25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

OHD: Daxwazên malbata Şenyaşar, daxwazên me ne

Çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyasar 200 roj in berdewam dike. Komeleya Parêzerên Azadîxwaz (OHD) a Şaxa Riha, Amed, Mêrdîn, Dîlok, Şirnex û gelek bajarên herêmê bi sedan parêzer li ber Edliyeya Rihayê beşdarî ‘Nobeta Edaletê’ya malbata Şenyaşar bûn. Komeleya Parêzeran daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê OHD’ê Alî Arslan ve hat xwendin.

Hevserokê OHD’ê Alî Arslan destnîşan kir ku tê xwestin bi zext û binçavkirinan, daxwaza edaletê ya malbata Şenyaşar bê çewisandin û wiha got: “Bêhiqûqî û bêedaletî bi rêya dadgehan tê berdewam kirin. Em qala dosyayeke ku 3 sal in biryara nepeniyê li ser e dikin û em nizanin di kîjan astê de ye. Li dijî bêdengiya saziyên edlî yên ku guhê xwe ji daxwazên malbata Şenyaşar re girtine, em dibêjin ku daxwazên malbata Şenyaşar daxwazên me hemûyan e. Em ê bibin dengê dayika Emîn e.”

Alî Arslan da zanîn ku Emîne Şenyaşar sembola têkoşîna ji bo edaletê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Emîne Şenyaşar li ber deriyê edliyeyê di bin axê de li edaletê geriyaye. Dayika Emîne navê daxwaza edaletê ye. Êdî wek sembolekê ye, divê edalet pêk were. Heya ku daxwaza malbata Şenyaşar pêk were em ê li ba wan bin, piştgiriya têkoşîna wan a ji bo edaletê bikin.”

Piştî axaftina Hevserokê OHD’ê Alî Arslan, Ferît Şenyasar jî axivî û destnîşan kir ku sûcê mirovahiyê tê kirin û ev tişt anî ziman: “Kujer diyar in lê belê hê jî darizandinek pêk nehatiye. Niha derdora me bi barîkatan dorpêç kirine lê bi bariyeran nikarin vî sûcê dijmirovahî veşêrin. Hûn sûcê mirovahiyê dikin, wezareta edaletê sûcê mirovahiyê dike, edliye sûcê mirovahiyê dike, emniyet sûcê mirovahiyê dike. Tiştê ku hatiye serê me komkujî ye. Lê tê xwestin ku li ser vê komkujiyê bê girtin. Hemû kesên ku ji azarê me re bêdeng e sûcê mirovahiyê dike. Em 200 roj in li ber derê edliyeyê li pey edaletê ne. Wezareta Edaletê dibêje derê edliyeyê derê Edaletê ye lê çima ji me re girtîye?”

Piştî axaftinan 200 parezêr ligel malbata Şenyaşar rûniştin, pişt re jî bi çepikan dawî çalakiya xwe anîn.