18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Odeya Arthur Rimbaudî yê mêrmindal û bêhedan

  • Aden

Li Fransayê hewa li gor kêfa xwe ye. Tu rojekê dibînî erd û esman qul bûye û xulexula baranê ye lê sibetira rojê hewa req çîksayî ye û fanoriyê te lixwekirî li te heram dike. Ez rabim bêjim êdî hînî vî halê dînîtiyê bûme derew e. Payîz li me heram bûye. Ji zivistanê jî ji kesên ji zivistanê hez dikin jî hez nakim. Xwedê gunehê min bixe stûyê romannivîsên rûs.

Dîsa rojeke wilo zilmane, 19’ê cotmehê serê sibê zû rabûm çûm zankoyê. Şilûpil ketim dersê; piştî nîv saetê dîsa şilûpil jê derketim. Kul bi dersên yekşemê were, sebra Eyub jî hebe bi te re, piştî nîv saetê ji dinê jî ji heyatê jî aciz dibî; ez jî wilo aciz bûm.

Min berê xwe da hotela biçûk a li hember zankoyê. Par jî min digot ha îro ha sibê ez ê biçim lê ji ber xemsariyê xwedê nekir nesîb.

Hotela li hember, bi navê xwe l’Hôtel Cluny-Sorbonne ye. Bi plaketa li ser dîwarê xwe menşûr e:

”Niha odeyeke min a xweşik heye

Arthur Rimbaud

Hôtela Cluny – hezîrana 1872’an

Hevalên Rimbaudî”

Hatim ber deriyê hotelê; min çakêtê xwe dûz kir û ketim hundir. Ya Alla. Xirîniya mêrikekî qelew û navsale bû li resepsiyonê. Mêrik li ser sendeliyê pal dabû. Ya rebbî. Min got « mosyo » lê xema mosyo! Piştî çend saniyeyan min li derdora xwe nihêrî bo hewarê. Jinikekê nerdîwan paqij dikir, me li hev nihêrî. Jinik keniya û hat bi dengekî berz û bilind gazî mêrikî kir û ez xilas kirim. Jinikê got « mosyo! » mosyoyî got hirç û niç û rabû çilm û pozê xwe paqij kir.  Paşê çawa hat ser hemdê xwe, got “kerem ke ezbenî”. Min got “hatime bo çîroka Arthur Rimbaud”. Mêrik bêyî ku pirseke din ji min bike mîna gedeyên li Gola Halîl ul-Rehman dest bi çîroka xwe ya jiberkirî kir. “Arthur Rimbaud di sala hezar û he…” Min got “ka bise mosyo, bira ew plaketa li ber derî rast e?” Got “helbet” û qala serpêhatiya kin a Rimbaudyê li wir kir.

  • Harar

Sala 1870’yî, gava ku Prûsya êrîşî Fransayê dike, Hôtel Cluny-Sorbonne ya li orta Parîsê jî ji vî şerî bêpar namîne û çend derban dixwe. Fransa nikare xwe li ber prûsyayîyan bigire û têk diçe. Wek encama vê cengê Almanyaya yekgirtî ava dibe û Parîs dikeve nav kaosekê. Geremola hanê jî bivê nevê bandora xwe li ser jiyana rojane û rewşenbîriyê dike. Hotel Cluny dibe cihê kar û karkerên jirêzê. 2 sal piştî vî şerî, rojekê, Athur Rimbaud, gedeyê 18 salî, şaîrê nûciwan û mêrmindal û bêhedan, bi Paul Verlain û jina wî re dikeve nîqaşekê û ji mala wan derdikeve. Dûre berê xwe dide vê hotela biçûk. Qeyda xwe li odeya 62’yan çêdike û ji bo Ernest Delahayeyê hevalê xwe têbiniyeke wiha li deftera xwe datîne û jê re dişîne:

“Lê belê niha odeyeke min a xweşik heye… Li vir, bi şev hima avê vedixwim. Çavê min bi serê sibehê nakeve, xew nakeve çavê min, bêhna min diçike. Aha ev e rewş.”

Diyar e êş û elema Parîsê û derd û kula Verlainê lê zor hatiye û xwe yekcar daye absentê. Rimbaud bi qasî meh û nîv li vê hotela biçûk dimîne. Di wê navberê de dost û hogirên wî jî tên serdanê. Min ji mêrikî pirsî “gelo yên dihatin kî bûn, çiqas disekinîn?” Lê navê kesekî negot. Yan nedizanî yan jî nedixwest bêje. Mi go “gelo eşyayên wî mane qet an dikarim odeya wî bibînim?” Lê belê mêrikî destûr neda. Min jî israr nekir. Got, “Jixwe tiştek jê nemaye. Piştî wî, hotel gelek caran hatiye restorekirin.” Min di ber xwe de got belkî rojeke din, gava resepsiyonîst guherî, cardin vegerimê.

Hotel Cluny, piştî Şerê Cîhanî yê Duyem ji bo xwendekarên ku ji welatên nepêşketî hatine dibe wargehek. Bi taybetî bûyerên 68’yî ku hima li zikê meydana Sorbonneyê diqewime, şikl û şemala vê derê diguherîne. Di salên 1970’yî de jî Hôtel êdî dizivire ser hoteleke turîstîk û du stêrkan li xwe digire. Niha jî turîstên nîv-zengîn berê xwe didin vê derê.

Bi qamyonan tişt hene ku bên gotin derheqê vî şaîrê bi emrê xwe biçûk lê bi wezna xwe mezin de. Ji bo jînenîgariyeke tam-temam divê meriv tûrekê li pêşgotina “Birqên Direxşan (Illuminations)”a wî bigerîne ku ji hêla Ergîn Sertem ve par hatibû wergerandin. Xatirxwestina nivîsê jî bila ji vê kitêbê be:

Demokrasî

Ala dikeve ser dîmenê pîs î pelos, û devoka me difetisîne defê.

“Ber bi navendan, kî derê em ê bêhêvîtirîn şiklê leşfiroşiyê bigihînin. Em ê qir bikin şoreşên eqlî.

“Ber bi welatên bîberî û noqbûyî! -di xizmeta istismara sena’î û leşkerî ya herî hût-hêcane de.

“Bi xatirê te ev der, her dereke heyî. Leşkerên niyetpak, em ê bidin dû îlmekî çavsor; nezan di zanistê, rahatî li rihetiyê; bila bisikite dinyaya di gerr. Ev e meşa rast. Paş kevin, de, bimeş!”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê