Wednesday, Çile 26, 2022

Omer Ocalan: Em ê sala 2022’yan bikin sala azadiya Ocalan

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 salin li Girtîgeha Îmraliyê li dijî tecrîdê têdikoşe. Heta niha di her hevdîtinên xwe yên bi malbat û parêzeran re bang li hikûmet û rayedarên dewletê kir ku pirsgirêkê bi rêya diyalog, muzakere û rêyên demokratîk çareser bike. Lê li gel hewldanên Ocalan, hiekûmetê bi temamî rê li pêş diyalog û muzakereyan girt. Ji 25’ê adara 2021’an heta niha bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin.

Li Girtîgeha Îmraliyê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in dodome. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan tecrîda li Îmraliyê, serlêdanên ji bo hevdîtinê tên kirin û geşedanên di sala 2021’ê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.

Parlementer Omer Ocalan, diyar kir ku sala 2021’ê di warê têkoşîna li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bûye sala têkoşînê. Ocalan, bal kişand ser meşa ku di 5’ê çileyê de li Wanê li dijî tecrîda mutleq hat kirin û destnîşan kir ku ev meşeke girîng bû. Ocalan, bibîr xist ku di sala 2021’ê de tevî pandemiyê jî Newroz bi coşeke mezin hatiye pîrozkirin û li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê têkoşîneke mezin rû daye. Ocalan, anî ziman ku di sala 2021’ê de ew hêrsa mezin a li dijî tecrîdê di Newrozê de veguheriye fînal, xwedîderketin û destpêkeke mezin û wiha axivî: “Di Newroza ku li gelek deveran bi coşek mezin hat pêşwazîkirin de, ya xwe da der Birêz Ocalan bû. Xwedîderketinek mezin hebû ji bo Birêz Ocalan. Xwedîderketina ciwan û jinan a ji bo Birêz Ocalan watedartir bû. Newroza 2021’ê bû sala xwedîderketina li Birêz Ocalan. Hêrsek mezin hebû li dijî tecrîd û îzolasyonê.”

Hevdîtin di nêvî de qut kirin

Omer Ocalan, anî ziman ku tecrîd piştî Newrozê jî dewam kiriye û wiha berdewam kir: “Piştî Newrozê, di 25’ê adarê de, bi rêya telefonê hevdîtinek bi Birêz Ocalan re hat kirin. Telefonî malbatê kirin û telefonî malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê kirin. Malbat çûn edliyeyên bajarên lê ne. Em jî ji bo pêwendiyê bi Birêz Ocalan re deynin çûn Edliyeya Rihayê. Hevdîtineke kurt bû. Hevdîtin di nêvî de qut kirin. Me ji wan re got hevdîtin di nîvî de qut bûye, lê rayedaran got hevdîtin ev qas e. Ev hevdîtin pir hat nîqaşkirin. Gotinên Birêz Ocalan ên di vê hevdîtina kurt de girîng bûn. Got ‘, meseleya me ya li vir meseleyeke hiqûqî ye, meseleyek siyasî ye. Divê kes berbayî vê nekeve.’ Birêz Ocalan, xwestibû demildest parêzerên wî bên cem wî. Ev tişt ji birayê xwe Mehmet Ocalan re gotin. Û ev yek di raya giştî de bû cihê bertekan. Ji ber ku hevdîtin di nêvî de hat qutkirin û paşê nehat kirin li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin û bertek hatin nîşandan.”

Hêrsa gel li Ewropa zêde bû

Ocalan, destnîşan kir ku bertekên gel li herêmê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, perçeyên din û Ewropayê veguherîne hêrseke mezin û wiha lê zêde kir: “Gelê me yê li Ewropayê li ber CPT, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û navendên dinên girîng bertekên xwe nîşandan. Ji bo saziyên Ewropayê ji bo tecrîdê tevbigerin zor dan saziyan. Di 2021’ê de têkoşîneke girîng hat kirin. Lê hê jî tu pêwendî bi Birêz Ocalan û hevalên cem wî re nayê danîn.”

Ocalan, bal kişand ser serlêdanên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî ku serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabûn û behsa biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a derbarê Ocalan de ku di sala 2014’an de dabû. Ocalan bal kişand ser biryara Konseya Ewropa û wiha got: “Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, diyar kir ku cezayê muebeda giran û cezayê muebedê yê li Tirkiyeyê li gor mewzûatekê bê sererastkirin û ji bo vê muhlet da. Mirovên girtî xwedî ‘mafê hêviyê ne’ ku bi hêviya wê rojekê derkevin.

23 sal in qanûnê Îmraliyê di meriyetê de ne

Piştî 7 salan di navbera 31’ê Mijdarê û 2’yê Kanûnê de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev yek xist rojeva xwe. Ji Tirkiyeyê hejmara kesên cezayê muebeda girankirî û cezayê muebedê li wan hatine birîn xwest. Ji bo vê jî heya îlona 2022’yan dem da Tirkiyeyê. Daneyên têkildarî vê xwestin. Tirkiyeyê hişyar kir ku heya wextê hatiye diyarkirin divê qanûnên di vî warî de sererast bike. Her wiha bi awayekî qismî be jî bang li CPT’yê kir ku peywira xwe bi cih bîne. Ji lew re li Îmraliyê binpêkirinek mafan a mezin heye û hiqûq pêk nayê. Qanûnên Îmraliyê ketine meriyetê. Ev yek ne niha wisa bûye, 23 sal in wiha ye. Dê di meha Sibatê de têkeve sala xwe ya 24’an. Ev gotinên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê girîng in. Çendî dereng mabe jî biryareke girîng e. Ji bo vê jî divê gelê kurd û dostên wan zorê bidin Tirkiyeyê û ji bo vê çalakiyan li dar bixin. Dixwazim destnîşan bikim ku divê asta siyaseta demokratîk hîn bêtir bê bilindkirin.”

 Bi awayekî fîîlî cezayê îdamê heye

Ocalan, anî ziman ku ew malbata Ocalan, malbata Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş li Meclîsê serdana Koma HDP’ê kirine û daxuyanî dane û wiha berdewam kir: “Me serdana ÎHD, TÎHV û OHD’ê jî kir. Me ji ber xebatên wan ew pîroz kirin û me got divê ev xebat hîn bêtir bên kirin. Li Îmraliyê binpêkirineke mafan a pir mezin heye û êdî tecrîda li Îmraliyê di dawiya sala 2021’ê de li tevahiya girtîgehan belav bûye. Her kes baş dizane ku li vî welatî cezayê dradakirinê tune ye, lê bi awayekî fiîlî li girtîgehan cezayê dardakirinê tê pêkanîn. Di mehekê de 7 mirov di zindanan de jiyana xwe ji dest dan. Bêqanûnîtiya li Îmraliyê êdî li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê pêş dikeve. Tecrîd li ser hemû kesên li derve jî pêş dikeve. Ji bo demokrasiya welêt, azadiya Kurdistanê teqez divê tevrîd rabe.”

‘Ji bo aştiyê divê êdî Ocalan bi derve re pêvendiyê dîne’

Omer Ocalan bal kişand ser girîngiya dîyaloga Ocalan a bi derve re û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di çaryeka ewil a sedsala 21’ê de dibe ku Rojhilata Navîn ji nû ve şikil bigire û veguhere rejîmên hîn dîktatortir. Lewma em dixwazin divê êdî Birêz Ocalan pêwendiyê bi derve re deyne. Divê êdî Ocalan fikirên xwe bi gel re parve bike. Di demeke ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin û şer kûr bûne de pêdiviya me bi fikirên Birêz Ocalan hene. Dikare modelekê deyne ber gelê kurd, nasnameyên cuda yên li Rojhilata Navîn. Ev jî ji bo gelên Rojhilata Navîn bivênevê ye. Ji bo tenduristiya Rojhilata Navîn tenduristî û jiyana Birêz Ocalan girîng e. Demildest divê ev tecrîd bê şikandin û piştî şikandina wê êdî divê azadiya wî bê nîqaşkirin.”

Ocalan, destnîşan kir ku gelek rê û rêbazên ji bo azadiya Ocalan hene û got: “Dibe ku demekê di hepsa malê de jî bimîne. Ev dibe Amed be, dibe Riha be. Li bajarekî guncan dibe. Divê em vê yekê bidin ber nîqaşan. Ji bo di demên pêş de rol û rista xwe bilîze divê şert û mercên din bên afirandin.”

 ‘Em ê sala 2022’yan bikin sala azadiyê’

Ocalan, anî ziman ku sala 2021’ê bûye cihê têkoşînên mezin û di vê salê de jî bedêlên giran hatine dayîn û tecrîd dewam kirie û wiha got: “Ji bo em bi hêvî li 2022’yan mêze bikin, divê em têkoşînê bilindtir bikin û azadiya Birêz Ocalan nîqaş bikin. Li welatên Yekîtiya Ewropayê asta herî bilind a cezayê muebedê 24 sal in. Êdî divê Tirkiye jî vê yekê di ber çavan re derbas bike. Ji bo pêşeroja gelan, ji bo jiyaneke hevpar êdî divê Birêz Ocalan di şert û mercên azad de siyasetê bike, di şert û mercên azad de fikirên xwe bi gelan re parve bike. Tişta herî zêde bi kêrî gelên Rojhilata Navîn bê ev e. Divê sala 2022’Yan bibe sala azadiyê. Em vê yekê bi awayekî pir aşkere datînin rastê. Ev, ewilî dibe ku li bajarekî hepsa malê be. Di rojên pêş de jî bi rê û rêbazên guncan divê em çewisandina li ser Birêz Ocalan rakin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan tenê Birêz Ocalan û hevlên li cem wî eleqedar nake. Ev tahde êdî bandora xwe li her derî dike. Ji bo ku dewlet dev ji vê rêbazê berde divê em jî bi rê û rêbazên demokratîk zorê bidinê. Divê em siyaseta demokratîk çalaktir bikin. Divê em diyar bikin ku encam bi kesên bêdengkirî û civakeke bêdengkirî nayên girtin. Divê tevahiya civakê li ber vê bêhiqûqîtiyê û bêqanûntiyê deng derxîne.”

‘Li Kurdistanê rastiya şer heye’

Ocalan, diyar kir ku bêhiqûqîtiya li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan tê hîskirin û ev tecrîd bandorine pir mezin li Tirkiyeyê dike. Ocalan bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser şer û wiha pêde çû: “Lêçûna aborî, siyasî û civakî heye. Rewşa Birêz Ocalan, ji kesayetiya wî zêde divê em bi awayekî berfireh esas bigirin. Li Kurdistanê rastiyeke şer heye. Şerekî ku li gor daneyên dewletê ji sala 84’an ve didome heye. Bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran gund hatine valakirin û şewitandin. Ji sala 2005’an ve bi dehan navçe û bajar hatin valakirin. Ê ku vê meseleyê ji holê rake Birêz Ocalan e. Hûn çareseriyê bi mirov an jî muxatabên ku hûn pê re şer dikin re dikin. Lê tu rabî biçî li Moskova, li Washîngton, li Soçiyê li çareseriyê bigerî, dê ev tiştekî ku yeqînê jê neyê bi xwe be. Ji bo meseleya kurdî bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin rasterast divê pêwendî bi Birêz Ocalan re bê danîn. Divê ev mesele bi awayekî cidî bi Birêz Ocalan re bê nîqaşkirin.”

‘Sala nû dê bibe sala azadî û serkeftinê’

Çendî ev yek di sala 2013-2015’an de hatibe astekê jî, lê mixabin encam negirt. Mirovên li herêma Behra Reş, li herêma Behra Spî û li herêma Marmarayê jî bandor ji vê digirin. Tevahiya Kurdistanê bi salan e bandorê ji vê digirin. Em jî ji bo ev yek demildest bi aştî û demokrasiyê bê çareserkirin, ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bê şikandin, ji bo azadiya wî bê nîqaşkirin, ji bo girtiyên siyasî yên di zinadanan de demildest bên berdan divê em sala 2022’yan wekî sala serkeftinê îlan bikin. Divê em li Tirkiyeyê bi feraseteke siyasî pêwendiyekê bi tevahiya civakê re deynin û muqawemetekê çêbikin. Helbet xebatên ku heya niha hatine kirin, çalakiyên ku heya niha hatine lidarxistin girîng in, hêja ne û vê yekê hanîne astekê. Lê divê em di sala 2022’yan de vê yekê bînin asteke hîn bilidntir û encamekê bi dest bixin.”

‘Tiştek bê serê Ocalan berpirsê wê dewlet e’

Parlamenterê HDP’ê yê Ruhayê Omer Ocalan herî dawî bal kişand ser tenduristiya Ocalan û wiha bi dawî kir: “Mijareke hesas jî temenê Birêz Ocalan e. Dê Birêz Ocalan bibe 73 salî. Temenê hevalên li cem wî jî mezin dibin. Ger pirsgirêkeke tenduristiyê, pirsgirêkeke jiyanî rû bide berpirs dewlet e. Berpirsiyarî ya rayedarên dewletê û rayedarên hikûmetê ye. Berpirsê vê serokkomar e, Wezîrê Dadê ye. saziya înfazê ya Îmraliyê girêdayî kîjan saziyê be berpirs ew e in. Tenduristiya Birêz Ocalan çawa ye? Jiyana wî di çi astê de ye? Em bi van tiştan nizanin. Em dibînin ku dewlet di vî warî de ji bo peywirên xwe bi awayekî nerewa tevdigere. Divê bi awayekî cidî li ser vê yekê jî bê sekinandin. Her wiha hêla wê ya civakî, siyasî û meseleya kurdî jî divê di asteke pir cuda de têkeve ber nîqaşkirinê. Ji bo ku Birêz Ocalan jî di vê pêvajoyê de rol û rista xwe bi awayekî herî baş bilîze, divê di sala 2022’yan de şert û mercên azadiya wî bên avakirin.”