18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ji bo ferzkirina sîxurtiyê rojnameger binçav kirin

Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Lezgîn Tekay ê dema ku xwest ji Rihayê herê Enqereyê li otogara Enqereyê ji aliyê hin kesên xwe wek ‘îstîxbarê’ dan nasîn ve hat binçavkirin. Di kêliya Tekay dê were binçavkirin de ji hevalên xwe yên rojnameger re peyama ‘ez hatim binçavkirin’ şand. Tekay heta 2 saetan di bin çavan de ma û bêyî ku kiryariyeke fermî der barî wî de bê kirin, hat berdan.

Lezgîn Tekay piştî berdana xwe axivî û wiha got: “Dema ku li wesayîta nav bajar siwar dibûm ji aliyê 5 kesên ku xwe weke “îstixbaratê” dan nasîn ve hatim desteserkirin. Li pîqabeke sipî ya pişta wê girtî hatim siwarkirin. Navên hin kesan ji min pirsîn û pêşniyara ‘bi me re bixebite’ li min kirin. Tu biryarake binçavkirinê ji bo min nehat dayîn û piştî ku bi qasî 2 saetan ez li nav bajar gerandim, li semta Dîkmenê hatim berdan.”

Rojnameger Tekay di sala 2019’an de jî dema ku belavkiriya Rojnameya Yenî Yaşamê kiriye ji aliyê kesên ku xwe weke “îstixbarat” dane nasîn ve hatiye seknandin û xwestine ku Tekay bi wan e hevdîtinê bike.