20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnerên MSD’ê û Rêveberiya Xweser li Moskowayê ne

Şandeyeke ku ji nûnerên MSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, serdana Rusyayê kir. Endamên Şandeyê li Moskowayê bi nûnerên Wezareta Derve re civiyan. Ofisa Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî serdana şandeyê daxuyaniyek da û got: “Li ser vexwendnameyeke fermî ya Wezareta Karûbarên Derve ya Rusyayê îro şandeyeke MSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serokatiya Îlham Ehmed bi nûnerên Wezareta Karên Derve ya Rusyayê a bi serokatiya Mikhail Bekdanov re civiyaye.”

Ofîsa Ragihandinê der barê navaroka hevdîtinê de jî agahî da û wiha got: “Hevdîtin erênî bû, li ser çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê li gorî biryara navneteweyî 2254 û pêwîstiya tevlêkirina MSD`ê di xebatên siyasî de hat misogerkirin û sûcên domdar ên Enqereyê yên li dijî serdestiya Sûriyê hatin nîqaşkirin.”

Sala par jî di meha Îlonê de şandeya MSD’ê bi serokatiya Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov re civiyabû. MSD’ê ji Rusya yê xwestibû ku piştgiriya opozîsyona nîştimanî ya demokratîk bike û roleke bingehîn di diyalogan de bilîze da ku gavên cidî ber bi çareseriya siyasî ve werin avêtin.