24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ocalan: Divê demildest CPT serdana birêz Ocalan bike

Piştî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê malbatan jî ji bo xeberê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan,Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê ku di bin tecrîdeke giran de ne, bigirin li meclisê ketibûn nav liv û tevgerekî de. Malbatan li Enqereyê serdana HDP’ê û gelek saziyan kirin û xwestin ev bêhiqûqî ji holê bên rakirin.

Têkildarî serdanên malbatan û tecrîdê Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û ragihand ku rêxistinên civaka sivîl jî diyar kirine ku pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.

Omer Ocalan anî ziman ku ji 25’ê adarê heya niha xeber ji Îmraliyê negirtine û jixwe hevdîtina telefonê ya li edliyeyê hatiye kirin jî di nîvî de hatiye qutkirin. Ocalan bilêv kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî ya bi telefonê de xwestiye parêzer bên Îmraliyê û wiha got: “Têkildarî tenduristî û jiyana wî de fikarên me hene. Em malbat û parêzerên wî ji bo vê yekê ketin nav gelek hewildanan. Lê tu titş bi dest me neket.”

Ocalan da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê ji 27’ê tirmeha 2011’an ve her diçe girantir dibe û wiha got: “Ewil heftê du caran hevdîtin dibû, paşê kirin heftê carekê. Wê demê parêzer jî diçûn. 11 hefteyan li ser hev di hevdîtin hatin astengkirin. Ji bo vê jî hincetên wekî ‘koster xerabe ye, rewşa hewayê nebaş e’ derxistin pêşiya me. Lê belê piştî 27’ê Tîrmeha 2011’an çûna parêzeran ji binî de hat astengkirin. Piştî 2020’an jî cezayên dîsîplînê kirin hincet.”

‘Cezayê disîplînê dijhiqûqî ye’

Ocalan destnîşan kir ku cezayên dîsîplînê teblîxî parêzeran jî nehatiye kirin û cezayê dîsîplînê yê vê dawiyê bi her awayî li dijî hiqûqê ye û ev tişt anî ziman: “Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji ber felsefe û paradîgmaya wî ye. Fikrê Modernîteya Demokratîk a Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye nefes. Ev paradigma ji ber ku di nav civakê de her diçe belavtir dibe dewlet jî ji vê yekê aciz dibe û tecrîdê dijwartir kir.”

Deskeftiyên kurdan

Parlementerê HDP’î Omer Ocalan destnîşan kir ku sedemeke girankirina tecrîdê jî destkeftiyên kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û ev tişt anî ziman: “Tirkiye dixwest bi rêxistinên cîhadparêz li rojavayê Kurdistanê tasfiye bike. Birêz Ocalan li wir paradîgmaya rêya sêyem xist dewrê. Ne li rex DAIŞ’ê ne jî li rex rejîma Esad a ku bi salan nasnameya kurdan red kir, cih girt. Pergalek hat avakirin û niha ev pergal ji hêla gelên cîhanê ve tê pîrozkirin. Ji ber van deskeftiyan tecrîd hîn bêtir hat girankirin.”

‘Tenduristiya Ocalan ji bo kurdan girîng e’

Ocalan di berdawam axaftina xwe de diyar kir ku dê têkoşîna wan a li hemberî bêhiqûqtiya li Îmraliyê bidome. Her wiha sedema pirsgirêkên ku her diçe li Tirkiyeyê kûrtir dibin jî tecrîd e û rêya çareserkirinê meseleya kurdî jî Ocalan e û wiha got: “Tenduristiya Birêz Ocalan ji bo kurdan û meseleya kurdî girîng e. Di vî warî de her kes xwedî berprisiyar e. Dibe ku pirsgirêkên tenduristiyê yên Birêz Ocalan û hevalên wî hebin. Lê em nizanin çi ye. Em wek malbata wî meraq dikin. Gelo qey hin tişt tên veşartin? Demildest divê bê aşkerekirin.”

‘Ji ber tecrîdê qeyran mezintir dibe’

Ocalan da zanîn ku dê tu carî tecrîdê qebûl nekin û got: “Tirkiye divê dev ji vê polîtîkaya xwe berde. Lewre encamên wê li holê ne. Niha welêt hildiweşe. Sedema sereke ya vê hilweşandin helbet tecrîd e. Ger hûn raibin diyalogê, mafên mirovan ji holê rakin, polîtîka û siyasetê betal bikin û bi rêbazên leşkerî bi ser meseleyên civakî de biçin û muxataban bi awayekî giran têxin bin tecrîdê, dê encam bêîstikrarî be. Li Tirkiyeyê di her warî de qeyran heye. Sedema vê jî binpêkirina demokrasiyê û mafên mirovan e.”

 Bang li CPT’yê KİR

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku biryara DMME’yê ya derbarê Ocalan de daxilî nav rojeva xwe kiribû, di civîna xwe de xwestibû ku ji bo vê tevdîr bên girtin. Omer Ocalan bal kişande ser vê bangawaziyê jî wiha got: “Biryareke ku 7 sal berê hatibû dayîn, piştî 7 salan daxilî nav gundema Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bû. Pir dereng çêbû. Ev biryar tê wateya ku di hin cihan de bi Tirkiyeyê re li hev kiriye, lê axirê biryareke girîng e. Komîteyê bang li CPT’yê kir ku peywira xwe bi cî bîne. Lewre qutkirina têkiliya bi derve re îzolasyon e. Ev jî sûcekî  li hemberî mirovahiyê ye. Demildest divê CPT biçe serdana Birêz Ocalan û hevalên wî bike.”