19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ocalan: Jiyana Sakîne Cansiz mînak ne

Di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) û nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan (rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê bi sûîqastekê hatibûn qetilkirin.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên bi heyetên Îmraliyê de li ser qetilkirina 3 jinên şoresger sekini bû, gotibû ku ez ê tola vê qetilkirinê bigirim. Abdullah Ocalan di hevdîtên xwe de li ser bûyerê van tiştan anîbû ziman.

“Êrîşa li dijî Sakîne di deman demê de li hemberî me hatiye kirin. Li Tirkiyeyê xebateke dewleta paralel a ji sê milan ve tê meşandin heye. Ev ne lobiyên ji rêzê ne. Li Tirkiyeyê qaşo hikûmetek heye, qaşo parlementoyek heye. CHP û MHP projeyên dewletên paralel in.  Ketine nav AKP’ê û nav karsazan jî. Tenê MÎT maye. Hedefa vê diyalogên me yên hatine destpêkirin bi xwe ye. Dixwazin musteşarê MÎT’ê bixînin. Emre Ûslû û Mehmet Baransû MÎT’ê hedef girtin. Hêzeke qerase li pişta wan e. Florîda navenda kontrgerîlla ye. Abdûllah Çatli du caran çû wê derê. Sûîqasta li hemberî Papa, cinayeta Palme çêbû. Cinayeta Sakîneyê jî karê van koman e. Gladîoya nû tam nayê fêmkirin. Hemû tiştên ji bo çareseriyê hatin kirin sabote kirin. Bûyera Sakîneyê li bara min bû cihê teredudek mezin. Ne zelal e. Sakîne, li Ewropayê aştiyê temsîl dikir. Hê jî komkujî nehatiye zelalkirin.”

Em tevgera azadiya jinê dijîn. Jiyana Sakîneyê mînak e. Azadiya jinê, têkoşîna Sakîneyê ye. Ez ê hesabê Sakîneyê bipirsim, ez ê kujeran eşkere bikim.”

Di nivîsa Mehmet Baransû û Emre Ûslû lîsteya  ‘22 kadroyên PKK’ê yên ku bên kuştin’ derket. Bi Sakîneyê dest pê kirin. Vê lîsteyê birine cem Erdogan û dest pê kirin. Nava AKP’ê derdora Erdogan ji vana xalî nabe. Hemû jî diçin xwe disipêrin Washîngtonê. Hêza heyetê bisînor e. Xwestin Kurdistanek ji kurdan xalî biafirînin. Ev, nahêlin tirk jî aştiyê çêbikin. Dixwazin aştiyeke sixte çêbikin, aştiyeke ku me ber bi pevçûnan ve bibe.

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qurbanên dawî yên Gladîoyê ne. Peyam ji bo me ye. Peyam ev e: Dê PKK wisa bê helkirin! Darbeya 9’ê Çileyê darbeya qedandina pêvajoyê ye. Komkujiya Madimakê, ya Başbaglarê û yên wekî vana encama perspektîfa CIA’yê ne.

Plansazê efserê mirinê Engîn Alan e. Ew planên rojane dikin û van planan jî wekî rapor didin CIA’yê. DYA, şêst sal in Tirkiyeyê daye dest vana. Fethûllah Xoce jî, Turkeş jî wisa ne; Rûzî Nazar, Enver Altayli û yên wekî vana jî wisa ne. Ev kes, planên ku dê çawa li hemberî cîhana tirkîtiyê operasyonan bikin, dikin. Min ev yek tenê di awayên wan ên kuştinê de çareser kir. Awayên kuştina kurdan ne karê tirka ye. Jixwe hûn vê yekê di awayê kuştina Sakîneyê de jî dibînin. Hûn ê mirina Sakîneyê çawa îzah bikin? Rêbazeke kuştinê ya ev qasî hovane karê van kesan e. Omer Guney, a rast Engîn Alaneke biçûk e. Zilamê Gladîoya NATO’yê ye. Armanca wan bi van cinayetan her tiştî biqedînin.”

PKK ji sala 76’an ve tim bi komployan re rû bi rû ye. Lewma ez hişyar dikim. Hê jî min li vira wekî enstrumanekê, wekî amûrekê dibînin. Ez dibêjim, ev tiştekî talûke ye. Tu qîmeteke gotinên wan ên ji bo min tune ye. 30 sal in li hemberî min operasyoneke têgihanî dikin. Ez qet guh li vê jî nakim. Parîsê operasyoneke têgihanî ya nû tê kirin. Sûîqesta Sakîneyê ne sûîqesteke wisa hêsan e. Bi plansazî hatiye kirin. Ji bo min hinceta şer e.

Ji bo min sûîqesta Sakîneyê ji ya welîahdê Awistiryayê ya di dema şerê cîhanê yê yekemîn de girantir e. Ji xeynî min tu kesî nikaribû di wan şert û mercan de xwe ji wî şerî xelas bike. Ji ber ku min ev tişt hemû dîtin, çendî giran bû jî min xebata li vira domand. Di nav awirên bargiran ên hevalê xwe de, di demeke ku MÎT di bin tohmeteke giran de bû, min ev hevdîtin kirin. Dibe ku tiştên bi vî rengî ji niha û pê ve jî çêbibin. A girîng awayê rast ê xebatê ye û nêzîkatiyek cidî ye. Niha di manşeta rojnameya Zamanê de ev qas agahî hene. Dibêje, ‘Çima MÎT sûîqastê aşkere nake?’ Lê belê em bi neyta wan dizanin.

Belê, lê ger bi ya Cemaetê bûna, niha dê PKK bûbûna keldûman. Baransû, wê demê di Tarafê de nivîsîbû. Gotibû, ‘Ger 22 kadroyên PKK’ê bên kuştin dê mesele çareser bibe.’ Sakîne yek ji vana bû. Ên din jî, hê dikin. Lîsteyek kartêker çêkiribûn, eynî wekî lîsteya karsazan a salên 90’î, wekî lîsteya Çîllerê. Berê planên MÎT’ê jî yên bi vî rengî hebûn. Em dikarin behsa heyama Teoman Koman bikin. Paşê ev bi Emre beg wan re guherî. Hûn jî dizanin Teoman Koman meaşê xwe ji CIA’yê distand û MÎT di bin destê wî de bû.

Gava Sakîne bihîstiye ez li vira li dor maseyê rûniştime, rabûye ser xwe û bi erênî nêz bûye, gotiye pir baş e û piştgiriya vê yekê kiriye. Lewma hedef hat girtin. Bûyera Sakîne wan bûyerek wisa ye ku, bi qasî 19’ê Gulanê girîng e. Bi qasî bûyera daxistina ji text a Abdulhamîd, bi qasî fesixkirina Ocaxa Yenîçeriyê ya ji aliyê Mahmûdê Duyem ve girîng e. Bi qasî darbeya 27’ê Gulanê, darbeya 12’ê Adarê girîng e. Ji niha û pê ve dê 9’ê Çileyê jî ji bo me bibe dîrokeke girîng. Ez li vira naveroka siyasî ya komkujiyê, ya darbeyê rave dikim. Em bêjin me pêncî civîn bi Hakan beg re kiribin, di van ger pêncî civînan de jî hema bibêje bûyerek derketiye pêşiya me. Ji lêgerînên tazî, tecawizan, ji operasyonên KCK’ê heya Roboskiyê… divê ev wisa bên nirxandin.

Em ferz bikin haya Erdogan ji vê cinayetê hebûye û em ferz bikin wî ev yek pesend kiriye. Dibe ku MÎT’ê jî pesend kiribe. Lê îmze û pesendkirina rayedarên ku min hevdîtin bi wan re kirine hebe jî, belgeyên wê jî hebin, dîsa jî ev ne biryara wan e. Ev tespîteke dîrokî ye. Awayê min ê siyasetê wisa ye. Komployeke navenda wê Washington e. Komployeke CIA û Gladîoyê ye. Hişmendiya min a dîrokê heye, ez baş bi rastiya dewleta kûr dizanim. Lobî, 60 sal in di çarçoveya bidestxistina Anatolyayê de her tiştî dikin. Di hundir de pergaleke ku serokkomarê xwe, serokwezîrê xwe jî dide ber xwe heye. Mekanîzmaya darbeya heyî hê jî li ser kar e. Pêncî heb Hakan Fîdan jî hebin, pêncî heb serokwezîr jî hebin dê nikaribin pêşî li ber vê bigirin.

Li Girava Îmraliyê li dijî hemû gavên tên avêtin darbeyek tê kirin. Em Sakîneyan bînin bîra xwe. Piştî civîna me ya ewil a li vira, li Parîsê bersiv dan. Piştî hemû hevdîtinên girîng, teqez darbeyek çêdibe. Roboskî, li Colemêrgê kuştina 13 gundiyan, operasyonên KCK’ê û bi sedan bûyerên bi vî rengî. Ên ev kirin niha teşhîr bûne. Ez xwe disipêrim tecrûbeyên xwe û dibêjim. Gava min bûyera Sakîne wan bihîst, ez pir fikirîm. Min got divê çi bê kirin, ez li ser vê hûr bûm. Min panzdeh rojan hevdîtin nekirin. Paşê min hevdîtin kir. Wê çaxê ez wisa fikirîbûm; Em ferz bikin ev civîn bi plana Hakan Fîdan be, bi pesendkirina serokwezîr be. Min got, axirê ev kom jî bi qasî min di bin gefan de ye. Lewma ez fikirîm û min got, sebir bike, bixebite û aşkere bike. Û niha derket holê. Pergala paralel ev tişt kir. Dibe ku ji MÎT’ê jî komek di nav vê pergalê de be. Tevdîr girîng e.”