24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nurşen Hisen: Tenê PDK nûnertiya Rojava qebûl nake

Ji 10’ê hezîranê ve ji aliyê hêzên PDK`ê ve nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamên têkiliyên PYD`ê Cîhan Hesen, Mustefa Xelîl û Mustefa Ezîz dema berê xwe didan balafirgeha Hewlêrê da ku mêvanan pêşwazî bikin, hatin girtin.

Em bi Berpirsa Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Giştî ya li Başûrê Kurdistanê Nurşen Hisen re têkildarî nûnerên ku ji aliyê hêzên PDK balafirgeha Hewlerê hatine girtin, axivîn. Hisen, diyar kir ku li herêma Başûr hemû hêzên siyasî, parlamenter, rêxistin û sazî nûnertiya Rêveberiya Xweser qebûl dikin, lê tenê PDK nûnertiya me qebûl nake.

-Heta niha we tu agahî ji wan girtiye? PDK’ heta niha ji bo wan agahiyek çawa bi we re parve kiriye?

Hevalên me li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin binçavkirin. Ya rastî ji binçavkirinê bêtir navê revandinê lê dikin. Ji ber ku ji aliyê hikûmeta fermî û asayîşa giştî ya herêmê ve tu muzakareyeke ku hevalê me binçav bike tuneye. Tenê li balafirgeha Hewlêrê hatine girtin. Heta niha jî tu agahiyek ji bilî ku li cem me ne û lêpirsîn li wan tê kirin, ne gihaştiye destê me.

-Cîhan Hesen jî wek nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Başûr e. Hûn bi hev re kar û xebatên xwe yên dîplomasiya li Başûrê Kurdistanê dimeşînin. Çima bi taybetî  Cîhad Hesen û endamên PYD Mustefa Xelîl û Mustefa Ezîz?

Hevalê me nûnerê rêveberiya Xweser ê li bajarê Hewlêrê ye. Navê wî jî Cîhad Hesen e. Yê din jî endamên partiya PYD’ê Mustefa Xelîl Û Mustefa Ezîz e. Li ser karên xwe yên siyasî-dîplomasiyê bûn. Karên burokratîk ji bo pêşwazîkirina hinek mêvanan dikirin. Ew mêvan jî ji şandeya Defend Kurdistanê ya ku ji bo aştî û azadiya Kurdistanê biparêzin hatibûn. Hin ji wan hiqûqnas, siyasetmedar û aktivîst bûn.Yanî kesayetên ku ji bo parastina Kurdistanê bikin û li hember dagirkeriya dewleta tirk bisekinin, bûn. Dixwestin hin hevdîtina li gel hikûmeta Kurdistanê û ligel kesayetên siyasî bikin. Hevalên me jî wek erkeke fermî çûbûn pêşwaziya wan bikin û hatin revandin. Heta niha jî tiştek bi me re nehatiye parvekirin.

*PDK çima pêdiviyê bi girtina nûnerên rojavayê Kurdistanê dibîne, armanc bi vê yekê çiye? Li gor te ev kiryar tê çi wateyê?

Kiryarên bi vî rengî, binçavkirin an jî revandina nûnerên siyasî, yên diplomasiya Rêveberiya Xweser ên bakûr û rojhilatê Kurdistanê, biryarekî li dijî mafê mirovan e. Li dijî zagonên navneteweyî ne û li dijî qanûna li herêmê bixwe ye. Ji ber ku girtina wan tê wateya temamkirina plangeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê û bi giştî li ser xaka Kurdistanê ye. Em dizanin PDK bi awayekî giştî ketiye bin bandora daxwazên Tirkiyeyê, ketiye bin bandora tehdîtên ku Tirkiye li ser herêmê dike û tişta ku Tirkiye dixwaze, PDK li hundir herêmê dimeşîne. Siyaseta PDK’ê li beramberî Rêveberiya Xweser ji destpêka şoreşa Rojava ve, ne siyaseteke kurdewarî û niştamanî bû. Li gorî daxwaza Tirkiyeyê PDK’ê dixwest siyaseteke xeniqandinê li hember projeya Rêveberiya Xweser û nimûneya biratiya gelan, çêbike. Em dizanin ku dewleta AKP-MHP naxwazin doza kurdî û rêveberiya xweser bi ser bikeve û kurd mafên xwe bi dest bixin.

*Têkildarî vê yekê li Başûr nerazîbûn hene gelo? Hewce ye ji bo vê yekê çi were kirin?

Ev mijar û gelek mijarên din cihên nerazîbûna giştî ya gelê başûrê Kurdistanê, bi rastî jî têkiliya me wek rojavayê Kurdistanê, wek nûneriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê têkiliyên me ligel gelek partiyên siyasî û saziyên fermî yên herêma Kurdsitanê heye. Têkiliyên me di asteke baş de dimeşe. Tenê PDK bi fermî naskirinek nûnertiya me heta niha qebûl nekiriye. Nerazîbûn hene helbet. Raya giştî ya Başûr vê nêzîkatiya PDK’ê qebûl nakin. Me bi hevûdu re gelek daxuyanî jî dan. Zextekî ragihandinê jî hat çêkirin ji bo hevalên me serbest werin berdan. Mixabin hîna jî bersivdayinek ji bo hevalên me ji aliyê PDK’ê ve nehatiye dayîn.

Hewce ye ku hemû hêzen siyasî yên başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî, kesayetên, rewşenbîr û bi taybet parlamenterên meclisa Herêmê li dijî van kiryaran bisekinin û bi taybet girtina hevalên me bînin ziman. Ji ber ku parlamenter bixwe ne şîrîkê vî karî ne, bi wan re nehatiye parvekirin li ser navê asayîşa giştî ya resmî ya herêmê ev kiryar nehatiye kirin. PDK ev yek bi serê xwe kiriye. Ji ber wê jî tê xwestin ku ev nerazîbûn bi awayekî aşkere hewce ye bê ziman. Li beramberî proseya rojavayê Kurdistanê bi vî awayî bi dijbertiyê newe sekinandin.

*Helwestên hêzên navneteweyî ya ji bo nûneran çine, ji bo vê yekê heta niha sazî an jî rêxitinên navneteweyî xwe gihandine we?

Heta niha helwesteke hêza navneteweyî, helwesteke diyar çênebûye. Sazî û rêxistinên navneteweyî wek ku çawa beramberî kiryarên dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê bêdeng in. Li beramberî girtina hevalên me jî bêdeng in. Heta niha tenê daxuyaniyek hevbeş li gel şandeya Aştî û Azadiyê ya ji piştvaniya Kurdistanê hatiye dayîn, gelek kesayetên biyanî, dostên kurdan nerazîbûnên xwe nîşandane. Daxuyanî dane, aşkere tev li televizyonan bûne û daxwaza serbestberdana hevalên me kirine. Lê belê heta niha jî bersivek êrênî nehatiye dayîn.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê