spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûçegîhanê MA’yê Emrûllah Acar 3 roj in di bin çavan de ye

Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Emrûllah Acar ku di 19’ê mijdarê de li Rihayê hatibû binçavkirin, 3 roj in di bin çavan de tê rawestandin.

Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê de bi îdîaya “endametiya rêxistinê” ye, roja 19’ê mijdarê di saetên serê sibê de bi ser mala nûçegihanê Ajansa Mezopotamya yê Rihayê Emrûllah Acar de girtin. Polîsan piştî lêgerîna malê Acar binçav kirin û di malê de kompîtûr û wênekêşa Acar desteser kir. Polîsan piştî lêpirsîna li Şaxa TEM’ê ya Rihayê şandin Meletiyê. Acar 2 rojin li Meletiyê di bin çavan de tê girtin.

Şevê din ji bo Acar di pêşengiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) de kampanya Bila Emrûllah Acar bê berdan a (#EmrullahAcarıSerbestBırakın) dabû destpêkirin. Bi hezaran rojnameger, parazvanên mafên mirovcan, hiqûqnas, siyasetmedaran piştgirî dan kampanayê û xwestin Acar bê berdan.