Duşem, Mijdar 29, 2021

Nûçegihanên ROJNEWS’ê Berhem û Birwa winda ne

Nûçegihanên Ajansa ROJNEWS’ê Berhem Letîf û Birwa Eshed ku xwepêşandanên Silêmaniyê dişopandin windane û tu agahî ji wan nayê girtin. Nûçegîhan Latîf û Eshed ji saetên êvarî ve winda ne û tu agahî ji wan nayê girtin. Li gorî çend şahidên bûyerê, hêzên ewlehiyê nûçegîhan binçavkirine. Lê tu aliyên berpirs binçavkirina herdu nûçegihanên ROJNEWS’ê piştrast nakin.

Duh jî li ber Malbenda Rêxistina YNK’ê ya Silêmaniyê kamara û nasnameya rojnamegerî ya Birwa Eshed jê hatibû standin. Lê piştre, bi hewla Şaxê Sendîkaya Rojnamegerî ya Silêmaniyê kamare hate standin, lê hîn amûrên wî yên din nehatûn wergirtin.

Nûnerên Ajansa ROJNEWS’ê Navenda Metro û Şaxê Sendîka Rojnamegerî ya Silêmaniyê ji winda bûna nûçegihanên xwe agahdar kirine ku di demek zû de rêxistinên navneteweyî agadar bikin.

Nûnerên ROJNEWS’e diyar kirin ku wekî ajans parastina selametiya nûçegihanên xwe Lijneya Ewlehiyê ya Silêmaniyê dibînin û bang lê dikin ku demildest çarenivîsa wan diyar bike.