19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Osê: Girtina nûneran ciyê şermê ye

Di 10’ê hezîranê de nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen, endamên têkiliyan ên PYD yên li Hewlerê Mustefa Xelîl û Mistefa Ezîz dema ku ji bo pêşwazîkirina mêvanan diçûn balarfirgeha Hewlêrê, ji aliyê hikûmeta herêma Başûr ve hatibûn girtin û hê tu agahî ji wan ne hatiye girtin.

Têkildarî mijarê Şêwirmenda û Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê axivî û da zanîn ku girtina nûneran binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.

Emîne Osê anî ziman ku li hemberî girtina dîplomatan û êrîşên Tirkiyeyê pêwîstî bi helwesteke xurt a gel heye û wiha got: “Ji ber gertina hevrêyên me yan jî êrişên dewleta tirk a dagirker ên li dijî xaka başûrê Kurdistanê, ji gelê kurd heta ji hikumeta Iraqê tê xwestin ku bibin xwedî helwest.”

Emîne Osê di axaftina xwe de bal kişand ser meşên girseyî yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li herêma Başûr pêk hatî û diyar kir ku ev mêş bersiva gelê kurd a li hember êrîşên Tirkiyeyê û nêzîkatiyên PDK’ê ne.

Emîne Osê diyar kir ku PDK bi girtina dîplomatan derbeke mezin li destkeftiyên dike û bi vî awayî piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Osê wiha domand: “Gelê kurd roleke pêşeng di şerê li djiî DAIŞ’ê û rizgarkirina herêman û avakirina Rêveberiya Xweser de lîst. Lê projeya Rêveberiya Xweser a li herêmê li xweşê dewleta tirk nehat, ji ber vê yekê planek li dijî wê danîne û hewl didin pêk bînin.”

Emîne Osê da zanîn ku êrişên li dijî başûrê Kurdistanê dê teqez bandorê li pêşerojê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike û wiha axivî: “Ji ber vê yekê jî pêwîstî bi baldarî, hişyarî û helwesteke cidî û xurt heye. Gelê me ev baldarî û hişyarî bi xwepêşandanên girseyî yên li dijî vê dagirkeriyê û li dijî girtina hevrêyên me yên dîplomatî nîşan dan.”

Osê eşkere kir ku girtina dîplomatan binpêkirina qanûnên naveteweyî ye û wiha got: ” Nûnerên me fermî ne, nûnertiyên me ruxsetkirî ne, ji dema damezrandina rêveberiyê ve navendên me hene, ew jî navgîna di navbera dîplomatên ji derve bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ne.”

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber Osê girtina nûneran ji hêla PDK’ê ve wek ‘ciyê şermê’ pênase kir û wiha got: “Li tevahî dewletên Ewropayê kurdan ji rewşenbîr, siyasetmedar, kesayetên partî û nivîskaran helwestên xwe nîşan da û destwerdan li vê mijarê kir ku ev komploya dewleta tirk ku hewl dide şerê birakujiyê derxe, rawestîne. Ji ber armanca wê derbekirina destkeftiyan e.”

Şêwirmend û Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê wiha gotina xwe bi dawî kir: “Em bi hêvî ne ku ev keda gelê me û tevahî rewşenbîrên me bi encam bibin ku girtinên bêserûber ên li dijî nûner û dîplomatên me rawestin.”