20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûner û rêveberên kurdan komkujî şermezar kir

Nûner û rêveberên saziyên civakî û partiyên siyasî li gelek bajaran bi girseyî daxuyanî dan û komkujiya li Konyayê ya li dijî malbata kurd şermezar kir. Çalakî û bertekên kurdan ên li dijî komkujiyê zêde dibin.

Amed

Rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê qetilkirina 7 endamên malbata Dedeogûllari ya kurd ku li Konyayê pêk hat şermezar kirin. Nûnerên rêxistinên sivîl yên li Amedê li Parka Koşûyolû li hev civiyan û bi daxuyaniyekê êrîşa nijadperest şermezar kirin. Gelek serok û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn û nûnerên partiyên siyasî jî piştgirî dan daxuyaniyê û dirûşme berz kirin û dowîza “Ez kurd im” nivîsandî hilgirtin.

Hevseroka Odeya Endezyarên Ceryanê (EMO) a Amedê Sorgul Aytek Avşar daxuyaniya hevpar xwend û komkujî şermezar kir. Avşar wiha got: “Di 12’ê gulana 2021’an de li dijî malbata Dedeogullari ku li Navçeya Meram a Bajarê Konyayê dijîn êrîş kiribûn. Di êrîşê de 7 kes birîndar kiribûn. Di lêpirsînê de 6 gumanbarên ku êrîş kirin hatin girtin. Ji gumanbarên girtî çar kes di dîrokên cuda de hatin berdan. Piştî êrîşê di 12.05.2021’an de her çend fermana parastinê ji bo malbata kurd hatibe girtin jî, mixabin di êrîşa ku di 30.07.2021’an de ji heman malbatê 7 kes hatin qatilkirin.”

Wan

Rêveber û nûnerên HDP, CHP, EMEP, ESP û 23 saziyên sivîl ên Wanê li Kolana Hunerê gihaştin hev û komkujiya li Konyayê şermezar kirin. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Karataş daxuyanî xwend û wiha got: “Duh li Konyayê 7 kurd bi hovane hatin qetilkirin. Kujer demên borî jî erîşê malbatê kiribûn lê serbest hatibûn berdan. Em wekî Hêzên Demokrasî û Kedê yên Wanê êrişa ku pêk hatî şermezar dikin.”

Êlih

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê, qetilkirina 7 endamên malbata Dedeogûllari ya li navçeya Meram a Konyayê pêk hat şermezar kirin. Rêveberên ÎHD’ê li avahiya ÎHD’ê daxuyanî dan. Endama Lijneya rêveberiya ÎHD’ê Gulbahar Kaya wiha got: “Gotinên kîn û nefretê yên li dijî Kurdan gehiştine asta herî jor. Divê hemû kesên alîgirên demokrasî, aştî û mafên mirovan dikin, li dijî vê bûyera hovane helwesta xwe nîşan bidin. Em bang li her kesî dikin ku ji tudiyê, kîn û nefretê re bêjin na.”

Riha

Platforma Ked û Demokratiyê ya Rihayê jî, qetilkirina 7 endamên malbata kurd şermezar kir. Nûnerên Platformê li Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyanî dan. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên demokratîk û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Komê dowîzên “Li Konyayê komkujî heye” û “Ji bo jiyanek wekhev em ê rê nedin nijadperestiyê” hilgirtin.

Hatay

Rêxistina HDP’ê ya Hatayê jî, êrişa li Konyayê û qetilkirina 7 endamên malbatê şermezar kir. Li ber avahiya Rêxistina HDP’ê daxuyanî dan. Nûnerên rêxistina civakî û partiyên siyasî, tev li daxuyaniyê bûn.

Îskenderûn/Edene

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îskenderûnê jî, li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û bertek nîşanî komkujiyê da. Baroya Edenê jî daxuyaniyek nivîskî weşand û komkujî şermezar kir.

Girsê piştî daxuyaniyê bertekên xwe anîn ziman û meşiyan. Lê polîsan mudaxale kir û 5 kes binçav kirin. Welatiyên derdorê jî bertek nîşanî êrişa polîsan da.  Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Dersimê û Amedê jî, bi heman armencê daxuyanî hatin dayîn, komkujiya li Konyayê hat şermezarkirin.