Duşem, Tirmeh 26, 2021

Omer: Girtina deriyê Til Koçerê bandorek mezin li rewşa aborî û mirovî dike

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî cara yekemîn di sala 2014’an de, derbaskirina alîkariyan a di deriyên sînor re ji bo Sûriyeyê erê kir. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di deriyê sînor ê Til Koçerê re yê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê de alîkarî werdigirtin û li koçber û penaberên li herêmê belav dikirin.

Dema biryara derbaskirina alîkariyan ji bo Sûriyeyê di deriyên sînor re 10’ê vê Tîrmehê bi dawî dibe. Dewletên rojavayî pêşnûmeyeke ji bo dirêjkirina demê pêşkêş kir, lê ji aliyê Moskoveyê hate redkirin. Rêxistinên navneteweyî jî hişyarî da ku heger dem neyê dirêjkirin an ku dergeha Til Koçerê girtî bimîne dê karesatek rû bide.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulkerîm Omer ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Omer diyar kir ku girtina dergeha Til Koçerê ya bi vetoya Rûsya-Çînê biryareke polîtîk e û got: “Armanca sereke ji vê vetoyê ew e ku alîkarî bi rêya Şamê derbasî herêmên me bibe. Rûsya û Çîn hewl didin serweriya rejîma desthilatdar vegerînin ser herêmên me, lê ev yek ne pêkan e.”

‘Girtina derî dê bandorek pir mezin li aborî û jiyana civakî bike’

Omer destnîşan kir ku girtina dergeha Til Koçerê dê gelek bandoran di aliyê mirovî de li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û wiha got: “Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 5 milyon mirov dijîn û bi deh hezaran koçber û penaber lê hene. Piştî êrişên Tirkiyeyê ji 2018’an ve dest pê kirin û heta niha didomin bi dehan  kamp hatin avakirin.

Aloziyê bandor li tevahiya Sûriyeyê kiriye

Aloziya Sûriyê ya ku ev zêdetirî 10 sal in rû didin, bandorek li tevahî gelê Sûriyeyê kiriye. Ji ber şerê li ser desthilatdariyê yê di navbera rejîm û opozisyona ku desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker digire de, binsaziya bi dehan bajaran wêran bû û gelek kargeh hatin talankirin.  Ya ku ev alozî girantir kir, cezayên ku li ser hikumeta Şamê hatine ferzkirin e û ya herî dawî qanûna Qeyser bû ku bandoreke neynî li rewşa jiyanî ya gelê Sûriyê kir.”

`Girtina derî dê bandorek neyînî bike `

Omer diyar kir ku cezayên ku li ser Sûriyê hatine birîn rasterat bandor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û wiha pê de çû: “Ji ber ku em jî beşek ji Sûriyê ne û lîreya Sûriyê bi kar tînin. Aloziya mirovî ya li herêmê piştî girtina dergeha Til Koçerê û belavbûna pandemiya vîrusa Koronayê li cîhanê gurtir bû. ”

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku alîkariyên navneteweyî yên ku ji bo herêmên wan hatin veqetandin bi milyonan dolar e û got: “Ev alîkarî radestî hikumeta Şamê tê kirin ku tenê hinekî jê ji herêmên me re dişîne. Dema pandemiya koronayê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê tu alîkarî ji me re neşand, amûra PCR ji hemûyan re şand lê ji me re neşand, vê pandemiyê bandoreke gelekî mezin li şêniyên herêmê kir. Bi zehmetî me pêwîstiyên taybet ên li dijî vê pandemiyê peyda kirin.”

Omer bi bomdarî got: “Negihiştina alîkariyên navneteweyî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bandor li rewşa mirovî ya herêmê kir, nemaze ku îsal baran kêm bû û mewsima çandiniyê telef bû, her wiha bandor li xebatên jinûve avakirina herêmên ku nû ji çeteyên DAIŞ’ê  hatine rizgarkirin, kir.”

Omer da zanîn ku girtina dergeha Til Koçerê bandoreke mezin li pandemiya koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, her wiha bandorê li rewşa jiyanî û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dike û wiha axivî: “Belê Hêzên Sûriya Demokratîk serkeftina li dijî DAIŞ’ê ragihand, ev serkeftin leşkerî û erdîngarî ye, lê nayê wateya ku DAIŞ bi dawî bûye. Bi dehan şaneyên wê li herêmê hene. Her wiha fikirê tundraw ê DAIŞ’ê hîna di mejiyê gelekan de heye. Ji bo jinûve avakirina van herêman destek pêwîst e, divê civaka navneteweyî destekê bide projeyên biçûk ên li wir.”

‘Rewx xeter e’

Omer ji ber neşandina alîkariyên mirovî ji bo herêmê mixabiniya xwe anî ziman û wiha pê de çû: “Mixabin, civaka navneteweyî tiştek pêşkêş nekiriye, ev yek bû zemîn ku çeteyên DAIŞ’ê careke din li hin herêman derkevin. Girtina dergeha Til Koçerê ne tenê bandorê li rewşa mirovî dike, di heman demê de bandorê li rewşên civakî, aborî û şerê li dijî terorê dike.”

Omer hişyarî da ku heger birayra navneteweyî ya derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê di civîna 7 û 8’ê Tîrmehê de di bar çavan re derbas nebe dê karesateke çêbibe û got: “Rewş gelekî xetere ye, civaka navneteweyî û dewletên ku veto bi kar anîn berpirsê vê rewşê û encamên wê ne.”

Ebdulkerîm Omer destnîşan kir ku ew bi şandeyên navneteweyî re yên ku tên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mijara xeteriya girtina dergeha Til Koçerê nîqaş dikin, her wiha diyar kir ku hewldanên cidî yên Amerîka û hin dewletên Ewropayê û hin rêxistinên mirovî û alîkariyê yên navneteweyî hene da ku zextê li Rûsya bikin ji bo biryara têkildarî dergehê di ber çavan re derbas bikin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer di dawiya axaftina xwe de got, heke Rûsya careke din mafê vetoyê bi kar bîne divê civaka navneteweyî li alternatîfên derbaskirina alîkariyan ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigere.