20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Operasyon 102 rojin didome, lê hêj encam negirtine

Erdogan Altan

Hêzên Çekdarên Tirk (TSK), bi dehan balafirên şer, helîkopter, Balafirên Hewayî yên Bêmirov (ÎHA), Balafirên Hewayî yên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) û çekên giran, di 23’yê Nîsanê de êrişî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêma Federe ya Kurdistanê kir. Hêzên eskerî ku di encama operasyonê de, li van herêman bi cih bûn, ketine nava bêcaretî û tengaviyê. Hêzên taybet ên Zêrewanî û Gulan ên di bin fermandariya Azîz Weysî ya girêdayî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de, di encama dorpêçkirina TSK’ê de ber bi herêma operasyonê ve hatin şandin. Di heman demê de, şîrketên lêgerînê yên petrolê yên li Tirkiyeyê çavên xwe berdan van herêman.

Operasyon 102 roj in didome

Operasyon û êrişin li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê di roja 102’yan de dewam dikin. KDP, hem di warî eskerî û hem jî di warê siyasî de piştgiriyê dide operasyona TSKê’ê. Şer û pevçûnên di navbera TSK û Hêzên Parastina Gel (HPG) de jî, herî zêde li herêma Metîna bi dijwarî dewam dikin. Di şerê herî dawî yê li Geliyê Girê Mîlîtan a girêdayî Metîna de, gelek esker hatin kuştin.

20 gund vala kirin

Herêmên girêdayî bajarokên Kanîmasiyê û Şeladizê yên navçeya Amediyê ya Dihokê ji aliyê balafirên şer û helîkopteran ve tên bombebarankirin. Di meha dawî de, di encama bombebaran û şewatên ku bi piştgiriya KDP pêk hatin de, 20 gundên Duhokê hatin valakirin. Ji bo herêm were bêmirov kirin, bê navber tê bombebarankirin. Alîkarê Waliyê Dihokê Mecîd Seyîd Salîh, di daxuyaniyeke derbarê mijarê de da bû wiha gotibû: “Di meha borî de, gelek qadên girêdayî Dihokê hatin bombebaran kirin. Ji ber van bombebaranan gel ditirse. Gelên li gundên Kêşan, Kêste, Musluman Çêlka, Ednî, Serer û gelek gundên din ên navçeya Kaniya Masî, gelên Batîfa û Derkarê malên xwe kirin.”

Piraniya herêmên ku baregehên leşkerî yên TSK’ê lê ne û hatine kirîn, cih û warên welatiyan di bin navê “rêya ewlehiyê” de tên rûxandin, dar tên birîn û ber bi bazara Tirkiyeyê ve têne şandin.

Gundên Zaxo bombebaran dikin

Niha jî herêma Behdînan û gelek gundên girêdayî navçeya Zaxoyê, ji aliyê balafirên şer û helîkopteran ve tên bombebarankirin. Gelê herêmê dixwaze ku mudaxileyî şewatên ji ber bombebaranê derkevin bikin, lê hêzên PDK’ê destûrê nadin vê yekê. Tê armanckirin ku ev wargeh bên valakirin û bidin şîrketên lêgerîna petrolê yên li Tirkiyeyê.

TSK, tevî hemû piştgiriya PDK’ê jî nikare wekî ku hatiye plankirin pêş de biçe. Ji ber vê, ji roja ku dest bi operasyonê hatiye kirin ve, 22 caran çekên kîmyewî tên bikaranîn. Ligel vê yekê jî, hat diyarkirin ku esker nikarin xwe li vê herêmê bigirin.

Tirkiye bi ser neket

Wisa xuya dike ku operasyona derveyî sînor a di 23’yê Tîrmehê de dest pê kir, berevajî paşerojê, dê demek pir dirêjtir bigire. Tirkiyeya ku dixwest bi operasyona Garê bi awayekî kurttir bigihîje armanca xwe, ji ber vê yekê bi Garê dest pê kir bi ser neket. Eger ew li Garê biserketa, bi vekirina deriyên Rojava, Şengal, Kerkûk û Mûsilê, wê hinek din nêzî plana 2023’an ku Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan tim û tim qala wê dike, bibûyan.

Nûçe / Ajansa Mezopotamya 