20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ocalan bi felsefe û paradîgmaya xwe polîtikayên Tirkiyeyê pûç kir

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de tê girtin. Girtîgeha Îmraliyê ku Ocalan lê girtî ye, prototîpa pergala qempa Guantanamo ya li DYA’yê hatiye avakirin e.

Ocalan, di 1999’an de, radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ji wê demê heta niha 62 caran hevdîtin bi parêzerên xwe re kir. Hevdîtina ewil di 25’ê Sibata 1999’an de hat kirin. Di adarê de 5, nîsanê de 8, gulanê de 5, hezîranê de 6, tîrmehê de 7, tebaxê de9, îlonê de 9, cotmehê de 4, mijdarê de 6 û kanûnê de 2 hevdîtin hatin kirin.

Ocalan piştî ku anîn Îmraliyê, di salên ewil de bi pergalî hevdîtin bi malbat û parêzerên xwe re kir. Piştî ku di 1’ê Hezîrana 2005’an de qanûnên weke “Qanûnên Ocalan” hatin derxistin, hevdîtinên Ocalan ên bi malbat û parêzerên wî re hatin astengkirin. Dûre qanûnên taybet ji bo wî hatin derxistin û destûr ji bo hevdîtinan nehat dayîn. Êdî rewş wisan bû, ji sala 1999’an heta îlona 2021’an ji hezar û 817 serlêdanên ji bo hevdîtina Ocalan, tenê 442 jê hatin qebûl kirin. Ji van serlêdanan 437 jê berî sala 2011’an ne. Ji sala 2011’an ve parêzerên Ocalan tenê karibûn 5 caran hevdîtinê pê re bikin.

Her 5 hevdîtinên dawî jî, di encama çalakiya greva birçîbûnê ya di sala 2018’an de bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li girtîgehan dest pêkir û 200 rojan dewam kir, pêk hatin.  Parêzerên herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin kirin, ligel hemû serlêdanên kirin jî, bersiv ji bo wan nayê dayîn. Niha parêzer her hefte serdanê dikin û malbat ji bo 2 hefteyan carekê hevdîtinê bikin serdanê dikin. Lê serlêdan bê bersîv têne hiştin.

Têkildarî rewşa Îmraliyê û tecrîdê ji parêzerên Ocalan û endama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk nirxandinên berfireh kir.

Mîna girtîgeha Îmraliyê li Tirkiyeyê û cîhanê tune ye

Raziye Ozturk, bal kişand ser taybetiya girtîgeha Îmraliyê û wiha got: “Girtîgeha Girava Îmraliyê çiye? Berê jî kesên ji ber nasnameyên xwe yên siyasî li vir hatin girtin. Lê beriya ku Birêz Ocalan bi komploya navdewletî bînin Îmraliyê, bi awayekî cuda hatibû dîzaynkirin. Niha ev girtîgeha giravê ji hewa, derya û bejahiyê ve çûn û hatina wê hatiye qedexekirin. Ev girtîgeh ji aliyê Navenda Qirîzê ve tê birêvebirin. Ev girtîgeh wekî girtîgehên din raste rast bi Wezareta Dadê ve ne girêdayî ye. Raste rast ji aliyê Navenda Qirîzê ve tê rêvebirin. Di nava girtîgehên Tirkiyeyê te tenê ev girtîgeh li giravê ye. Hem ji hewa, hem ji  derya û hem jî ji bejahiyê ve hatiye qedexekirin. Ji qadên jiyanê pir dûr e. Tu girtîgehên mîna vê girtîgehê li Tirkiyeyê û cîhanê tune ne. Dema Birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê û darizandin, mafê wî yê darizandinê hat binpêkirin. Ji xwe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa jî darizandin mahkûm kir. Di demek pir kin de hat darizandin û biryara îdamê dan. Lê rêveberên wê demê û kesên tev li kompoya navdewletî bûn, polîtîkayek din pêş xistin. Gotin ‘Li şûna em raste rast îdam bikin, em di nava demê de hêdî hêdî bikujin.’ Polîtîkaya kuştina demdirêj pêş xistin. Cezayê îdamê zîvirandin cezayê heta heta. Xwestin vê yekê bi zagona 1’ê Hezîrana 2005’an bikin zagonî û rewa bikin. Piştî wê gelek girtiyên din jî bi heman rejîma ceza re rû bi rû man. Rejîma hepsa muebeta giran a girtîgehê çiye? Ev di xala 25’an a zagona înfazê de cihê xwe digire. Lê ev rejîm li dijî xala 3’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropa ye. Yanî  ev rejîm li dijî qedexeya îşkenceyê ye. Tirkiye divê Peymana Mafên Mirovan a Navneteweyî pêk bîne. Dîsa Tirkiye girêdayî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Ji ber vê yekê xala 25’an li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewpora ye û divê bê guhertin. Em vê yekê li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê şirove dikin. Li gorî vê biryara DMME’ê girtina yek kesî ya di hucreyê de, girtina heta heta tîne ziman.”

Mafê her girtîyî heye ku her hefte hevditinê bike

Parêzera Ocalan Raziye Ozturk, bal kişand ser mafên girtiyan ên hevdîtina malbat û parêzeran û wiha got: “Girtiyek her hefte mafê wî-ê heye hevdîtina girtî bike. Mafê Birêz Ocalan tenê ji 2 hefteyan carekê heye ku hevdîtin bike. Mafê hemû girtiyan heye ku her hefte telefonî malbatên xwe bike, mafê Ocalan tune. Dîsa derketina hewşê tê astengkirin. Ji xwe birêz Ocalan di yek hucreyê de tê girtin. Ev bi xwe li dijî xala îşkenceyê ye. Rayedarên CPT’î yên hatin Tirkiyeyê û rapor amade kirin, di raporên xwe de diyar kirin ku Rejîma Înfazê nehatiye guhertin. Diyar kirin ku bi vî halî li dijî Qedexeya Îşkenceyê ye. Ev rewş ji aliyê Tirkiyeyê ve nehatiye guhertin.”

Ocalan di gorê de tê girtin

Raziye Ozturk, bibîr xist ku dema Ocalan nû hat girtin heta 10 salan bi tenê hat girtin û wiha lê zêde kir: “Bi gotina Ocalan ‘Di cihekî darbestê (gorê) de hat girtin. Piştî 10 salan hin guhertin çêbûn û hin maf pêş ketin. Lê ev jî pir bi sînor bûn. Hem di aliyê serdana malbatan de û hem jî di aliyê serdana parêzeran de mafê Birêz Ocalan hat binpêkirin. Serdan pir bi sînor bûn. Mafê Ocalan pir bi sînor kirin. Bi hincetên wekî “muxalefeta hewayê” “kostera xerabe” ku kes bawer nake mafê Ocalan bi sînor kirin.

‘Em tu agahiyê ji Ocalan nagirin’ 

Ozturk, bal kişand ser rewşa Ocalan a piştî darbeyê û wiha got: “Piştî hewldana darbeyê ewil hemû mafên Birêz Ocalan ji destê wî girtin. Mafê hevdîtina bi parêzeran û malbatê re ji destê wî girtin. Wekî mafê name û telefonê mafê ragihandinê ji destê wî girtin. Birêz Ocalan ji hemû mafê xwe hat qutkirin û bi temamî temasa wî ya bi derve re hat qutkirin. Me ji vê pêvajoyê re got ‘Tercîda mûtlaq’. Ji 2011’an heta 2019’an birêz Ocalan nekaribû bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Pişti wê dem bi dem bi biryarên cezayê dîsîplînê û biryarên fîîlî ku hewce bi biryaran nedîtin serdana parêzeran red kirin. Bi astengiyan rê li pêş mafê Ocalan girtin û destûr nedan ku Ocalan ji van mafên xwe sûdê bigire. Herî dawî piştî Birêz Ocalan bi telefonê bi malbatê re axivî û şûnde em tu agahiyê ji Birêz Ocalan nagirin.”

‘Em bi tu awayî agahî ji Ocalan nagirin’

Ozturk, têkildarî serlêdanên dozgeriyê û hewldanên xwe jî axivî û wiha berdewam kir: “Malbat û parêzer ji bo hevdîtinê serdana dozgeriyê dikin, lê bersîvê nadin malbat û parêzeran. Dîsa nikare sûdê ji mafê telefon û nameyan bigire. Em nameyan dişînin, lê em nizanin ku rayedar nameyên me didin Ocalan an nadin. Dîsa ji Îmraliyê ji tu name û faks ji mere nayên. Em nizanin ku Birêz Ocalan çiqas ji mafê xwe yê civakî sûdê digire. Tu agahî di destê me de tune ye. Em bi rêk û pêk pirtûk û kovaran dişînin. Lê em nizanin ev digêje destê wî an na. Em nizanin ku rojname digêje destê wî ya na. Em nizanin ku li televîzyonê tamaşe dike ya na. An jî dikare li kîjan qanalan temaşe bike em nizanin. Ciqas dikare derkeve hewşê, çiqas dikare bi hevalên din re hevdîtin bike, çiqas dikare ji mafê xwe yê civakî sûdê bigire em nizanin. Bi Rejîma Înfazê ya Girankirî ji hemû mafê xwe mahrûm hatiye hiştin. Bi vî halî em bi tu awayî agahiyê ji Birêz Ocalan nagirin. Ev  rewş ji bo 3 girtiyên din ên di sala 2015’an de birin Îmraliyê jî derbasdar e. Ji bo Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî rewş wekî ya Ocalan e. Ji roja birine Îmraliyê heta niha destûr nedan ku parêzer biçin wan bibînin. Tenê 2-3 caran malbat çûne ziyareta wan.

‘Bersîvê nadin serlêdanên me û malbatan’  

Parêzer Raziye Ozturk, helwesta dozgeriyê jî rexne kir û wiha got: “Demek dirêj bersîv nedan serdanên me. Ewil cezayê dîsîplînê kirin hincet. Piştre qedexeya parêzeran kirin hincet. Piştre em parêzer her hefte serî li dozgeriya Komarê didin. Lê heta niha ne bersîvê didin serlêdanên me û ne jî bersîvê didin serlêdanên malbatan.”

‘Komîteya Wezîran çavên xwe ji tecrîdê re digire’  

Ozturk, helwesta DMME’ê û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa jî rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa di sala 2014’an de têkildarî muebetê biryarek da. Diviya bû ku Dadgeha Mafên Mirovan ev biryar bişopanda. Lê çima ev neşopand? Daîreya Mezin a DMME’ê di 18’ê Adara 2014’an de biryarek da. Di vê biryarê de diyar kirin ku cezayê muebeta giran li dijî xala 3’an a PMME’ê ye. Li dijî qedexeya îşkenceyê ye. Piştî vê biryara DMME’ê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa ku biryarên DMME’ê dişopîne, Tirkiye xistin bin çavdêriyê. Li gorî vê biryarê diviya bû Rejîma înfazê ya cezayê muebeta giran bihata guhertin. Lê heta niha tu guhertin pêk nehatin. Buro jî her tim rapor şandin Komîteya Wezîran. Di raporan de diyar kirin ku heta niha di zagona înfazê de tu guhertin pêk nehatiye û şertên girava Îmraliyê her ku diçe bêtir xerab dibe.
Yekem car Tirkiye di sala 2015’an de rapora plana çalakiyê şand DMME’ê. Hikûmetê di 7’ê îlona 2021’an de plana çalakiyê dîsa şand ji DMME’ê re. Lê di vê plana çalakiyê de jî têkildarî guhertinên şertên Îmraliyê tiştek tune bû. Ev ne plana ku dawî li binpêkirinan bîne û şertan baş bike bû. Di nava vê planê de tu guhertin tune bû. Komîteya Wezîran jî piştî 7 salan yekem car di meha Mijdar-Qanûnê de ev mijar xist rojeva xwe. Lê vê helwesta Komîteya Ewropa ya li ruxmê PMME’ê betîr hêz da Tirkiyeyê. Ji ber vê helwesta Komîteya Wezîran, li şûna ku Tirkiye rejîma înfazê baş bike, bêtir şert girantir kir. Hem DMME û hem jî Komîteya Wezaretan a van biryaran bişopîne, biryaran vala derdixin. Ev helwesta wan bêtir wêrekiyê dide Tirkiye. Nêzîkatiya Tirkiyeyê ji helwesta Komîteya Wezîran ne serbixwe ye. Ev helwesta Komîteya Wezîran nîşan dide ku çavên xwe ji tecrîdê û polîtîkayên Tirkiyeyê re digire.

Raziye Ozturk, bal kişand ser serlêdana OHD, TOHAV, TÎHV, ÎHD ya li dijî tecrîdê û wiha berdewam kir: “Li gel ku saziyên civakî yên OHD, ÎHD, TOHAV û TÎHV’ê serî li Konseya Ewropa dan jî heta niha tu gav neavetin. Ev serlêdan di çarçoveya xala 9-2’an de pêk hatiye. Yanî serlêdana saziyên mafên mirovan e. Saziyên mafên mirovan di serdanê de destnîşan kirin ku divê rewşa tecrîdê bê rojeva Komîteya Wezîran. Diyar kirin ku her diçe binpêkirinên li girtîgeha Îmraliyê zêde dibin. Piştî Saziyan rapor pêşkêşî Komîteya Wezîran kir, Tirkiye jî plana çalakiyê pêşkêşî komîteya wezîran kir. Lê di vê planê de jî dîsa têkildarî başkirina şertên Îmraliyê tiştek pêşkêş nekir. Komîteya wezîran diyar kirin ku dê di civîna mijdar-kanûnê de têxin rojeva xwe. Em li bendê ne ku komîteya wezîran di vê civînê de biryarên bi bandor bide.”

Divê komîteya wezîran biryarên şênber bistîne 

Ozturk, xwest komîteya wezîran êdî helwestek zelal nîşan bide û wihagot: “Mirov nikare texmîn bike ku dê di vê civîna komîteya wezîran de çi encam derkeve. Heta niha komîteya wezîran a parlamentoya Ewropa bi awayekî polîtîk nêzîk bûye. Ji ber ku raporên CPT li holê ne. Lê heta niha ev rewşa Îmraliyê nexistine rojeva xwe. Ev helwesta wan nîşan dide. Lê em ê dîsa li dijî vê yekê her tim têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji bo komîteya wezîran biryarên bi bandor bistîne, di aliyê hiqûqî de çi hewce be em ê wê bikin. Em ê têkoşîn xwe ya hiqûqî bidomînin. Ji  civînê çi biryar derkeve zêdetir mirov dikare çi bike. Komîteya wezîran ji bo welatên gav neavêtine dikare gelek zextan bike. Lê heta niha li dijî Tirkiyeyê tu zext nekirine. Ji bo Tirkiye gavan paşve bavêje divê komîteya wezîran zextên zêde li Tirkiyeyê bike. Ev hêz di komîteya wezîran de heye. Ji bo vê yekê divê komîteya wezîran her tim vê rewşê têşe rojeva xwe. Ev pêwistiyek mafên mirovan e. Ji ber ku li Îmraliyê îşkence heye. Şopandina biryarên DMME’ê erka komîteya wezîran e. Ger ku komîteya wezîran jî vê erka xwe pêk nîne nirxên xwe kêm dikin. Ji bo rewşa îşkenceyê ji holê rake, divê bi lez biryarê bide û zextan li Tirkiyeyê bike. Divê komîteya wezîran divê civîna xwe de bêtir aşkere bang li Tirkiyeyê bike û biryarên şênber bistîne.

Li gel ku CPT di raporên xwe de erka ku Tirkiye bike, aşkere kir jî Tirkiye dijberî vê yekê gav avêt. Ji ber vê yekê divê komîteya wezîran vê helwesta Tirkiyeyê ya li dijî CPT’î jî li ber çavan bigire û bangekê li Tirkiyeyê bike.”

‘Pergala tecrîdê li ser hemû gelê Tirkiyeyê belav bûye’  

Ozturk, bal kişand ser bandora pergala tecrîdê ku li Tirkiyeyê belav bûye û wiha got: “Dema Birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê têkiliya wî û cîhana derve bi temamî qut kirin. Li girtîgeha giravê ku bi temamî dengê zindiyan nebihîze hepis kirin. Birêz Ocalan li wir vîna gelê kurd temsîl dike. Bi pêşxistina tecrîd û pergala li Îmraliyê tecrîd li ser hemû gelê Tirkiye belav kir. Em vê yekê bi hêsanî dibînin. Gava yekem birêz Ocalan anîn girtîgeha Girava Îmraliyê. Di gava duyemîn de jî li Tirkiyeyê  girtîgehên Tîpa F xistin meriyetê. Girtîgehên din jî ji cîhana derve dûr xistin. Ji dengê hemû zindiyan dûr xistin. Ev girtîgeh jî dûrî bajar in û bi temamî beton in. Di aliyê şertên fîzîkî de pir xerab in. Mirov dikare bêje girtîgehên tîpa F reng û minakên girtigeha Îmraliyê ye. Birêz Ocalan li Girava Îmraliyê hat darizandin û bi lez hat darizandin û biryar dan. Ewil biryara îdamê dan, piştre polîtîkaya hêdî hêdî bikujin xiztin meriyetê. Her çend Birêz Ocalan ev polîtîka tev pûç kir jî dema em li rewşê dinerin, li girtîgehên din ên Tirkiye girtiyên siyakî bi awayekî li gorî edaletê nayên darizandin. Rejîma Înfazê Muabeta Giran di Hezîrana 2005’an de kirin zagon û ev li hemû girtîgehan belav kirin. Piştî rejîma înfazê pergala hucreya yek kesî pêş xistin. Girtiyê bi cezayên muebeta giran hatin cezakirin, ji hemû mafên xwe bêpar têne hiştin. Em îro vê yekê li girtîgehan dibînin. Dema Birêz Ocalan bi parêzerê xwe re hevdîtin dikir, yek li cem wan disekinî û axaftinên wan qeyd dikir. Ev li dijî zagon û hiqûqa Tirkiyeyê bû. Lê niha hevdîtina girtiyan û parêzeran dibin qeydên kamera de têne kirin. Li Îmraliyê bi awayekî keyfî cezayê dîsîplîn û hucreyê didan Birêz Ocalan, îro ev yek li girtîgehên din jî pêş xistine. Em bi rehetî dibînin ku pêkanînên li Îmraliyê pêş xistin îro li girtîgehên din û li ser civakê jî pêş diwin. Mixabin ji ber ku wê demê me li dijî van kiryaran têkoşînek xurt pêş nexist em îro van zextan dibînin.”

Ku têkoşînek xurt bihata dayîn îro dê Demîrtaş û Kavala ne girtîbûna

Ozturk, bal kişand ser biryarên der barê Demirtaş û Kavala û wiha axivî: “Em dibînin ku koka xwe ji sala 2014’an digire. Ji ber ew biryarên wê demê dan pêk neanî îro vê yekê ji bo girtiyên din jî dike. Sedema vê yekê jî ji ber ku li dijî vê yekê têkoşînek xurt nehat dayîn. Ger ku wê demê têkoşînek baş hatibûya dayîn, belkî ev îhlal ji bo Demîrtaş û Kavala pêş neketa. Belkî îhlal li girtîgehên din pêş nekatina.”

Ocalan bi fikr û paradîgmaya xwe polîtikayên Tirkiyeyê pûç kir

 Ozturk, bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên tecrîdê û wiha pêde çû: “Tirkiye bi vê yekê xwest hem Ocalan li Îmraliyê bê vîn bihêle û em vê yekê li tevahiya Tirkiyeyê belav bike. Lê birêz Ocalan ev yek bi sekn û paraznameyên xwe pûç kir. Bi felsefe û paradîgmaya xwe ev polîtika ev pûç kir. Hemû hewldanên ku xwestin Ocalan bê vîn bihêle, Ocalan bi paradîgmaya xwe pûç kir. Helwestek nîşan da. Me ji vê yekê re got Helwesta Îmraliyê. Em niha dibînin ku dixwazin vîna gelê kurd jî bişkînin. Ev yek di şexsê jinan û siyasetmedaran de jî pêş ket. Siyasetmedar avêtin girtîgehan. Qeyûm taşînî şaredariyan kirin. Şaredar girtin. Bi tecrîda Îmraliyê dixwazin hemû civaka kurd tecîd bikin. Mirov bi rehetî vê yekê dibîne.

Têkoşîna hiqûqî didome

Parêzer Raziye Ozturk, bal kişand ser têkoşîna hiqûqî ya li dijî tecrîdê û got: “Em wekî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkoşîna hiqûqî didin. Em tenê serî li mekanîzmayên Tirkiyeyê nadin. Em di heman demê de serî li mekanîzmayên hiqûqî yên Ewropa jî didin. Dîsa di aliyê burokratîk de jî xebatên me didomin. Bê guman têkoşîn ne yekalî ye. Ne tenê bi aliyê hiqûqî ye. Rojnameger, komele, partî, gel û hemû beşên civakê, pêwiste di vê qatê de têkoşînê pêş bixe. Divê hemû beşên civakê têkoşîna xwe bikin yek. Mirov dikare bi rêxistinbûnek xurt rê li pêş vê yekê bigire. Ji ber ku ev rewşa dijmirovî ji aliyê tu kesî ve bi erênî nayê vegotin. Tu kes nikare vê rewşê erênî bibîne. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ev polîtîka bi birêz Ocalan re li ser hemû gelê Tirkiyeyê û mirovahiyê tê ferzkirin. Bi rêxistinbûnek hevpar mirov dikare vê polîtîkayê têk bibe.”

Paradîgmaya Ocalan ji bo hemû gelan dibe nifes

Ozturk, herî dawî li ser giringiya parastina cewherî jî rawestiya û wiha got: “Rewşa em niha têde, rewşek parastina cewherî ye. Ji ber ku bê navber li dijî muwekilê me û gel êrîş hene. Ji ber vê yekê parastina cewherî bi xwerêxistinê pêk tê. Divê her kes li cihê xwe têkoşîna xwe bilind bikin û hevpar bikin. Bi vê yekê dikarin li dijî tecrîdê gavekê bavêjin û tecrîdê bişkînin. Yek ji milê rêxistinkirinê yê herî girîng xwendina fikrên Ocalan û famkirina Ocalan e. Îro paradîgmaya ku brêz Ocalan pêş xistiye, ji bo hemû mirovan dibe nefes. Rewşa Rojava jî nîşanî me dide ku ev paradîgma çiqas rast e. Nîşan dide ku çiqas nefesê dide gelan. Zanyar û felsefevanên cîhanê jî polîtîkaya rêveberiya birêz Ocalan mînak nîşan didin. Baweriya vê paradîgmayê, xwendina rast a vê felsefeyê girîng e.”