19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnerên TJA’yê Sakîne Cansiz bi bîr anî

Nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP’ê, damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz a di 9’ê çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatibû kuştin, li ser gora wê ya li Goristana Esrî ya Şaredariya Dersimê, bi bîr anîn. Rêveber û parlamenterên HDP’ê aktîvîstên TJA’yê û rêveberên Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) tev li bîranînê bûn. Beriya girse biçe goristanê, polisan goristanê dorpêç kir û destûr neda girse biçe goristanê. Ji ber astengiya polîsan, girsê li pêşiya goristanê daxuyanî da û pankarta “Em bi wêrekî û biryardariya Sêvê û Sakîneyan em têdikoşin” vekir.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bal kişand ser astengiyên dewletê û wiha got: “Em bi tundiya dewleta zilam re rû bi rû man. Ji Amed, Êlih, Xarpêtê jinan xwest merasîma bîranînê li dar bixin. Mêjiyê dewletê yê di vê komkujiyê de xwedî rol hewl da me asteng bike. Çûna me ya goristanê hat astengkirin. Her çiqas em neçûbûn ser goristanê û li ser gorê ji komkujiya jinan re negot ‘raweste’ jî tu astengî nikare têkoşîna me ya jinan asteng bike. Komkujiya Parîsê li dijî pêvajoya “çareseriyê” ya navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û heyeta dewletê de hatibû destpêkirin bû. Li hemû dera dinyayê jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr tînin. Waliyê Dersimê yê provokator me asteng dike û destûr nade em biçin ser gorê. Em ji waliyê provokator re dibêjin ku wê têkoşîna me ya jinan teqez we hilweşîne Hûnê hesap bidin jinan.”

Bîranîn bi dûrişmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.