18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NY: DAIŞ’ê li hemberî êzidiyan sûcê qirkirinê pêk anîn

Koma Lêpirsînê ya Sûcên DAIŞ’ê Kirine ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAD) derbarê sûcê qirkirinê ku DAIŞ’ê li dijî êzidiyan pêk aniye de “delîlên vekirî û qanihker” derxist holê.  Serokê UNITAD’ê Karim Ahmad Khan diyar kir ku der barê êrişên li dijî êzidiyan ên li Şengalê û qetilkirina personelên leşkerî û xwendekarên bêçek ên Akademiya Hewayî ya Tîkrîtê de, li ser du dosyayan lêkolîn kirine.

Serokê UNITED’ê ragihand ku piştî lêkolînên wan êdî delîlên têr û şenber di destên wan de hene û wiha got: “Êdî em dikarin bêjin ku li gorî lêpirsînên bêalî û serbxiwe, standartên navneteweyî û pêkanînên NY’yê, sûcên ku li dijî êzidiyan pêk hatine sûcên qirkirinê ne. Me der barê sûcên DAIŞ’ê yên Înfaz, koletî koletiya zayendî û ya li dijî zarokan de delîl bi dest xistin.”

Khan dest nîşan kir ku li Balefirgeha Tîkrîtê jî rastî heman sûcên DAIŞ’ê hatine û ev tişt got: “Di hemû dîmenan de DAIŞ dibêje, ‘We wan li kuder dît bikujin’. Di pêvajoya lêpirsînê de derket holê ku ew qapasîteya DAIŞ’ê heye ku çeken kîmyewî û biyolojik hilberîne. Piştî dagirkirina Mûsilê, mirovên zanîstê û pisporên tipê yên di nav DAIŞ’ê de klora li navendên denizelandina avê kirin çek û li ser girtiyên nexweş ceribandin.”

Karîm Ahmed Khan di berdewamê de diyar kir ku di nav delîlên ku berhev kirine de şîrket û kesên ku di hêla aborî de piştgirî dane DAIŞ’ê jî tespît kirine û got ku belgekirine sûcan tenê ne bes e û piştgirî dide darizandina endamên DAIŞ’ê.

Khan da zanîn ku daxwaz kirine ku kavilên 9 goristanên komî yên gundê Koço jî xwestine.