23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ocalan: Ji bo tecrîd rabe divê çalakî mezintir bibin

Tecrida li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal in didome. Ocalan 22 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê li dijî tecrîdê têdikoşe. Ji Adarê heta niha bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Ji ber tecrîd giran dibe fikar û nerazîbûn zêde dibin. Li Ewropa bê navber çalakiyên ji bo azadiya Ocalan têne li darxistin. Niha li Wan û Amedê çalakiyên “Nobeda Edaletê” didomin.

Bertekên malbatan û rêxistinên civakî yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didomin. Ji xizmên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Reşît Ocalan bal kişand ser bandora tecrîdê û wiha got: “Wekî malbat her tim Mehmet Ocalan ji bo hevdîtin pêk bê serlêdanan dike. Mehmet Ocalan her tim di nava liv û tevgerê de ye. Em wekî malbat dixwazin her tim hevdîtin pêk bê û pirsgirêka kurd çareser bibe.  Piştî hevdîtin qut bû, zilm û zext zêdebûn. Ji ber zext zêde bûne êdî kes newêre biaxive. Bandora tecrîdê li ser milet gelek zêde bûye. Êdî her kes ji xwe ditirse. Her kes ji xwe dikeve gumanan. Dibêjin dê îro, sibê min bigirin. Bi tirsa girtinê dijîn.”

‘Ji bo tecrîd rabe ev xebat têr nake’

Mehmet Reşît Ocalan, anî ziman ku saziyên mafên mirovan û rêxistinên civakî ji bo tecrîd rabe xebatê dikin, lê ev têr nake û wiha got: “Li Ewropa kurd li ser piyan in. Li Holanda, Belçîka Danîmarka û gelek welatên din kurd li ser piyan in. Dixwazin PKK’ê ji lîsteya terorê derxin. Ji bo vê yekê gelek xebat heye. Mirovên demokrat, parazvanên mafên mirovan û xwedî edalet ji bo tecrîd bi dawî bibe û PKK ji lîsteya terorê derkeve xebatê dikin. Lê ev xebat ne bes e. Eger ev xebat û çalakî bes bûya, dê hêzên tecrîdê pêk tînin fam kiribûna û tecrîd rakirana. Ku vê xebatê têr kiribûya dê PKK ji lîsteya terorê derxistibûna.”

‘Divê kurd hevkariya neyarên xwe nekin’
Ocalan bi awayekî sergirtî bal kişand ser helwesta PDK’ê û wiha lê zêde kir: “Hîn hinek kurdên me bi dijmin re alîkariyê dikin. Kurdan didin kuştin. Zilm û tundî li ser çar parçeyê Kurdistanê heye. Ji bo ev bi dawî bibe divê kurd hevkariya neyarê xwe nekin.”

Em li ser agir in

Ocalan fikarên xwe yên der barê rewşa girtîgehan de jî anî ziman û wiha berdewam kir: “Ji ber hevdîtin pêk nayê û em agahî ji Ocalan nagirin em pir bêzar in. Em li ser agir in. Her roj guh û çavê me li girtîgehan e. Li girtiyan îşkence dikin. Çend roj berê li girtîgehê yek hat kuştin. Wê rojê dîsa cenazeyek  ji girtîgehê derket.”

‘Divê malbat li ber xwe bidin û çalakî mezin bibin’

Reşît Ocalan bal kişand ser çalakiyên Nobeda Edaletê jî û wiha got: “Nobedên Edaletê ku li Wan, Amedê dest pê kirine gelek rind in. Gelek girîng in. Divê ev çalakî mezin bibin. Divê malbatên girtiyan bêtir tev li van çalakiyan bibin. Divê bêtir xurt li ber xwe bidin. Bi hezaran malbatên girtiyan hene. Ku hemû malbat destê xwe bidin hev dê tengekî pir mezin derxin. Malbatên zarokên wan girtî divê li ber xwe bidin. Divê li zarokên xwe xwedî derkevin. Hemû mirovên xwe nas dikin û neheqiyê qebûl nakin divê her kes li dijî tecrîde dengê xwe bilind bikin. Divê li girtiyan xwedîderkevin.”

Ocalan bang li parazvanên mafên mirovan, rêxistinên demokratîk û saziyên hiqûqê kir û xwest her kes destê xwe bide ser wîcdanê xwe û li dijî tecrîdê têbikoşin.”