20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnerên YNK’ê: Kujerê Bûlût hat binçavkirin

Berpirsyarê Saziya Îstîxbaratê ya YNK’ê ragihand ku kesên di 2 rojên dawî de li Silêmaniyê êrîşî Yasîn Bûlût û Ferhat Bariş Kondu kirin hatin binçavkirin

Berpirsyarê Saziya Îstîxbaratê ya YNK’ê ragihand ku kesên di 2 rojên dawî de li Silêmaniyê êrîşî Yasîn Bûlût û Ferhat Bariş Kondu kirin hatin binçavkirin.

Di 16’ê îlonê de li Silêmaniyê welatiyê penaber Ferhat Bariş Kondu û di 17’ê îlonê de jî siyasetmedarê kurd Yasîn Bûlût bûn hedefa êrîşên çekdarî. Di êrîşan de Yasîn Bûlût hat kuştin. Ferhat Bariş Kondu jî birîndar bû. Der barê êrîşan de Saziyên Ewlekariyê yên Silêmaniyê daxuyanî dan.

Nûnerê Dezgeha Zanyarî ya Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê YNK’ê Ejî Emîn derbarê binçavkirina sucdaran de li ser malpera xwe ya facebook’ê daxuyaniyek da û wiha got: “Kesên ku di nav 2 rojên borî de li Silêmaniyê suc kirine, hatine binçavkirin. Emê di demek nêzîk de agahiyên der barê sucdaran de bi raya giştî re parve bikin.”