19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

OHD, ÎHD, TÎHV û TOHAV’ê ji bo Ocalan serî li Komîteya Wezîran a KE’yê da

OHD, ÎHD, TÎHV û TOHAV’ê têkildarî biryara DMME’ê ya der barê Ocalan, Kaytan, Gurban û Boltan de daye, serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan û xwestin vê mijarê têxin rojeva xwe.

Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê, (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Vakfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV), bi sedema ku Dadgeha Mafên Mirovan A Ewropayê (DMME), der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Hayati Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de erka xwe pêk nanîye serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan. Rêxistin û saziyên mafên mirovan û hiquqê di serlêdana DMME’ê de diyar kirin ku biryara DMME’yê ya der barê Ocalan, Kaytan, Gurban û Boltan a bêyî îhtîmala berdana bi şert mahkûmî cezayê muebbetê hatine, li dijî xala 3’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMMA) ye. Parazvanên mafên mirovan û hiqûqnasan xwest komite vê mijarê di hemû civînên xwe yên hefteyî û demî de bike rojev û li ser raweste. Saziyan da zanîn ku li gel biryara der barê Ocalan, Kaytan, Gurban û Boltan Komîteya Wezîran ev mijar nekirine rojeva xwe. Parazvanên mafên mirovan bibîr xist ku 4 rêgez di hiqûqa Tirkiyeyê de beramberî wê tune ye û gotin: “Rêgezên “Daxistina ceza ya hiqûqî”, “Guncavbûna bi dawîbûna cezayê hikûmxwar a li gorî Resosyalizasyon û halê talûke”, “Di pêvajoya raçavkirina ceza de, hikûmxwar xwedî ewlehiya usûlî ye” û “Ceza fîîlî dikare bê daxistin” li gorî hiqûqa Tirkiyeyê beramberî wê tune ye. Dîsa di 15’ê Nîsana 2020’an de Zagona îngazê xistin meriyete. Mekanîzmaya li dijî vê xala “Heta heta dê li girtîgehê bimîne” ya zagona înfazê tune ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê