18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Oxir be Zeynel Abidîn

Abdulkadîr Ulumaskan

Em bi ahagiya mirina nivîskar û helbestvanê kurd ê hêja Zeynel Abidîn Han, gelekî xemgîn bûn. Min jî bi peyameke kurt xemgîniya xwe diyar kiribû û ji malbatê û gelê kurd re sersaxî xwestibû. Lê dilê min bi diyarkirina kurtesersaxiyê rehet nebû ku tenê bi du-sê hevokan ez/em behsa kekê Zeynel Abidîn Han bikin û derbas bibin. Ji ber vê ez duh êvarê bi hêsanî ranezam û min xwe deyndar dît ku li ser hêjayî û welatperweriya Zeynel Abidîn hinekî din raman û hestên xwe binivîsim.

Mamosteyê gorbihuşt Zeynel Abidîn Han, nivîskar û weşangerekî kurd ê hêja bû. Wî ji bo wêje û zimanê kurdî gelek berhem nivîsandin û gelek berhem çap kirin. Bi rastî ew xemxwar, kedkar û êvîndarekî zimanê kurdî bû. Wî bi xemxwariya parastin û pêşketina zimanê kurdî gelek pirtûk nivîsandin. Çapgeriya wî jî ji kar bêtir, bi têgihîştin û hişmendiya evîndariya zimanê kurdî bû. Li Ewropa û bi taybetî jî li Almanyayê piraniya nivîskarên kurd, berhemên xwe bi alîkariya çapxane û weşanxaneya wî weşandin û gihandin gelê kurd.

Tenê ji bo piştgiriya wêje û zimanê kurdî Zeynel Abidîn gelek pirtûk bêyî karê jê bike an jî kareke pir kêm çap kirin. Derdê wî xizmeta zimanê kurdî bû. Du sal berê dema min xwest ez romana xwe li ba wî bidim çapkirin, wî nîvê mesrefa çapê da ser xwe û bi nîvê heqê çapê tenê wergirt.

Zeynel Abidîn Han, ji bo pêşketina weşanxane û çapxaneya kurdî, li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê jî gelek hewl dan û dixwest xebatên çap û weşangeriyê li her aliyê Kurdistanê belav bibe ku wêje, çand û zimanê kurdî di nav civaka kurd de geş û belav bibe. Lê mixabin temenê wî rê neda ku ew encamên hewladan û xebatên xwe baş bibîne. Belê belkî her mirin ji bo mirovan zû ye lê bi rastî mamoste Zeynel gelekî zû ji nav me koç kir û gelek xebatên wî nîvco man.

Cardin pir mixabin Zeynel Abidîn Han jî wek gelek kurdên welatperwer bi hisreta azadî û serxwebûna Kurdistanê li xerîbiyê jiyana xwe ji dest da. Her mirin zahmet e lê mirina li penaberiyê û bi hisreta azadiya welêt û gelê xwe gelekî zehmet û dijwartir e.

Bîr û baweriya me bi azadiya Kurdistanê heye. Di Kurdistana azad û serbixwe de nivîskarê kurd ê hêja Zeynel Abidîn Han, wê bi ked û berhemên xwe mayinde bibe û di nav dil û gelê kurd û Kurdistanê de her bijî. Oxir be ji te re kekê Zeynel.