20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnerên Koalisyonê îro li Romayê civiyan

Paytexta Îtalya Romayê mêvandariya civîna Koalisyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê kir. Civîn bi tevlêbûna wezîrên welatên Kalisyona li dijî DAIŞ’ê pêk hat. Civîn bi serkêşiya Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken û bi tevlêbûna nûnerên 81 welatê endamên vê koalisyonê pêk tê. Armanca vê civînê ew e ku aramiyê li deverên Sûriye û Iraqê ên ku ji bin destê DAIŞ’ê hatine rizgakirin, pêk bînin.  Her wiha dê bi riya komên karên hevbeş hevkariya di navbera van welatan de xurtir bikin. Ev civîn li ser daxwaza Îtalyayê û bi serkêşiya DYA’yê pêk tê da ku gefên DAIŞ’ê ên li ser deverên cuda werin guftûgokirin.

Wekî tê zanîn ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê derdora 3 hezar leşkerên Hêzên Koalisyona Navnetewî li Iraqê hene ji wan 2 hezar û 500 yên DYA’yê ne.  Hevpeymaniya Navdewletî bi serkêşiya DYA’yê alîkariya ezmanî ji hêzên Iraqê re pêşkêş dike.

Hêzên Koalisyonê roleke di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de lîstin û di navbera salên 2014-2017’an ji sisiyan yek ji axa Iraqê ya ku hatibû dagirkirin ji DAIŞ’ê hate paqijkirin.

Balkêşe ku yek ji armancên sereke ên vê civînê wekî parastina deverên ku ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, tê destnîşankirin.  Lê dema ku em bala xwe bidin vê mijarê, em dibînin ku gelek deverên ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgakirin ji alî artêşa tirk ve tên êrîşkirin, ku ew jî di vê civînê de amade ye. Wekî mînak jî mirov dikare Şengal û gelek deverên din ên rojavayê Kurdistanê ku niha rojane gef li wan tên xwarin, dest nîşan bike.

Antony Blinken li Romayê di civînê de got: “Ev rewş ne ya domdar e. Heta bi hetayê bi vî rengî dewam nake. DYA bang li hevalbendên xwe yên endamên koalîsyonê û hemû welatan dike ku welatiyên xwe vegerînin, rehabîlîte bikin û ger pêwîstî pê hebe lêpirsîn bikin.” Herî zêde Fransa û Brîtanya ku hevalbendên herî nêz ên DYA’yê ne, li ber vê banga DYA’yê radibin.

Blinken pesnê Îtalyayê da ku DAIŞ’î wergirtin û hewldanên welatên Asyaya Navîn mîna Kirxizistanê jî bi erênî pesinandin. Li gorî Blinken Kirxizistanê 600 DAIŞ’î û malbatên wan tev li bernameyên rehabîlîtasyonê kirine.

Li gorî raporeke Rêxistina Şopandinê ya Mafên Mirovan, li 2 kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 63 hezar jin û zarokên DAIŞ’î hene. Her wiha 10 hezar çekdarên DAIŞ’ê jî li ba Hêzên Sûriya Demokratîk  girtîne.