25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PADÊ: 70 hezar kesan nekarîbûn dengên xwe bidin

PADÊ destnîşan kir ku di hilbijartinên li Şengalê de ji destpêkê ve pirsgirêk û astengî derketine, lewma 70 hezar kesî nekaribû reyên xwe bidin. PADÊ ji bo betalkirina encamên hilbijartinên Şengalê serî li Komîsyona Hilbijartinê ya Nînovayê da.

Hilbijartina pêşwext a Iraqê duh pêk hat. Tevî hemû bangawaziyan jî rêjeya beşdariya hilbijartinê ji sedî 41 derbas nekir. Vê yekê der barê encamên hilbijartina Iraqê de rê li pêş nîqaşên mezin vekir. Li milê din bi taybet çavê herkesî li encamên hilbijartina Şengalê bû. Li Şengalê duh dengdayînê bi pirsgirêk û astengiyên cidî destpê kir û wisa jî berdewam kir. Balkêş e, bi taybet li sindoqên ku dihat payîn ji namzetê PADÊ Şêx Semîr re dengên bilind derkeve, ev pirsgirêk derketin. Li van cihan pirsgirêk derketin. Mijara duyemîn û ya esasî, bi hezaran kesên ku çûn ser sindoqan û xwestin dengê xwe bidin, ji ber ku qeydên wan li cihên cûda derketin nekarîn dengê xwe bidin. Li gor lîsteyên fermî diviya ku 83.000 kes li Şengalê biçin ser sindoqan. Lê di encama dengdanê ji 83.000 kesan tenê 13.000 kesan dengê xwe bikar anîne. 70 hezar dengên Şengaliyan neketine sindoqan û ev dane bi xwe jî têrî îzahkirina encaman dike.

Ji ber van sedemên bingehîn PADÊ jî bi awayekî fermî serî li Komîsyona Hilbijartinê ya Nînovayê da ku encamên hilbijartinê neyê qebûlkirin.