24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûh pêxember û Çiyayê Cûdî

Konê Reş

Piştî tofana Nûh Pêxember, mirov li herêma Botan anko Mezra Botan; bajarê Şernex û Cizîra Mîr Şeref bi cih bûne. Pişt re di cîhanê de belav bûne. Dibêjin dema keştiya Nûh pêxember ji Eynsifnê dest pê kiriye û li ser çiyayê Cûdî sekiniye, nav li çiyayê Cûdî hatiye kirin û gotine (Cî dî), anko keştiya Nûh Pêxember cihek ji xwe re dît. Di Qurana pîroz de jî hatiye: (We estewet e’lell Cûdî), anko keştiya Nûh pêxember li ser çiyayê Cûdî sekinîye..Jixwe dibêjin ku peyva Mezopotamya di heyama Yewnan û Romayê de ji Mezra Botan hatiye girtin..!

Hem jî di nav Kurdan de belav e û dibêjin; di heyama tofanê de, dema keştiya Nûh di ser çiyayê Şingalê re derbas bûye, li çiyayê Şingalê ketiye û kunek tê de hatiye vekirin. Marê Reş xwe kiriye gulofîtek û ew kun girtiye.. Û dibêjin ku kevokê bi nikilkê xwe, şaxek ji dara zeytûnan, wek mizgînî ku nêzîkî bejayê bûne, ji çiyayê Cûdî ji Nûh pêxember re biriye û ji wê hinge ve kevok û şaxikê zeytûnê bûne sembola aşîtiyê!.

Her wiha dibêjin ku navê Nûh pêxember ji gotina (Nû) a kurdî hatiye, bi wateya nûbûnê. Ji ber ku dinya di wê hingê de ji nû ve hatiye ava kirin.. Dema ku Nûh û her heştê hevalên xwe, li ser çiyayê Cûdî ji keştiya xwe daketine, ji xwe re di quntara çiyayê Cûdî de gundek bi navê Heştêyan ava kirine..

Ew gund ta roja îro jî di pala çiyayê Cûdî de ye. Xuyaye ku di pey gundê Heştêyan re, bajarê Şernexê hatiye avakirin û jêre gotine Şarê Nûh anko bajarê Nûh an şarê Nû. Bi dirêjiya demê û pirbûna mirovan re xelk ji herêma Botan derketine û li dinyayê belav bûne û weha kurdmanc li cihê xwe, herêma Botan mane û ji wan re hatiye gotin Kurdmanc, anko (Kurd Man li Cî). Di baweriya min de bajarê Cizîra Botan ji kurdan re mîna bajarê Mekeya Ereban e. Zimanê wê jî ji kurdan re mîna zimanê Qureyşiyan e ji ereban re.. Hûn çi dibêjin?!