Monday, September 27, 2021

Oedipusa Kurdî: Hesen, Şêrhesen û Gulperî

Çîroka Oedipus Rex a ku Sophokles di B.Z. 400’an de wek nimûneyeke trajedyayê nivîsiye li seranserê cîhanê navdar e. Ev navdarî bi saya serê şîroveya Freud a çîrokê ya bi şêweyekî psîkanalîst hîn berfirehtir bûye ku di lîteraturê de wek ‘kompleksa Oedipus’ tê zanîn. Bêguman sepandina nêrîn û şîroveyên psîkanalîstî yên li ser berhemên edebî, bi taybetî jî li ser berhemên edebiyata devkî, şixuleke têkilhev e. Teoriya psîkanalîst berhemeke fikrî ya rojavayî ye, lewre daneyên ku xudanên vê teoriyê pê xebitîne piranî aîdî çanda rojava ne. Ji ber vê çendê jî dema berhemeke aîdî çanda rojhilat bi teorî, têgeh û kategoriyên rojava tê analîzkirin, îhtimala şîroveyên zorpêdayî û neguncav zêdetir dibe. Dîsa jî çîroka kurdî ya bi navê Hesen, Şêrhesen û Gulperî bi mijar, tema û motîfên hevpar û cî bi cî bi cudatiyên berbiçav hêjayî nirxandineke psîkanalîst e.

Çiroka Hesen, Şêrhesen û Gulperî ji aliyê H. Akyol ve ji herêma Bîsmîlê hatiye tomarkirin û di nav Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de bi navê Çîrokên Kurdî Senem Xanim hatiye çapkirin. Çîrok bi vê gotinê dest pê dike: Padîşakî xewekî dî, di xewa xwu da layê(kurê) gavanekî qetil kir. Lewre Padişah şivan û gavanên welatê xwe tev kom dike û bi vî awayî jî pê dizane ku gavanek ê di demeke nêzîk de bibe bav. Jê dixwaze ku wextê zarok hat dinê wî bîne qesrê. Piştre jî fermanê dide celadên xwe da ku zarokê bibin çolê û bikujin. Celad tên rehmê, zarok ji hêla dêleşêrekê ve tê xudankirin. Wek motîfeke binas, ên ku zarok ji bo kuştinê dibin ciheke dûr, tên rehmê û zarok şûnde dihelin û vedigerin. Zarokê ku li çolê hatiye hiştin ji hêla ajalakê ve tê xudankirin.

Sal di ser re derbas dibin û rojekê nêçîrvan şêrekê û du çêlikên wê (yek ji wan çêlikan jî ew kurik e) li daristanê dorpêç dikin û xeberê dişînin ji Padişah re. Kurekî Padişah hebûye bi navê Hesen, vêca wî kurikî jî wek Şêrhesen bi nav dike. Hesen û Şêrhesen bi hev re mezin dibin. Rojekê Hesen û Şêrhesen mifteya bavê xwe ji berîkê derdixin û dikevin nav çil odeyên wî. Hesen li odekê wêneya keçikekê dibîne û demildest dibe evîndarê wê. Hesen pir li ber xwe dikeve û axiriyê jî terka welatê xwe dike, diçe deverên dûr. Şêrhesen jî li pey wî dikeve û serpêhatiya wan dest pê dike.

Di çîrokên rojavayî de piranî zarokê ku tê dinê bavê xwe dikuje an jî bobelatekê bi xwe re tîne, lewma jî bav hewl dide ku bûyîna wî zarokî asteng bike. Di çîroka Hesen, Şêrhesen û Gulperî de, Padişah kuştina kur a bi destê xwe di xewnê de dibîne–ev yek bi şiklekî berovajîbûna motîfê ye. Mifteya çil odeyan û tiştên nav wan çil odeyan, bi taybetî jî wêneya keçikê, tev dikarin wek binhişa takekesî ya Padişahê bavê wan bê şîrovekirin. Eger em odeya veşartî wek binhişê bav şîrove bikin, vê çaxê em dikarin bibêjin ku azweriyên bav û kur di binhişê de tûşî hev dibin û ew heman azwerî xasyeta serboriya wan a nav çîrokê diyar dikin.

Motîfa veqetîna kurê gihîştî ya ji desthilatiya dêûbavê xwe di şexsê Hesen de pêk tê. Hesen dikeve bin bandora resma li odeya veşartî hilavistî û gelek li ber xwe dikeve. Hesen ji vê tengejeyê bi rêya terkdana welatê xwe xilas dibe. Serpêhatiya wan dûr û dirêj e. Diçin welatên dûr, rastî Gulperiyê tên, dêwan dikujin û bi xelat û gencîneyê dizivirin. Di rêya vegerê de, dema li binê darekê radikevin du kevok tên û di axaftina navbera xwe de pîlana bavê wan aşkera dikin ji Şêrhesen re. Kevok pîlanên bisêr ên bavê wan aşkera dikin. Bav kuştina kur bi rêya sêran tesewir dike, ji ber ku hişmendî/aqilê civakî rêya kuştina kur a ji destê bav digire. Sêr wek çareseriyeke binhişî tê hawara bav ê ku dixwaze kur bikuje û tişta destê wî jê bistîne. Di dawiyê de kuştina bav pêk tê. Ne bi destê kurê wî Hesen, lê bi daxwaza Hesen bi destê Şêrhesen ve kuştin pêk tê. Di vir de tê dîtin ku ji bo qetla bav rêyek hatiye dîtin. Çawa ku bav nikare bi şiklekî aşkera kurê xwe bikuje, ji ber ku di çanda civakî de kuştina kur tiştekî ne rewa ye, bi heman awayî jî di dawiya çîrokê de kur (Hesen) bi destê Şêrhesen–ê ku kurê padişah ê rastî nîne– bavê dide kuştin.

Di vê çîrokê de jî armanca sereke ya leheng gihîştina miraz/bidestxistina keçekê ye, bes armanca wî û ya bavê wî bi awayekî rasthatinî tûşî hev dibin. Hesen dibe evîndarê keçika ku wêneya wê di odeyeke veşartî ya bavê xwe de dibîne, bi vî awayî jî şêweyeke fantaziya malbatî dibe peywenda çîrokê. Fîgurên çîrokê –padişah wek bav, Hesen û Şêrhesen temsîla kurên ku reqîbê bav in û Gulperî jî objeya daxwazê û xelat leheng– tev dikarin wek hêmanên sembolîk ji bo şîroveya psîkanalîst bên şixulandin. Arîşeya sereke bi ser Padişah –wek fîgurê bav– saz dibe her ku xewna kuştineke têkildarî kur dibîne. Di qonaxa dawî ya çîrokê de Hesen bi xelata xwe an ku bi dotmîrê vedigere warê bavê xwe û piştî çend ceribandinên li dij bavê xwe Hesen bi alîkariya Şêrhesen bavê xwe têk dibe û arezûyên wî yên li hember hezkiriya xwe ditemirîne û digihîje encama hêvîkirî.