cih bidin vê pêșbirkê. Kî pênc (5) pirsên me bibersivîne û heta 20’ê mehê bi maîlê ji me re bișîne, dê bi pișk kișandinê ji bo yê ku navê wî/ê derketî pirtûkeke kurdî û ji bo 5 kesên bi heman șêwazê navê wan derketî jî hejmara nû ya Zrîngê diyarî bê dayîn.”

Li aliyê din jî kovar dê ji niha û pê ve di her hejmarê de cih bide portreyên navdarên kurd. Di vê hejmarê de jî bi xêzên Ercan Altûntaş cih daye portreyên Eyaz Yûsif û Erdewan Zaxoyî.