20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Opera

Jin opera

Opera ji şanoya kevnar e ya ji çîrokên mîtolojiyê diwelide. Carinan mijarên xwe ji bûyerên dîrokî, efsane û ji bûyerên rojane jî digire.Di naveroka wê de ji mûzîk û dansê heta gelek formên teatral ên wek dekor, kostûm û ronahiyê hene. Cara yekem opera li îtalya bajarê Floransayê dest pê dike. Lê bêyî lîstikên yewnenistanê em nikarin qala vê çanda operayê ya li Îtalyayê şax vedide, bikin. Floransa wek ‘dergûşa ronesansê’ jî tê pênasekirin.

Opera cara ewil ji aliyê Renuccînî, ya bi navê Eurîdice hatiye nivîsin û besteya wê ji aliyê Jacopo Perî ve tê amadekirin. Êdî bi operaya L’Orfeo ya Cladio Monteverdî roj bi roj pêş dikeve. Di naverok operayên yekem de çirokên mîtolojiyê yên wek ,Daphne, Odysseus, Orpheus, Eurîdîce hene. Ji aliyekî çîrokên dînî yên serdema navîn; ji aliyê din ve dans, kêf û şahiya festîvalên ronesansê girtine. Di sedsala 19’emîn de di operayê de navê wek Rossînî, Donizettî û Mozart, Wagner dibin mînakên berbiçav. Ya din jî di vê sedsalê de opera di çerçoveya neteweyî de pêş dikeve. Ji Floransayê heta Venedîk û Almanya, Ingilîstan, Amerîka, Rûsya û hwd. warê operayê berfirehtir dibe û cûreyên wê zêdetir dibin.

Her çiqas li ber navê Mozart, Rossînî, Wagner û Pavarottî, yê Elisabeth Schwarzkopf, Maria Callas, Jessye Norman û Leyla Gencer zêde nekevin rojevê, dengê van jinên hunermendên operayê xwedî rengekî xweş û geş e.

Piştî pêşketina operayê û dewlemendiya naveroka wê êdî li her welatekî opera her diçû pêş diket. Ka em berê xwe bidin jinên kurd ên cara yekem di hunera operayê de navê xwe belavkirine. Li ser axa qedîm a Kurdistanê bi hezaran hunermend hunera xwe li ser êş û kêfxweşiya vê erdnigariyê avakirine û hê jî ava dikin. Me di serê bernameya xwe de çi gotibû? Opera bêyî şanoyên kevnare yên yewnana antîk ne mimkûn. Ê li gel vê yekê bêyî çanda mezopotamyayê em ê nikaribin qala bingeha çanda yewnenistanê jî bikin. Yanî ev yek wek xeleka zincîrê ye û çavkanî jî axa qedîm bixwe ye.

Bêguman her yek ji me dizane ku navê operayê bi taybetî bi Pervîn chakar û Mizgîn Tahir li nav kurdan belav bû.Mizgîn Tahir û Pervîn Chakar jî dema ku dixwaizn dest bi vê hunerê bikin helbet haya wan ne ji operayê ne jî ji hunermendên operayê hebûn. Lê rastiyek heye ku ev her du jinên kurd bi çanda dengbêjiyê û çanda qedîm a Mezopotamyayê mezin bûbûn. Ka gelo bêyî dengê Evdalê Zeynikê, Kerapetê Xaço, Meryemxan, Eslîka Kadir em dikarin qala hunera van her du jinan bikin. Ka em van her du jinên kurd ên ku bi operayê navê xwe li dîroka Kurdistanê dinivîsin, ji nêz ve nas bikin.

Mizgîn Tahir

Dema nû Mizgîn Tahir dixwaze berê xwe bide operayê dayika wê bi dengekî bang lê dike û dibêje keça min ka were vaye di televizyonê de yên wek te qîjeqîjê dikin hene. Mizgîn Tahîr dema nû dixwaze dest bi mûzîkê bike rastî gelek zahmetiyan tê wek her jinekê. Li gel vê yekê ew dest bi şaxekî hunerê yê cuda dike. Mizgîn li Dirbêsiyê tê dinê û heta zanîngehê jî li wir dijî.

Dema dest bi zanîngehê dike dizane ku berê xwe daye rêyeke dirêj û zahmet. Li ser Destanên kurdî yên wek Memê Alan, Siyabend û Xecê û Kela Dimdimê xebatên operayê meşandin û li gel vê yekê jî du besteyên Mozart werdigerîne kurdî.

Di sala 2010’an de bi navê Lorîka Adîloş albûma xwe ye yekem çêdike. Mizgîn Tahir pirekê di navbera çanda dengbêjî û operayê de ava dike û der barê têkiliya wan de vê tiştê dibêje: “Ev îdîa ya min e ku cudabûneke pir mezin di navbera opera û stranên kurdî de nabînim. Ji Gilgamêş bigire û heta niha ew destan hîn li cem me berdewam e û hunermendên me distirên, ez dibêjim ev cureyê hunerê ji Rojhilata Navîn û ji nav çanda kurdan li cîhanê belav bûye û bûye opera.”

Mizgîn Tahir bi salan li Amed û Êlihê kar û xebatên muzîkê dimeşîne û bi navê Orkestraya Heskîfê koroyeke zarokan a operayê damezirand. Piştî şoreşa Rojava ew dubare diçe welat û niha li Qamişlo bi kar û barê operayê re eleqedar dibe.

Pervîn Chakar

Jineke kurd bifikirin ku li salona  La Scala ya Italyayê, bi deng û awazên kurdewarî qîr dike çîrokên operayê. Di operayê de rengê gelek dengan heye ku li gor şert û mercên operayê diguhere. Yanî li gor her sopranoyekê sahne diguhere û li gor rengê dengan hunermendên operayê derdikevin ser dikê.

Pervîn Chakar rengê dengê xwe wek ‘soprano lîrîk koloratur ’ pênase dike. Ferqa di navbera vî dengî û sopranayon din de li gor xwesteka xwe ew dikere dengê xwe li gor notayên tîz û bas eyar bike.

Pervîn bêguman bi çanda dengbêjiyê mezin dibe û bi taybetî jî di bandora kalêkê xwe de dimîne. Çakar dibêje ku dema min nû dengê dengbêjan guhdar kir, min ew deng û nefesa wan a dirêj ferq kir û ew deng tim di kerika guhê min de ma.

Belê êdî Pervîn bi vî dengê ku di kerika guhê wê de mayî li welatên cûda û li ser dikên cuda dest bi hunera xwe dike.

Hewceye em vê yekê ji bîr nekin. dema Pervîn di temenekî biçûk de ji welat derdikeve. Di serî de li bajarê Tirkiyeyê pişt re bi boneya pêşketina xwe berê xwe dide welatê Italyayê. Pervîn Heta demeke dirêj li derveyî welat dimîne lê li hember entegrasyona dijwar her tim guh, çav û dilê wê li ser çanda dengbêjiyê û li ser çanda qedîm a Mezopotamyayê bû.

Em di vê baweriyê de ne ku bêyî dengê Şakiro, Eyşe Şan û bêyî dewlemendiya Cigerxwîn û Gomîdas  dê dengê Maria Kallasê jê re tiştek îfade nekira.Li ser bingeha ku Pervîn Chakar û Mizgîn Tahir ava kirî îro bi deng, reng û awazên xwe bi çanda xwe hunermendên nû jî dest bi operayê dikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê