24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Omer: PDK nûnerên çeteyan pêşwazî dike yên PYD’ê digire

Hikûmeta herêma Başûr di 10 hezîranê de li Hewlêrê nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen, endamên têkiliyan ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ên li Hewlêrê Mistefa Xelîl u Mistefa Ezîz dema kuj ji bo pêşwazîkirinaa mêvanan diçûn balafirgeha Hewlêrê girtibûn.

Têkildarî mijarê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkrîm Omer axivî û diyar kir ku Kesên wek Nesîr El-Herîrî ji aliyê PDK’ê ve tê pêşwazîkirin lê nûnerên me tên girtin, gelê kurd vê yekê qebûl nake.

Aqûbeta nûneran ne diyar e

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer diyar kir ku heta niha aqûbeta nûnerên xwe û nûnerên PYD’ê yên ku di 10’ê Hezîranê de ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin, nizanin.

Ew bi hêvî bûn

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer da zanîn ku ew bi hêvî bûn ku hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK’ê destek daba Rêveberiya Xweser û wiha got: “Di demeke wisa hestiyar de ku dewleta tirk êriş gelê kurd û destkeftiyên wê dike, ji dagirkirina bajarê Efrînê dest pê bike, heta Girê Spî û Serêkaniyê, guhertina demografîk ku pêk tîne, heta êrişên dagirkirina başûrê Kurdistanê me hêvî dikir ku hikumeta başûrê Kurdistanê û PDK’ê destek dabaya Rêveberiya Xweser .”

‘êrîşên dagirkirinê ne’

Ebdulkerîm Omer di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û got, ev êrîş ên dagirkirinê ne û ne operasyonên leşkerî ne û ev tişt anî ziman: “Tirkiyê ji destpêka Peymana Lozanê ya sala 1923’yan ve gelê kurd dike hedef. Rejîma Tirkiyê rejîmeke faşîst e û xwe li ser tunekirina kurdan ava dike.”

Destkeftiyan tune dikin

Omer bi bîr xist ku dewleta tirk ji hikumeta Bexdayê zêdetir, li dijî refaranduma başûrê Kurdistanê ( ya di sala 2017’an de hatibû çêkirin) derketiye û wiha axivî: “Tişta ku dixwazim bêjim ew e ku Erdogan tevahî destkeftiyên kurdan dike armanc. Ji ber vê yekê divê gelê kurd di vê pêvajoya hestiyar de yekitiya xwe ava bike.”

Diyaloga kurdî-kurdî

Ebdulkerîm Omer destnîşan kir ku pêwîst e hikumeta Başûr û PDK’ê di aliyê siyasî û têkiliyên doplomatîk ên navneteweyî de bi Rêveberiya Xweser re hevkar be, her wiha ji bo serxistina diyalogên kurdî-kurdî jî pê re hevkar be û ev tişt got:”Lê mixabin, nûnerên me û nûnerên PYD’ê têne girtin, tevî ku nûnerên me bi awayekî rewa li başûrê Kurdistanê ne û tu kiryarên derqanûnî nekirine.”

‘Çarenûsa me yek e’

Omer bang li hêzên siyasî û civaka sivîl û gelê Başûrê Kurdistanê kir ku zextê li PDK’ê bikin da ku nûnerên wan berdin û wiha pê de çû: “Hikumeta herêma Kurdistanê hikumeteke rewa ye û di qada navneteweyî de îtîraf pê tê kirin. Ji ber vê yekê divê li her çar parçeyên Kurdistanê destekê bide kurdan. Divê hikumeta herêma Kurdistanê, bi taybet PDK’ê baş bizanibe ku çarenûsa me yek e û hebûn û tunebûna me wê bi hev re be.”

Nesîr El-Herîrî

Ebdulkerîm Omer di berdewam axaftina xwe de wiha got: “Nesir El-Herîrî û nûnerên Îtîlafa Sûriyeyê ku sîwana siyasî ya çeteyên dewleta tirk a dagirker e rojane sûcên hovane li dijî  şêniyên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk tînin û hincetan ji dagirkirina tirk re derdixînin, li başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve wekî mêvanên ezîz tê pêşwazîkirin, lê nûnerên me têne girtin. Ev cihê mixabiniyê ye, gelê kurd van kirinan qebûl nake.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê