18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnerên Rêveberiya Xweser û RJAK’ê hêj di destê PDK’ê de ne

Nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen 64 roj in di destê PDK`ê  de ye. Li gorî Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê, tenduristiya Cîhad Hesen ne başe. 3 endamên RJAK’ê jî 8 roj in di destê PDK’ê de ye û agahî ji wan nayê girtin.

Di 10`ê hezîranê de, hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe dabûn balafirgeha Hewlêrê, revandibûn. 29`ê tîrmehê de endamên têkiliyan ên PYD`ê piştî 50 rojî serbest berdabûn.  Cîhad Hesen 64 roj in nehatiye berdan û rewşa tenduristî wî xirab e. Heta niha rayedarên PDK`ê sedemên revandinê ji PYD`ê û Rêveberiya Xweser re aşkere nekiriye.

8 roj in endamên RJAK’ê di destê PDK’ê de ne

8 roj in agahî ji du rêveber û endamek RJAK’ê ku ji bo bîranîna qurbaniyên fermanê çûbûn Şengalê û di vegerê de asayîşa PDK’ê ew binçav kiribûn, nayê girtin. Rêveberên RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî û endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de, asayîşa PDK’ê ya Kelek ew binçav kiribûn. 8 roj in aqûbeta wan ne diyar e.