25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

OHD: Bila tecrîd bê rakirin

Komîsyona Girtîgehan a Herêma Marmarayê ya OHD’ê, rapora 3 mehan a têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan amade kir. Komîsyonê xwest tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bê rakirin.

Komîsyona Girtîgehan a Herêma Marmarayê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê, der barê rewşa girtîgehan re dapor amade kir. Komîsyonê piştî serdanên xwe yên li girtîgehên Herêma Marmarayê rapor amade kir û parve kir. Endamê OHD’ê Vedat Ece rapor xwend. Ece, diyar kir ku di serdanên li 13 girtîgehan de piştî bergiriyên di çarçoveya şewba vîrûsa koronayê hatine girtin de binpêkirinên mafan pêk hatine.

22 girtiyan jiyana xwe ji dest dan 

Ece, anî ziman ku li gor daxuyaniya fermî ya ji aliyên Serdozgeriyên Komarê  hat kirin di 372 girtîgehan de 372 girtî bi vîrûsa koronayê ketine û wiha got: “46 girtî li nexweşxaneyê tedawî dibin 326 girtî jî di şertên girtîgehê de tedawî bûne. Dîsa hat tespîtkirin ku ji 14’ê Adara 2020’an û vir ve ji 22 girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk hene dema li nexweşxaneyê tedawî dibûn, 16 girtî ji ber nexweşiyên girêdayî şewba vîrûsa koronayê û 12 girtî jî ji ber vîrûsa koronayê piştî ku hatine berdan jiyana xwe ji dest dane. Wekî din li gorî daxuyaniya Wezîrê Dadê ya 13’ê Nîsana 2020’an 79 gardiyan bi şewba vîrûsa koronayê ketine.”

Daxwazên girtiyan li gorî qanûnên gerdûnî ne

Ece, qala çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan, li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daye dest pê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Daxwazên girtiyan di çarçoveya qanûnên navnetewî û qanûnên Tirkiyeyê de tecrîda ser Abdulah Ocalan bê rakirin û bi malbat û parêzerên wî re hevdîtin pêk were ye.  Ji bo çalakiya grevê bi dawî bibe divê tecrîda ji derveyî hiqûqê ya li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan demildest bên bidawîkirin.”